Parlamentera Tûnisê: Divê em bibin dengê jinan li parlamentoyê

Wekîla Emel El-Medab diyar kir ku ew ê li dijî zîhniyeta serdest a ku jinan ji siyasetê dûr dixe ji bo jin di nava siyasetê de çalak bin dixebitin û got: “Îro 24 jinên çalak di meclisê de cih digrin. Girîng e ku em bibin dengê van jinan.”

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis - Li Tûnisê tevî hemû astengiyan, jin weke her qadê têkoşîna xwe ya ji bo temsîliyeta wekhev di siyasetê de jî didomînin. Yek ji van jinan jî Wekîla Ama El-Medab e. Amal El-Madab ku niha serokatiya bloka 25 endaman a parlamentoyê dike, ku 4 ji wan jin in, di heman demê de yekem seroka jin a vê blokê ye. Emel El-Medab pirsên ajansa me bersivandin û diyar kir ku ew dixebitin ku jin li welat bi taybetî di warê siyasî de bi awayekî aktîf rola xwe bilîzin.

'Em hewl didin di Qanûna Hilbijartinê de wekheviyê pêk bînin'

*Li Tûnisê rêjeya temsîliyeta jinan di meclisê de çiqas e? Bandora qanûnên heyî li ser vê rêjeyê heye?

Nûnertiya jinan li meclisê ji sedî 16 e, ev rêje ji ber Qanûna Hilbijartinê ya nû û hilbijartinên kesane pêk tê. Gelek jinan daxwaza namzediyê kirin û pêşniyar girtin. Dengdana kesan jî bandorê li rêjeyê kir. Dîsa jin di cîhana siyasetê de nû ne. Berê ne di nava siyasetê de bûn. Di sala 2014'an de di hilbijartinên giştî de wekheviya horizontî hebû, hebûna jinan nehat dîtin û ev rêje ji sedî 25 derbas nebû. Di sala 2019 de, ji bo wekheviya zayendî wekheviya horizontî û vertîkal hebû. Di her lîsteyê de zilamek hebû û dema ku partî yan jî kom bi awayekî wekhev nehatibû temsîlkirin, lîste dihat avêtin. Vê yekê hebûna jinê di nava siyasetê de xurt kir. Piştre di nîvê demê de meclisên şaredariyan hatin avakirin. Piraniya wan jin bûn.

Ji bo jin di siyasetê de aktîf bin em dixebitin. Îro di meclisê de 24 jinên çalak, xwedî bandor, bi biryar û berpirsyar hene. Girîng e em bibin dengê van jinan. Em ji bîr nakin ku em parlamento ne ku piştî hilweşandina parlamentoya berê hat. Ji ber vê yekê em bi rêgezên femînîst ji bo rêyek berpirsiyariya dualî têdikoşin. Em hewl didin di Qanûna Hilbijartinê de wekheviyê vegerînin. Lê divê jin jî di vî warî de bi berpirsyarî rabin. Divê em ji bîr nekin ku Seroka Meclisa Nûneran jin e û 6 jin di ofîsên komîteyê de hene ku di nav wan de serokek, cîgirek serok û raportor jî hene.

'Ez jî yek ji mexdûrên tundiya siyasî me'

*Li Tûnisê Qanûna Têkoşîna li Dijî Şîdeta Li Ser Jinê heye. Bandora qanûnê li welat çawa ye?

Tundûtûjî di her astê de jinan bi bandor dike û dike hedef. Ez jî yek ji qurbaniyên tundiya siyasî di hilbijartinên berê yên parlamentoyê de me. Ez wek mîmar û siyasetmedar di dema hilbijartinan de rastî rastiyeke cuda hatim. Yek ji hevrikên xwe rastî şîdetê hat û min doz vekir. Ez li bendê me ku roja danişînê diyar bibe ku piştî şîdeta psîkolojîk û siyasî ya ku li min hat kirin, mafên xwe bi dest bixim.

Li Tûnisê tevî Qanûna Mafên Kesane jin bi rêya platformên dijîtal hatin hedefgirtin. Li welatekî hiqûqê berdewamkirina tundiyê nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê divê em ji bo aktîvkirina qanûna hejmar 58 a sala 2017’an a di navbera wezaretên Malbat, Tenduristî, Karên Hundir û Parastinê de bixebitin. Demek berê me bi Wezareta Malbat û Jinan re li ser çawaniya hevrêziyê civînek pêk anî. Ji ber ku em di heman demê de desteya yasadanînê ne, pêwîste em danûstandinan li gel desthilata cîbicîkar pêş bixin.

