Parlamentera HDP'ê: Xaka xwe nefiroşin axa xwe bernedin

Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP’ê Tulay Hatîmogûllari banga berdewamkirina mezinkirina hevgirtina civakî kir û got, “Em careke din bang li welatiyên xwe yên ji herêmên erdhejê koç dikin, dikin. Xwe xaka xwe nefiroşin, axa xwe bernedin.”

Enqere -  Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogûllari di civîna çapemeniyê ku li Meclisê li dar xist de, geşedanên li heremên erdhejê pêkte nirxand. Hatîmogûllarî ya şahidiyên xwe yên ji roja ewil a erdhejê ya der barê kareseta li Hatayê vegot, da zanîn ew bi erdheja herî mezin a sedsala dawî re rû bi rû ne.

‘Karesata bi serî vî welatî hatî, rejîma qesrê û rejîma yek zilamî ye’

Tulay Hatîmogûllari got ku ne erdhej lê sersarî dikuje û wiha axivî: “Ne erdhejê lê rizîbûna avahiyan, ne kontrolkirina wan em kuşt in. Ne erdhejê lê bêkêriya saziyê dewletê, terkexemiya wan, neleqederbûna wan em kuşt in. Me careke din dît bê ka tişta jê re dibêjin AFAD hundirê wê çiqas vala ye. Sedema sereke ya ewqas mirinan, ev îktîdara qesrê ye ku hundirê Heyva Sor, AFAD û hwd. vala kir, kesên bêliyaqet lê bi cih kir, bêtechîzat hişt û alîgir û xizmên xwe lê tayîn kir. Ya ku em di erdhejê de kuştin, inyeta rejîma qesrê ya li hemberî me û hezkirina wan a kursî bû. Bi zanebûn û bi dilxwazî çavên xwe ji cînayetê re girtin û seferber neragihandin. Bi zanebûn alîkarî asteng kirin û ji hêla leşkeran ve hatin sekinandin. Mezintirîn karesata bi serî vî welatî hatî, rejîma qesrê, rejîma yekzilamî ye.

Divê Serokkomar Erdogan û tevahiya rayedaran tavilê îstîfa bikin. Di serî de serokên AFAD û Heyva Sor, divê tevek îstîfa bikin. Ji ber ku bûn şirîkê cînayetan. Malbata min li Samandagiyê dijî û taxa me wêran bû. Em tavilê ketin rê. Dema em gihiştin Hatayê, bajar di tariyê de hatibû hiştin. Çawa ku gihiştim Samandagiyê, min bi rayedaran re peywendî danîn. Di rojên ewil de ne leşker û ne jî polîs li qadê bûn. Di dema hevdîtinan de bûm şahid ku ew jî bi bêçaretiyeke mezin li benda hikûmeta navendî ne. Rojek piştre jî ne tu polîs û ne jî leşker li qadê bûn. Heta ji bo trafîkê jî nedibûn alîkar. Piştre jî îktîdarê got; ‘muxalefet dezenformasyonê û li ser erdhejê siyasetê dike.’ Lê berevajî vê, îktîdara AKP’ê û rejîmê ev yek dikir. Yên ku agahiyên derew belav dikirin berdevkên hikûmetê, serokkomar û wezîrên wan bi xwe bûn.

‘Divê rêveberên AFAD’ê tavilê îstîfa bikin’

Dewlet li herêma erdhejê tune bû. Heta niha di rewşên wiha de leşker tavilê dadiket qadan. Lê heta du rojan jî qet li qadê xuya nekirin. Wezîrê Parastinê digot; ‘tevahiyan leşkeran li qadê ne û tev li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûne.’ Lê em li qadê şahidin ku tiştekî wiha tune ye. Derewan dike û tu xebat nehatin destpêkirin. Gel bi xwe bû şahid ku dewlet di erdhejê de tune ye. Heke gotin di cih de be dewlet tune bûbû. Bi zanebûn, bi dilxwazî em terkî mirinê hatin kirin. Lê ew çi bikin jî gel ji gotinên wan bawer nake. Diviya bû AFAD bihata seferberkirin û seferberî bihata ragihandin. Lê nehat ragihandin. Diviya bû hem ji bo saziyan û hem jî ji bo gel seferberî bihata ragihandin. Lê derket holê ku AFAD’eke nava wê vala heye.

Heke ji bajarên nêz ên Behra Spî alîkarî bihata xwestin û makîneyên kar bihatina şandin dê seferberiyeke baş bihata kirin lê ne kirin. Di destê tîma ewil a AFAD’ê de tu tiştek nebû. Her tişt ji me dixwestin. Li ser tîmên AFAD’ê tenê pêşmalkên wan hebûn. Divê rêveberên AFAD’ê tavilê îstîfa bikin.

