Omaima Ashour: Divê jinên Mexribê destkeftiyên xwe biparêzin

Mîna piraniya jinên li cîhanê, jinên Mexribê jî ji pandemiya koronayê bi bandor bûn û ew bi ezmûna xwe beşdarî hemû pirsgirêkên civakî, aborî û tenduristî yên ku welat pê re rû bi rû mane, bûn. Ew di dersên yekem de di hemû warên hînkirin, derman, rêveberiya karûbarên giştî, beşa taybet de, rêveberiya giştî û ewlehiya neteweyî û kolektîfên axê de pêşeng bûn.

HENAN HARIT
Mexrib- Çalakvana mafên mirovan Omaima Ashour teqez kir ku maf tên desteserkirin û bang li jinan kir ku bi xurtî destkeftiyên xwe biparêzin û ji bo bicihanîna daxwazên xwe têbikoşin, bang li wan kir ku têkoşîn û israrê bidomînin da ku karibin bigihîjin hemû mafên xwe. 
Jinên Mexribê gelek destkeftî bi dest xistine û ji bo pêşvebirina maf û pozîsyona xwe di nav civakê de xebitîne. Qebûlkirina Qanûna Malbatê bandoreke diyarker li pêşketina mafên wan kir, tevî bilindbûna dengê jinan ji bo nûvekirina hin bendên qanûnê yên li gorî geşedanên li welat.
Der barê taybetmendiya Roja Neteweyî ya Jinên Mexribê ku roja 10’ê Cotmehê hat pîrozkirin û ji bo fêrbûna destkeftiyên di warê pêşxistina mafên jinan de, dijwariyên ku pê re rû bi rû ne, ajansa me bi Seroka Komeleya Pireyên Foruma Jinan a Mexribê Omaima Ashour re ku di warê pêşvebirina mafên jinan û wekheviya zayendî de çalakvan e, hevpeyvîn pêk anî.
Jinên Mexribê her sal 10’ê Cotmehê Roja Jinên Neteweyî pîroz dikin, ev roj ji bo we çi temsîl dike?
Roja Jinan a Mexribê ya Neteweyî, ew e ku pêşketina Mexribê di pêşketin û parastina mafên jinan de dinirxîne. Ew boneyek e ku mirov destkeftî û daxwazên jinên Mexribê ronî bike, nemaze ew wekî îstasyonek bingehîn tê hesibandin. Bi derxistina Qanûna Malbatê hat cudakirin ku ew jî qanûnek (ji hêla Parlamentoya Mexribê ve di 2004’an de hat damezrandin) ku di birêvebirina malbatê de prensîba wekheviya di navbera hevseran de cih girtiye. Kod bi taybetî ji bo parastina jinan û temînata mafên zarokan hat û bi vî rengî malbatê bi tevahî diparêze. Îro, em di sala 2021’ê de ne, nêzî 17 sal di ser pejirandina wê re derbas bûye. 
Li ber guherînên ku li Mexribê rû didin, hûn rewşa jinên Mexribê çawa dibînin?
Jinan pêşetin û destkeftiyan bi tevger û rêxistinên jinan re bi têkoşînê bi dest xistine. Mafên jinan parastine û li dijî her şêwe cudakariyê têkoşiyane. Jinên Mexribê jinên bi hêz in û tevgera jinan di wê baweriyê de ye ku mijara pêşxistina mafan dozeke civakî ye û em wekî hiqûqnas têdikoşin ku bigihîjin tiştên em dixwazin û mafên xwe pêşve bixin.
Tevgerên femînîst ên li Mexribê bi salan e ji bo bidestxistina mafan ji bo jinan dixebitin, ji ber vê yekê destkeftiyên ku wan di warê wekhevî û bihêzkirina jinan de bi dest xistine çi ne?
Di dehsalên borî de, Mexribê ji bo yebûna prensîbên gerdûnî yên mafên mirovan gelek komxebatên dadrêsî li dar xistiye. Di van salên dawî de komek guheztinên qanûnên têkildarî hilbijartinan hatine pejirandin da ku nûnertiya jinan ber bi aktîfkirina prensîba wekheviyê ve bilind bikin ku banga cudakariya erênî dike. Ya ku em di çarçoveya gavavêtina gav bi gav a wekheviyê de heya sala 2030’an wekî destkeftiyek dihesibînin.