'Zîhniyeta serdest difikire ku zilam dikare berpirsyariyê bigre'

*Sedema beşdarbûna jinên Tûnisî ya di nava siyasetê de çi ne?

Em her dem meraq dikin ku çima jinên Tûnisî tevî jêhatiya xwe îsbat dikin jî di hilbijartinan de xwedî hebûnek hindik in. Li gorî zîhniyeta mêr a ku zilam di derbaskirina zehmetiyan û berpirsyariya xwe de bi hêztir dibîne, ramanek heye. Pêşdaraziyek heye ku jin nikarin di siyasetê de berpirsyariyê bigrin ser xwe. Dema ku partiya ez tê de bi awayekî aktîf beşdarî hilbijartinên 2019’an bûm, ji ber jêhatiya xwe pêşniyar kir ku ez di serê lîsteyê de bim, ez aciz bûm û piştî çend rojan heman kesên ji partiya min ev rewş ji min re ragihandin û gotin "Ev serdem ne serdema jinan e, dema mêran e." Zîhniyeta serdest hê jî destnîşan dike ku mêr dikarin berpirsiyariyê bigrin û têgihîştinê diafirîne ku siyaset li gorî berpirsiyariyên din ên jinan ne karekî hêsan e.

Lê belê jin bi xebatê hewl didin hebûna xwe bidin qebûlkirin. Jin ji ber faktorên wekî malbatê zêdetir hewl didin bi ser bikevin. Carna ev yek dikare jinan biwestîne û wan neçar bike ku dev ji karên siyasî berdin. Ez niha seroka bloka ku ji 25 endaman pêk tê di parlementoyê de me ku 4 ji wan jin in û yekem seroka jin a vê blokê me. Ji ber vê yekê ez hewl didim ku guhdariya her kesî bikim, nêrînên wan bistînim û di nav wan de hevrêziyê bikim. Ew ne karekî hêsan e û pêdivî bi baldarî heye.

'Pirsgirêk ne di biryarnameyê de ye kêşe bi yên ku vê biryarê pêk tînin e'

*Daxuyaniyên der barê guhertina di biryarnameya 54’an de hûn çawa dinirxînin?

Ev biryar di demekê de hat ku pêwîstiya me pê hebû lê pirsgirêk ne di biryarnameyê de ye, pirsgirêk bi kesên ku vê biryarnameyê pêk tînin e. Ez ne di lîsteya nûnerên ku guhertinan pêşkêş dikin de bûm. Bi dîtina min dema vê yekê ne guncaw e. Biryarname hê jî li ser platformên dîjîtal tê xerakirin. Ev rastî qedexe ye û yek ji hevkarên min ên li meclisê hat mexdûrkirin. Ji ber vê yekê ji bo kesên ku van xeletiyan dikin hesab bê pirsîn û ev biryar hat dayîn. Pirsgirêk di wê de ye ku dê kî biryarnameyê bi cih bîne. Ew her kesê nagire. Biryarname ji bo pêşîgirtina li hinek binpêkirinên li ser malperên medyaya dijîtal hat dayîn. Divê em vê mersûmê serokatiyê ku di hawirdoreke ne mîna ya din de tê ji bîr nekin û sebir bikin, ji ber ku gelek kes an kom bi navê azadiya derbirînê di vê mijarê de sînorên xwe derbas kirine.

*Li Tûnisê rêjeya jinan a di pozîsyonên biryardayînê de li gorî we bes e gelo?

Di hikûmet û wezaretan de bi qasî 9 wezîrên me yên jin hene. Xebatên ji bo zêdekirina hebûna jinan berdewam dikin. Divê jin bên destekkirin û teşwîqkirin. Pêwîst e zihniyeta ku bi hêza jinan bawer nake were şikandin. Divê ev ji malbat, hevjîn û zarokan dest pê bike. Gelek qanûnên me hene ku armanc dikin wekheviya zayendî misoger bikin û cihêkariyê red bikin. Tenê qanûn civakê naguherîne. Divê rêxistinên sivîl piştgirî û cesaretê bidin jinên ku dixwazin beşdarî siyasetê bibin. Divê xebatên perwerde û hişyarkirinê bên kirin.