‘Efûya îmarê, mohra li bin cînayetê hatiye xistin bû’

Em li dijî efûya îmarê derketibûn. Me got ku ji bo vê efûyê tu xebat an jî amadekarî nehatine kirin û kesek nikare di wan avahiyan de bimîne. Di dawiya dawî de bi gotina me bû û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Efûya îmarê, mohra li bin cînayetê hatiye xistin bû. Dê bibe yek ji qirêjiyên vê îktîdarê.

‘Divê em piştevaniya xwe bidomînin’

Dewletê dengê me nebihîst û em li herêmên erdhejê terkî mirinê kirin. Mîna her herêmê, Hatay jî terkî mirinê kir. Bi rastî jî piştevaniya civakî ya li vê derê bû hêviyeke mezin. Ez spasiya tevahiya kesên di torên piştevaniya civakî de cih girtin, ked dayîn û bûn sedem ku mexdûrên erdhejê li jiyanê vegerin,  dikim. Li vê herêmê hilweşîneke mezin heye û ji bo kesên sax mayîn bikarin jiyana xwe bidomînin, hewcehî bi demekî dirêj heye. Lewma divê torên piştevaniya civakî bi awayekî sîstematîk van xebatên xwe bidomînin. Li herêmên erdhejê hêj jî pêdivî bi kon, xurekan, alavên paqijî û hîjyenê hene. Ez ji we rica dikim ku piştevaniya xwe bidomînin.

‘Ev e edaleta we?’

Îktîdar, bi bêkêriya xwe, tenê temaşe kir, tu sazî seferber nekir û bi zanebûn û bi dilxwazî mirov terkî mirinê kir. Niha jî hewl didin mudaxaleyî torên piştevaniyê bike. Li Bazarcixê dest danîn ser mekanîzmaya alîkariyê. Ya hûn bi sedema karesatê û van mirovan birînên me derman kirin. Îcar ser re jî hûn wan kesan ceza dikin. Ev e edaleta we? Ev tişt ji we tên lê em ê destûrê nedin vê yekê. Dê gel bertek nîşan bide ji ber ku wan ne hûn lê ew torên piştevaniyê li cem xwe dîtin. Hûn bi mudaxalekirina van torên piştevaniyê re dixwazin cînayeta we ji ewil kirî bidomînin.

Tu hêviyên me ji vê îktîdara gel terkî mirinê kirî nîne û em ne li bendê ne ku îstîfa jî bikin. Lê belê neçarin ku berpirsyariyên xwe yên ji vir û şûnde bi cih bînin. Bila kesên di bin kavilan de mayîn, bêyî ku ziyanê bide laşê wan ji wir derxîne. Ev peywira wan sereke ye. Nexwe dê gelek cenaze parçe bibin û belkî cenazeyên gelek kesan jî di bin kavilan de winda bibin. Bila qet nebe kêleka van mirovan hebe.

‘Em ji xaka xwe hez dikin’

Her wiha piştî rakirina kavilan dê dor bê avakirina bajar. Em dibînin ku îktîdar hewl dide bajar pêşkeşî Çeteyan 5 Kesan bike. Em lii vir careke din we hişyar dikin. Newebe ku hûn bi projeyên xwe mirovan terkî mirinê bikin, neçar bikin ku koçber bibin, demografyaya herêmê diguherîne û bajar vediguherîne qada bazirganiyê têxin meriyetê. Em ê destûrê nedin vê. Em ji xaka xwe hez dikin. Dê dîsa li xaka xwe vegerin, li wir careke din jiyanê ava bikin û jinêve saz bikin. Banga me ji bo xelkê bajar ew e ku xaka xwe nefiroşin, axa xwe bernedin. Em heta dawiyê xwedî li xaka xwe derkevin. Di serî de alîkariyên ji bo erdhejê, divê tevahiya saziyên cemaweriyê ji bo mexdûrên erdhejê bên seferberkirin. Newebe ku hûn wan pereyên alîkariyê bixwin. Nexwe em ê wan pereyan di qirika we de bihêlin.

‘Gelê me nîşeyên xwe girtine’

Yek ji berdevkên hikûmetê dibêje; ‘em nîşeyên tiştên derheqê serokkomarê me û me de tên gotin digirin.’ Niha birînên me kûr in û hewl didin derman bikin. Hûn bi kîjan curetê van gotinan dikin û nîşeyan digirin. Gelê me nîşeyên xwe girtine. Gelê me dijminatiya we, nîjadperestiya we li cem xwe qeyd kiriye. Dê dîrok ji bîr neke ku we herêmên gelemperî elewî lê dijîn terkî mirinê kirin. Hûn jî vê ji bîr nekin.”