Di heman demê de jinan teşwîq kir ku bibin namzed û wan dikaribû ji bo nûnertiya siyasî li qada siyasî ya Mexribê bilind bikin û hikumeta nû mînakek baş a vê yekê ye, ji ber ku jinan 7 wezaretên girîng di nav hikumetê de ku ji 24 wezaretan pêk tê, bi nav kirin. Di nav de darayî, tenduristî, parastina civakî, cîwarbûn, geştiyarî, veguhestina enerjiyê, hişmendiya sûnî ku ji sedî 30 temsîl kir hebûn.
Bi nêrîna min, ev pêşketinek berbiçav e, ji ber ku jinan di warên girîng û stratejîk de wezîfeyên wezaretê girtine. Mînak, di dîroka Mexribê de yekem car, Wezareta Aborî û Darayî ji jinan re tê spartin. Ev berjewendiya tevlibûna jinan di pêşkeftinê de îsbat dike û di heman demê de naskirina statû û mafên jinan e.
Beşdariya tam û wekhev a jinan di pêvajoyên hilbijartinê de yek ji ceribandinên pîvandina asta ku hêza siyasî ya jinan bi dest xistiye ye. Ji ber ku gihîştina vê bihêzbûnê bi piranî bi pêşkêşkirina beşdarbûna jinan di hilbijartinan de wekî hilbijêr û berendam ve girêdayî ye.
Di heman demê de qanûna çarçoveya hejmar 09.21 jî heye ku bi berfirehbûna parastina civakî ve têkildar e. Bi veguheztinên aborî û civakî yên pandemiyê derketiye hole û hewcedarî bi baldariya parastina civakî nîşan dide û balê dikşîne ser pêşxistina polîtîkayek giştî ya stratejîk a hevgirtî. Di heman demê de ji bo başkirina şert û mercên jiyana bi rûmet ji bo tevahiya civakê û her wiha derxistina qanûna hejmar 13/103 ya li dijî şîdeta li ser jinan, wekî xalek ketinê derket holê. Bi rastî, em vê yekê wekî hewldanek erênî ji bo pêşxistina statuya jinan dihesibînin.
Bi nêrîna we, ew kêşe û astengiyên ku hûn başkirina performansa jinan di nav civakê de asteng dike çi ne?
Pirsgirêk û astengiyên gerdûnî bi Mexribê re wekî welatek ve nayê girêdan. Ew pirsgirêkên ku ji hêla hemû jinên cîhanê ve tên ceribandin in ku li dijî şîdet û her celeb cudahî û newekheviya mafan a di navbera hemû beşên civakê de tê temsîlkirin. Ev dijwarî bi pandemiya koronayê re pirtir xuya bûn û ji yên din zêdetir jin pê bi bandor bûn.
Ji ber ku komeleya Pireyên Foruma Jinan a Mexribê îro endamek koalîsyonê ye. Me kaxezek spî pêşkêş kir ku pêşniyarên guheztinên têkildarî hilbijartinan û yekbûna prensîba wekheviyê di qanûnê de digre nav xwe. Me di heman demê de kaxezek spî ya din jî pêşkêş kir ku tê de pêşniyarên ji bo cîbicîkirina prensîba wekheviyê di beşa têkildarî mafên civakî û aborî de di zagonê de heye. Ji ber ku îro, 20 sal piştî pejirandina destûrê, hê jî dijwariyên mezin hene ku di lihevhatina qanûnên neteweyî û dadrêsî de bi giyana destûrê re, ya prensîba wekheviyê destnîşan dike, xuya dike.
Li gorî we jinên Mexribê îro bi hewceyî çi ne?
