Nûray Ozdogan a HDP'yî: Li dijî tundiya siyasî divê têkoşîna hevpar hebe

Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Nûray Ozdogan ku bertek nîşanî bloke kirina hesabên alîkariya xezîneyê yên HDP'ê da, diyar kir ku divê kesên jiyaneke aşitiya ne dixwazin li dijî vê tundiya siyasî û edlî têkoşîna hevpar bimeşînin.

Navenda Nûçeyan - Bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) hesabên alîkariya xezîneya yên HDP'ê bloke kir. Dema bertekên li dijî biryarê berdewam dikin, gel di wê nêrînê de ye ku ev polîtîkaya ji bo partiyeke ku bi milyonan dengdarên wê hene tê meşandin dê negihêje armanca xwe. Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Nûray Ozdogan ku bi bîr xist partiya wan di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de bêyî alîkariya xezîneyê beşdarî hilbijartinan bû û serkeftinên mezin bi dest xist, der barê mijarê de ji ajansa me re nirxandinan kir.

‘HDP’ê hêza xwe ji gel digre’

Nûray Ozdogan destnîşan kir biryara blokekirinê armanca tune hesîbandina îradeya dengdarên Kurd û dûrxistina wan ji qada siyasî hildigre û destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de mijara sereke ya ji bo wan ne alîkariya xezîneyê, li dijî polîtîkayên zext û zordariyên zêde dibe têkoşîna gel ya ji bo mafên xwe ye.

Nuray Ozdogan wiha got: “Berî her tiştî divê ev bê gotin; sererastkirinên derbarê alîkariya hazîneyê de weke pêdiviyek vesaziyên zagonî û biryarên Dadgeha Bilind, vezaziyên bi vê awayê ne ku ji bo avakairina wekheviya di navbera partiyên siyasî û ji bo partiyên siyasî yên hêmanên jiyana demokratîk tên hesibandin bi armanca ku nekevin nav lêgerîna çavkaniyên cûda tê pêkanîn. Dema em li siyaseta Tirkiyê dinêrin, cudahiya herî girîng a siyaseta HDP’ê ew e ku hêza xwe her tim ji ked, xebat û vîna gel digre ye. Pêkhateya ku di raya giştî de wek çeteyên 5’î tê binavkirin û ji pêkhateyên ku ji cihên heman ji xwe re menfeata nerewa temîn dikin pir dûr û cuda ye.”

'Biryar ne hiqûqî ye, siyasî ye’

Nûray Ozdogan got, “Hikûmet û hevkarên wî hilbijartinek bêyî HDP’ê xiyal dikin” û diyar kir ku ji bilî girtin û dozên Kobanê zêdebûna leza girtînan jî perçeya herî mezin a vê tabloyê ye.

Nûray Ozdogan dest nîşan kir ku biryara blokê hesabê ya Dadgeha Destûra Bingehîn girtinê jî biryareke ne hiqûqî ye, siyasî ye û dest berdewamiya polîtîkayên tasfiyeyê kirinê ye û wiha got: “Mesele ew e ku; tevî hemû zext û tundiyên giran jî, partiyek li dijî van bi înatê berdewam dike heye. Siyaseta me ya ku tevî tundiya ewqas dijwar hêza xwe winda nake û zêde dike, desthilatdarî gelek rehetsiz kir û bû sedema vebûna doza girtinê. Partiya ku tevî vê yekê tu carî xwe ji pêvajoyên hilbijartinê paşve nekişand û di têkoşîna demokratîk û aştiyane de israr dike, vê carê serî jî li qutkirina derfetên wê yên kamûyê dan. Desthilatdarî, di şaşîtiya ku hêza tundî û hêza darayî ya di destê xwe de, ji vîn û têkoşîna gelan mezintir dibîne de ye.”

‘Xebatên me wê îradeya dengdêran diyar bike’

N’uray Ozdogan destnîşan kir ku ew biryara ku hatî girtin wê xebatên hilbijartinê yên ku werin meşandin wê ne di aliyê gel û partiyê de diyar neke û bal kişand li se rpêvajoya hilbijartina 7’ê Hezîranê ku alikariya xezineyê ne girtî û pêvajoya 7’ê Hezîranê wiha nirxand: “Wê girtin xw ne grtina alikariya xezineyê û heta hebûna doza girtina  wê siyaseta me ya hilbijartin û xebatên me diyar neke. Xebatên me wê îradeya dengdêran û xebatên partiya me diyar bike. partiya me di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de serkeftinek giring bi dest xist. Eve encama israra gel ya aştiyê dide nîşandan. Desthilat û kesên di nava dewletê de ji vê yekê gelek aciz bûn, bû sedemê li hemû cihan rê li ber tewina bombeya vekir. Komkojiyên giran hatin jiyan kirin, darbeya siyasî ya li beramberî partiya me û civakê ku di 4’ê Mijdara 2016’an de destpê kirî hîna berdewam dike.”

Wê îtarazên pêwîst were kirin

Nûray Ozdogan bi bîrxist ku wê hemû curên îtirazê werin kirin û biryara dadgehê li gora hiqûqê tu bingehek xwe nîne û wiha got: “Mercên daarzê ne tenê zextên desthilatê, raste rast cihê ku xwediyê wê xwe dike dengê wêye. Helbet mensubên darazê yên ku li dijî vê têkoşînê bikin wê her hebe. Li Tirkiyê yên ku dixwazin di nava aştî û demoqrasiyê de jiyan bikin, divê li dijî vê tundiya darazê li kêleka partiya me iradeya têkoşînê bide nîşandan.”