Niştecihê gundê Hermute ji ber erîşan neçar mane malên xwe biterikînin

Dagirkerî û erîşên li ser Başûrê Kurdistanê, bandorê li ser aramiya hemwelatiyan dike. Gundê Hermute ji ber topbarana rejîma Îranê rewşa asayî têk biriye û jiyana gundiyan ne di ewlehiyê de ye.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Koye- Gundê Hermute yê bajarê Koyê yê Başûrê Kurdistanê, yek ji gundên herî kevin ê Kurdistanê ye. Di destpêkê de ev gund bajar bû, xiristiyan tê de dijîn, xwedî dîrokek kevn e û ji ber herêmek çiyayî ye her dem bûye cihê êrîşên Moxulan û Teteran û wêrankariya herêman û bajar kirin gund.

Gundê Hermute ji dîrokê heta niha ji êrîş û topbaranên dagirkeran maye. Niha ji ber hebûna qelaya demokrat lê nêzî vî gundî tenê 200 metre jê dûr e. Rejîma Îranê di meha Îlonê de herêmê topbaran kir, niha ji ber êrîşên rejîma Îranê jiyana hemwelatiyan di metirsiyê de ye û hinek ji wan herêmên xwe terikandine û berê xwe dane Şeqlewa, Enkawa û Koyê.

Ji Rojhilatê Hewlêr heta sînorê Îranê Hermute yekem gund e ku xiristiyan lê dijîn. Sedemê wê jî vedigere baweriya wan hemû bi aştî û bi hev re jiyanê. Rêveberiya gundê Hermute Riyaz Ezîz destnîşan kir ku di topbarana rejîma Îranê de gelek jin û zarok hene heta niha rewşa wan ne vegeraye rewşa asayî û her dem di nava tirs û xofê de ne.

Nêzîkî 110 malên xiristiyan û 23 malên misilman tê de heye, hejmara xelkê ji ber topbarana rejîma Îranê li ser bargehên partiya demokratîk bûn 428 Mesîhî û 148 Îslamî, lê belê niha bûye 380 Mesîhî û çend malek misilman tê de maye.

‘Êrîşên rejîma Baasê û Îranê ji dîrokê ve heta îro didomin’

Şilêr Sulaq a xelkê gundê Hermute diyar kir ku ji berê ve li vî gundî dijî, li wir ji dayik bûye û heta niha li wê derê ye. Piştre ji ber rewşa gundê Hermute her dem êrîş li ser hebû, tenê di 12 saliya xwe de gundê xwe bi cih hiştiye û berê xwe daye bajarê Bexdayê, li wê derê dijî.

Ji ber rewşa wê demê ya bajarê Bexdayê, piştî 12 salan jiyana li wî bajarê careke din berê xwe da gundê xwe yê Hermute û wiha got: “Hikumeta baas û Sedam Huseyin li ber çavê hemwelatiyan xelk di kuşt, ji ber wê me nedikarî li wê derê jiyan bikin, cihê ku em lê hertim topbaran heye. Di sala 2022’an de bi heman awayî rejîma Îranê qelaya demokrat ku nêzî 200 metre ji gundê me dûr topbaran kir.”

‘Peyama me gelê xirîstiyan bi hev re jiyana aştiyane ye’

Şilêr Sulaq bi bîr xist ku di meha Îlonê de gundê xwe ji ber topbaranê terikandine berê xwe dan Koye û Enkawa û wiha got: “Dahata jiyana me li ser çandiniyê ye lê belê ji ber tirsa topbaranan em nikaribûn çandiniyê bikin. Xelkê gund piraniya wan xiristiyanin ne, peyama me aştî û bi hev re jiyan e û em naxwazin topbaran û êrîş li vê herêmê hebe. Lê belê êrîşên li ser herêmê wisa kiriye ku xelkê herêmê cih û warê xwe biterîkinîn û tenê ji bo rojên taybet werin gundê xwe.”

‘Em li gund hertim di nav tirsê de jiyan dikin’

Basiman Îsa jinek din xelkê gundê Hermute ye der barê rewşa jiyana xwe û bombebarana herêmê de got: “Ji dîrokê ve li vê herêmê êrîş û topbaran hebûn, piştre rewş baştir bû. Lê belê niha ji ber topbarana rejîma Îranê Hermut ketiye rewşek nexweş bi awayekê rewşa me xera bû, me hemûyan herêmên xwe terikand û em li bajarê Koye dijîn, em di wê baweriyê de ne ku rewş bi aram bibe û niha jî em ji bo cejnê vegeriyane. Em ji tirsa topbaranan gundê xwe diterikînin. Em ditirsin, di her topbaranek  de camên pencereyên malên me dişkiyan. Em weke xelk û jinên Hermutê dilê me ji ber terikandina warê me pir dêşê.”

Başûrê Kurdistan bûye cihê armancên dagirkeran

Cihê bi bîrxistinê ye ku Başûrê Kurdisatnê hertim bûye cihê aloziyên dagirkeran. Rejîma baas di dema dagirkirinê de zêdeyî 4 hezar gund wêran û talan kir. Li herêmên Behdîdan bi giştî gund wêran kirin, ji aliyê rejîma baas ve nêzî 450 gund hatin enfalkirin. Niha jî ji ber êrîşên dewleta Tirk li ser gundên ku dikevin herêmên sînorî yên di nava Başûr û Bakûrê Kurdistanê de, xelkên wê derê gelek di tirsin û hêjmarek zêde ya gundiyan ji ber êrîşên dewleta Tirk Şehîd û birîndar bûne. Ji ber vê yekê jî gundî ji neçar man malên xwe bi cih bihêlin û gundê xwe vale bikin.

Nêzî 500 gundên Behdînan li Başûrê Kurdistanê ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk hatine valekirin û beşek ji wan jî hatine wêrankirin. Ji wan jî zêdeyî 50 gundên Zaxo ji aliyê xelkê wêderê ve hatine valekirin û bûne herêmên leşkerî, li devera Derkar 14 gund û herêm hatine vale kirin, li Batifa zêdeyî 40 gund hatine valakirin.

Ji aliyê dewlea Îranê ve jî êrîş û dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê berdewame, di meha Îlonê de û piştî destpêkirina şoreşa gelan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi pêşengiya jinan, kampên partiya Rojhilat li Koye, Rizgoz û Pirdê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin bombarankirin û di encama van bombaranan de çend kes şehîd û birîndar bûn û ziyana madî û xwezayî gihîşt herêmê.