Parlamenterên Iraqê: Bi gelek belgeyan em dikarin zextê li Tirkyeyê bikin

Endama Parlamentoya Iraqê Neda Şakir Cûdet bang li hikûmeta Bexdayê kir ku helwesta xwe li hemberî êrîşên Tirkiyeyê zelal bike û teqez kir ku pêdivî heye bi lez tevbigere. Her wiha serokê Bloka Parlamentoyê Bedir Hesen Şakir diyar kir ku gelek belgeyên wan ên girîng hene dikarin bi wan zextê li aliyê Tirkiyeyê bikin.

XUFRAN EL-RADÎ
Bexda – Endama Parlamentoya Iraqê Neda Şakir Cûdet ji ajansa me re axivî û bang li hikumeta Bexdayê kir ku helwesta xwe li hemberî êrîşên Tirkiyeyê zelal bike û wiha got: "Em ji bêdengiya hikûmeta Bexdayê, matmayî dimînin. Gelo lihevkirinek di navbera hikûmeta Bexdayê û Tirkiyeyê de li ser destwerdana herêma Kurdistanê heye?"
Neda diyar kir ku êrîşên diqewimin pir xeternak û berfireh in, bêhurmetiya Tirkiyeyê ya li dijî serweriya Iraqê nîşan didin û wiha pê de çû: "Divê rayedar ji bo pêşîgirtina xetera li ser Kurdên Iraqê û rawestandina hedefgirtina sivîlan xwedî helwest bin û bi berpirsyarî tevbigerin."
Divê NY êrîş û binpêkirinên Tirkiyeyê bişopîne
Neda bang kir ku daxwaznameyek fermî ya hukmî pêşkêşî Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî were kirin da ku pirsgirêka binpêkirina Tirkiyeyê bişopîne û banga rêzgirtina serweriya Iraqê bike. Her wiha Neda teqez kir ku pêdivî heye bilez tevbigerin, nemaze piştî ku hêzên Tirkiyeyê xweza û jîngeha Iraqê xera kirine û diyar kir ku erd û gund bi buldozeran hatine xirakirin û dar hatine birîn."
Serokê Bloka Parlamentoyê Nûner Hesen Şakir, ji ajansa me re axivî û got ku li Bexdayê lihevkirinek parlamentoyê, ji bo binpêkirinên Tirkiyeyê rawestîne heye. Her wiha Hesen Şakir eşkere kir ku her pirsgirêka bi hikumeta herêmê re nayê wateya devjêberdana gelê Kurd, ku bi êrîşên hêzên Tirk re rûbirû bimînin û wiha berdewam kir: "Her kes dizane ku ne mumkun e kesek binpêkirina serweriya Iraqê qebûl bike lê mixabin binpêkirin bi hincetên ne rast dubare dibin. Çawa ku Iraq rêzê ji sînorên welatên cîran re digre divê ew jî rêzê ji serwerî û sînorên Iraqê re bigrin."
Der barê rastiya hedefa dewleta tirk a axa li ser Iraqê de, Hesen Şakir teqez kir ku ketina hêzên Tirkiyeyê ya erdên Iraqê, ji bo xerakirina jîngeha Iraqê ye, birîna daran, xerakirina malan û kuştina mirovan vê yekê isbat dikin.
Dewleta tirk êrîşê axa Iraqê dike û darên ku dibire li Tirkiyeyê difroşe
Der barê tedbîrên ku ji bo rawestandina binpêkirinên Tirkiyeyê hatine girtin de, Hesen Şakir wiha dibêje: "Bangek ji bo diyalog û danûstandinan heye, ji ber ku gelek belgeyên me yên girîng hene ku em dikarin bi wan zêxtê li aliyê Tirkiyeyê bikin, danûstendina bazirganî jî di nav de, nemaze ji ber ku Iraq salane ji 16 milyar dolarî bêtir, îthal dike."
Dewleta Tirk bombebarankirina deverên sînorî yên bi Iraqê re didomîne û bûye sedema valabûna pênc gundan ji ber ku niştecihên wan gundan ji tirsan reviyan. Navê wan gundan Kîste, Cilkî, El-Mesîhiye, Edna, Dîşîş û Sirûr e. Her wiha hêzên dewleta tirk xaniyan xera dikin û daran jî dibirin. Wezîrê Çandiniyê yê Hikûmeta Iraqê Mehemed Kerîm El-Xefacî û yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bîkird Talabanî ragihandin ku darên tên birîn li Tirkiyeyê tên firotin.