Ez wekî parêzvanek mafên mirovan, piştrast im ku bi hewldanên hevgirtî, zêdetir dikare were bidestxistin. Îro, raya giştî ji girîngiya rola ku rêxistinên civaka sivîl li Mexribê dilîzin, wekî hêzek pêşniyar û parêzvan ku hewl dide beşdarî damezrandina civakek nûjen, dadmend û demokratîk ku wekhevî û rûmetê ji hemî hemwelatiyan re bê cudahî misoger dike, bawer e. Bêguman, ew ji bo domandina destkeftiyên jinan, ji bo domandina rê û xebata xwe ji bo gihîştina wekhev a mafên civakî, siyasî, aborî û çandî, bêtir hewceyî biryardariyê ye. Teqez, em jî bi hewceyî polîtîkayên gelemperî yên li ser bingeha wekhevî û zayendparêziyê ne.
Piştî erêkirina 17 salan a Qanûna Malbatê gelo hûn difikirin ku wê edalet ji bo jinên Mexribê aniye?
Qanûna Malbatê ji bo parastina jin, zarok û malbatê bi tevahî hat û her qanûnek erênî hin kêmasiyan bi xwe re tîne. Piştî 17 salan, pêdivî çêbû ku em ji nû ve nirxandina kod û nûvekirina hin qanûnan bifikirin, ji ber ku civak veguherînên kûr ên çandî derbas dike. Pêdivî heye ku girîngî bi lihevhatina zagonên neteweyî bi giyana destûrê re jî were dayîn. Pêwîst e mirov bi lezgîn beşa 20 û 21’ê yên qanûnê biguhezîne ku destûrê dide zewaca biçûkan, wesayet, parêzgerî û binçavkirinê ku ew jî nakokiyên civakî çêdikin û dibin sedema hilweşîna malbatê û di têkiliyên civakî de tevliheviyên psîkolojîk çêdikin. Ji ber vê yekê dem hat ku qanûn were nûkirin.
Ma hûn bawer dikin ku destkeftiyên jinên Mexribê der barê beşdarbûna biryarên siyasî de girtine û derxistina hin qanûnên ku wan diparêzin têrker in û em dikarin bibêjin şert û mercên jinan dest bi başbûnê kirine?
Em pir geşbîn in û em nikarin înkar bikin ku jinan der barê beşdarbûna di meqamên biryardanê de destkeftî bi dest xistine, nemaze hilbijartinên ku di roja heştê Îlona borî de pêk hatin, bûn sedem ku hêzeke nû ya jinan derkeve hole. Heta niha em li benda encamên dawîn in lê belê, em dibînin ku aktîfkirina prensîba wekheviyê divê bi komkirina jinan di birêvebirina karûbarên giştî de pêk were. Di van hilbijartinan de, pêşengên jin ên ciwan li bajar û gundan derketin holê. Em ji wan re serkeftin û encamên erênî dixwazin.
Jin hene ku li sê bajarên herî mezin ên Mexribê, Rabat, Dar EL-Beyda û Marakeşê, wezîfeya şaredariyê girtine û jinek ji bo cara duyemîn li serê herêma Guelmim-Oued Noun hat hilbijartin ku nûvekirin e. Di hikumeta nû de dayîna sêyeka jinan tê vê wateyê ku rê li ber gihîştina wekheviyê li gorî armanc û nîşanên rojeva 2030’yî ji bo pêşketina domdar tê vekirin.
Di dawiyê de hûn dixwazin ji jinên Mexribê re çi bibêjin?
Ez ji wan re dibêjim ku divê ew destkeftiyên xwe bi hêz biparêzin û hewl bidin bigihîjin armancên xwe û têkoşîn, xebat û israra xwe bidomînin da ku bikaribin bigihîjin hemû mafên jinan di pêwendîdarbûn û berfirehbûna wan de. Digel tedbîrên pratîkî, rêveber kapasîte û mekanîzmayên şopandin û nirxandinê. Ji bo vê yekê divê ew gilî bike, ji ber ku maf ji dest tên girtin û ji bo ku bikaribin polîtîkayên gelemperî yên jin di nav xema jiyana bi rûmet û parastina civakî de ne bi cih bînin. Pêdivî bi avakirina mekanîzmayek sazûmanî û rêveber a taybet heye ku vê polîtîkayê wergerîne asta aborî, civakî, siyasî, çandî û jîngehê.