Parlementerên HDP’ê: Dawî li vê bêhiquqiyê bînin

Parlementerên HDP’ê bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan carek din li Enqerê bang li Wezareta Edaletê ya Tirkiye kirin û gotin, ‘Dawî li vê bê hiquqiyê bînin.’

Enqere – Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo ku parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikarin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, li pêşiya Wezareta Dadê dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kiribûn. Çalakiya parlamenteran di roja 10’an de berdewam kir. Parlamenteran ji Deriyê Dîkmen ê Meclisê ber bi Wezareta Dadê ve dest bi meşê kirin. Parlamenterên HDP’ê Fatma Kurtulan, Mûrat Sarisaç, Abdullah Koç, Habîp Eksîk, Erdal Aydemîr, Huseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş, Erol Katircioglû, Mahmut Togrul, Celadet Gaydali, Ayşe Surucu, Nûsrettîn Maçîn û Îmam Taşçier tevli meşê bûn. Lê belê meşa parlamenteran ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Li ser vê yekê parlamenteran li vir daxuyanî dan. 

‘Li dijî makezagon, hevpeymanên navnetewî û hiqûqê ye’

Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku tecrîd li pêşiya pêşeroja gelên li Tirkiyê astengiya herî mezin e.

“Astengiya herî mezin a li pêşiya pêşeroja gelên Tirkiyeyê û astengiya herî mezin a li pêşiya jiyaneke aştiyane û demokratîk a gelên Tirkiyeyê tecrîd e. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de birêz Abdullah Ocalan girîngtirîn aktor e û di vê mijarê de roleke girîng li xwe digire. Tevî vê yekê jî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan didome. Ev 22 meh in tu agahî ji birêz Ocalan û girtiyên din nayên girtin. Ev tecrîd li dijî Makeqanûna Tirkiyeyê, peymanên navneteweyî û hiqûqê ye. Mafên însanî û hiqûqî yên birêz Ocalan tên xespkirin. Nahêlin ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. Em baş pê dizanin ku hêzên komploya navneteweyî pêk anîn û naxwazin aştî were Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê mezintirîn astengiyên li pêşiya rakirina tecrîdê ne. Em baş dizanin ku ev îktîdar li gorî fermanên van hêzan tevdigere.”

‘Aktora herî sereke Ocalan e’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi şertê ku tecrîd bidome dê pirsgirêkên gelan neyê çareserkirin û wiha hat gotin:

“Rewşa aboriyê roj bi roj xerabtir dibe û jiyan dihetike. Bingeha pirsgirêkên ku îro gelên Tirkiyeyê dijîn, neçareserkirina pirsgirêka kurd û polîtîkayên şer e. Navnîşana çareserkirina van pirsgirêkan jî hevdîtinên bi muxatabên pirsgirêkê re ye. Di çareserkirina pirsgirêka kurd de mezintirîn aktor birêz Ocalan e. Hevdîtinên di pêvajoya çareseriyê de bi birêz Ocalan re hatine kirin nîşan da ku rêya jiyaneke birûmet, aştiyane û wekhev bi aştî, çareserkirina pirsgirêka kurd û demokrasiyê dibe. Ji bo vê jî tekane rê ew e ku muzakere dîsa dest pê bikin û aştî pêk bê. Mîna di pêvajoya çareseriyê de, divê dîsa deriyên Îmraliyê bê vekirin û hevdîtin bên kirin.” 

‘Ji bo mafê hêviyê gav bavêjin’

Di daxuyaniyê de bang li Wezareta Edaletê ya Tirkiyê hat kirin û wiha hat gotin: “Divê tavilê dawî li pergala tecrîdê ya li ser birêz Ocalan bînin. Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê hem pergaleke dijmirovî ye û hem jî rêbazeke îşkenceyê ye. Divê mafên birêz Ocalan ên îro hatine xespkirin dîda lê werin vegerandin. Divê di çarçoveya mafê hêviyê de ji bo azadiya wî ya fîzîkî gav bên avêtin. Mafê hêviyê, yek ji mafên bingehîn e ku yê tevahiya mirovan e. Divê ev maf di çarçoveya mafê azadiya fîzîkî de bê nirxandin. Em li vir dîsa bang li Wezareta Dadê dikin ku dawî li vê bêhiqûqiyê bînin, dawî li vî sûcî bînin. Dawî li tecrîda ser Girtîgeha Îmraliyê bînin. Bila birêz Ocalan bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Ji bo çareserkirina pirsgirêka li ser bingeheke demokratîk, bila muxatab bi hev re hevdîtinan bikin.”