Parlamenterên HDP'ê: Li Îmraliyê hiqûq tê qetilkirin

Parlamenterên HDP’ê yên dixwazin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe û bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, di roja 11’emîn a çalakiya de diyar kirin ku li Îmraliyê hiqûq tê qetilkirin.

Enqere- Çalakiya Nobeta Edaletê ya parlamenterên HDP’ê yên ji bo bidawîanîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 11’emîn de ye. Parlamenterên HDP’ê Fatma Kurtulan, Ayşe Surucu, Kemal Bulbul, Abdullah Koç, Erdal Aydemîr, Hasan Ozguneş, Nusrettîn Maçîn, Mûrat Sarisaç, Mahmut Togrul, Îmam Taşçier, Huseyîn Kaçmaz û Celadet Gaydali tevlî çalakiya nobetê bûn.

Di daxuyaniya li çalakiya nobetê hat dayîn de hat destnîşankirin ku li Îmraliyê hiqûq hatiye qetilkirin û bal hat kişandin ku konsepta şer tê pêkanîn û hemû gel di bin tecrîdê de tên girtin.

“Maf û azadiya mirovan tune tê hesibandin. Adeta hiqûq li Îmraliyê hatiye qetilkirin. Ev konsepta şer bandorek neyînî li ser hemû beşên civakê dike. Zext zêde dibin. Tecrîda li Îmraliyê niha li ber meclisê li ser me jî tê meşandin. Li Îmraliyê tecrîd di hundirê tecrîdê tê sepandin. Du caran ceza tê sepandin. Çi dibe bila bibe divê girtiyek siyasî fikr û nêrîna xwe bi xelkê xwe re parve bike. Em bêhiqûqî û şerê li Îmraliyê hatiye destpêkirin qebûl nakin.”

‘Em ê sala 2023’an bikin sala azadiyê’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku tecrîd tê wateya tu hiqûq nemaye. Ev tam jî konsepta şer a ku AKP û MHP’ê ava kiriye, hat diyarkirin ku hewl tê dayîn hemû civak were bêdengkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Tecrîda li ser birêz Ocalan rakin. Tecrîda li Îmraliyê rakin. Dawî li sepanên kêfî û îşekenceyê bînin. Em ji girtiyên nexweş re azadiyê dixwazin. Ger mirovek nexweş be û nikaribe pêdiviyên xwe pêk bîne, bi qasî ku li hundir were girtin, binpêkirina mafên mirovan nabe. Bila çapemenî, raya giştî û gelê me vê yekê zanibe ku em ê di sala 2023’an de vê hikûmeta faşîst bişînin. Em ê bi hêvê ne ku ji bo Tirkiyeyê salek nû, sedsalek nû be, hemû gel bi azadî xwe îfade bikin, ev sal bibe sala azadiya girtiyên siyasî, têkoşîna xwe mezin bikin. Bi dirûşma ji girtiyên siyasî re azadî, sala 2023’an bikin sala azadiyê.”

Çalakiya nobetê, piştî daxuyaniyê bi dawî bû.