Narfîn Xebat: Bi komplo û êrîşan pergala Neteweya Demokratîk tê hedefgirtin

Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk Narfîn Xebat têkildarî komploya 9’ê Cotmehê û pêve girêdayî êrîşên dewleta tirk li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir û got: “Komplo û êrîşên ku hatin kirin armanc wan ew bû ku pergala Neteweya Demokratîk têk bibin lê Rêber Apo tedbîra van komployan girtibû û alternatîfa li hemberî netewdewletê pejirand. Hêzên desthilatdar dîrokan hildibjêrin û êrîşî civakan dikin.”

ROJ HOZAN
Qamişlo-Têkildarî armancên komploya naneteweyî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de her wiha berdewamî û girêdana wê bi êrîşên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9’ê Cotmeha sala 2019’an de Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Partiya Yekitiya Demokratîk Narfîn Xebat nirxandinên girîng kir. 
Narfîn Xebat aliyê dîrokî yê komploya navneteweyî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 9’ê Cotmehê de hat meşandin nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Piştî demên dirêj di Bakurê Kurdistanê de sîstema faşîst a AKP û MHP’ê berî wê jî Komara Tirkiyeyê komkujiyên pir diwar li ser gelê Kurd dan meşandin û hemû şoreşên Kurdan ên li dijî wan derketin fetisandin. Bi derketina fikrên Rêber Apo re şoreşên ku çêbûne û şîrovekirina kêmasiyên di wan şoreşan de her wiha îxanetên ku derketin pêş Rêber Apo ev hemû bi rengê analîzan pênase kirin. Rêber Apo asta şoreşan a dîrokî lêkolîn kir û li ser vî esasî Tevgera Azadiyê damezrand. Di şertên herî zehmet de bi çend kesan ev tevger dest pê kir, ji ber ku zilmeke pir mezin li ser gelê Kurd dihat meşandin bi taybetî li Bakurê Kurdistanê ku di komkujiyên komî de weke komkujiya Dêrsim, Geliyê Zîlan û Mereşê re derbas bûne. Ne tenê Komara Tirkiyeyê lê belê qadên navneteweyî jî destek didan pêkanîna van komkujiyan. Di dema împaratoriya Osmanî de jî Tirkiyeyê dagirkeriya pir mezin li ser axa Kurdan û Rojhilata Navîn kirin. Ji bo wê derketina Tevgera Azadiyê wekî çirûska xelasiyê bû ji van hemû alozî û komkujiyan re. Ger em îro projeya Neteweya Demokratîk pênase dikin, rastî jî bingeha vê felsefeya dirust e.  Êdî netew dewletê di sedsla 21’an de dema xwe tijî kiriye û pêwîst bû sînordar bibe.”
Armancên komploya 9’ê Cotmehê
Narfîn têkildarî armanca komploya nevneteweyî ya di 9’ê Comeha sala 1998’an ev nirxandin kir: “Ji dema ku serweriya mêr hatiye ser hikum, koletî, herikîna xwînê û komkujî li ser civakan bi pêş dikevin. Bi pejirîna vîna gelan re xwestin komploya navneteweyî ser Rêber Apo bi rengekî eşkere bikin meriyetê. Di sala 1998’an de hêzên desthilatdar biryar dan ku birêz Ocalan ji Sûriyeyê derkeve, tevî ku di Sûriyeyê de mîrasek wê ya têkoşînê di aliyê siyasî, rêxistinî û civakî de hebû û xwedî kedeke pir mezin bû. Rêber Apo dikaribû dengeyên siyasî bi hemû aliyan re ava bike lê belê îxanetkarên ku destên xwe bi dijmin re kirin yek dewleta tirk kirin tevgerê ku ger Rêber Apo ji Sûriyeyê dernekeve wê Tirkiye êrîşê Sûriyeyê bike.
Rêber Apo ji bo aramiya civaka Sûriyeyê ji Sûriyeyê derket. Armancên Rêber Apo ew bûn ku Sûriyeya demokratîk ava bibe û ji bo pirsgirêka tevahî Rojhilata Navîn jî xwedî fikrên demokratîk û çareseriyên mayinde bû. Dijminan riyên cuda dane ber rêber, dixwestin berê xwe bide çiyayên Kurdistanê ji bo bi temamî wî tune bikin û Tevgera Azadiyê ji kokê de tesfiye bikin. Rêber Apo bi mêjiyekî dirust tevgeriya û berê xwe da dewletên derve. Ji bo şikandina hêvî û baweriyên gelan hêzên komploker Rêber Apo hedef girtin. Hemû qadên navneteweyî û Başûrê Kurdistanê jî di nav komplo de bûn. Dîlgirtina Rêber Apo êşeke pir mezin bû di civakê de lê di nav dîwarên zindanê de dîsa çavkaniya vî gelî bi parêzname û lêkolînên xwe nûjen kir. Wisa çavkaniyek da avakirin ku bi sedan salan jî bikaribe civakan li ser piyan bihêle.”
Berdewamiya komploya navneteweyî di roja îro de 
Narfîn bal kişand ser berdewamiya komploya navneteweyî di roja îro de û wiha domand: “Komploya navneteweyî heya roja îro bi rêbazên cuda berdewam dike. Tecrîda li ser Rêber Apo di roja îro de rêbazeke herî sereke ya vê komployê ye, her tim dixwazin di şexsê Rêber Apo de vîna gelan û Tevgera Azadiyê tune bikin. Di asta hiqûqî de mafê Rêber Apo heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike lê dewleta tirk vê yekê napejirîne yanî dewleta tirk heya di hiqûqa xwe de jî binpêkirinê dike. Rêber Apo ne kesayet e yanî malbat e yan jî eşîrek e êdî hemû rêxistin û dewlet vê baş dizanin ku Rêber Apo cîhanî bûye. Hêzên komploker her li ser kar in û dixwazin careke din hişmendiya xwe ya qirker di şexsê Erdogan de pêk bînin. Dewleta tirk êrîşî her derê dike ji bo ku bikaribe hin destkeftiyan qezenc bike berî ku sedsal temam bibe û peymana Lozanê bi dawî bibe. Pêwîst e êdî projeya Neteweya Demokratîk di cîhanê de were pêşxistin wê demê dê aştiyeke mayinde bi xwe re bîne. Êdî dem hatiye ku ev netew dewlet hêza vî gelî bibînin mînak Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêza xwe ya parastinê, rêxistinî û tevgra xwe ya jinan ava kirine, ev hemû tu kes nikare înkar bike. Li hemberî me komplo pir in û em hemû di ferqa van siyasetan de ne. Em weke jin ji bo valaderxistina van komployan xebata xwe li ser asta fikrên Rêber Apo berdewam dikin da ku em bikaribin Rêber Apo di aliyê fizîkî de jî azad bikin.”
Girêdana êrîşên desthilatdaran bi komployê re
Narfîn Girêdana êrîşên desthilatdaran bi komployê re anî ziman û wiha pêde çû: “Hêzên desthilatdar dîrokan bi zanîn dihilbjêrin û êrîşê civakan dikin mînaka wê jî êrîşên 9’ê Cotmeha 2019’an li ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Bajarê Serêkaniyê bajarekî aram bû hemû pêkhate bi rengekî hevbeş tê de dijiyan bi taybetî piştî şoreşê ev yek pir balkêş derket pêş. Dagirkirna Efrînê jî komployeke navneteweyî bû, di heman demê de êrîşên li ser Şengalê jî yek ji rengên vê komployê bû van hemû bi yek armancê civak hedef girtin. Bêdengiya cîhanê li hemberî van komployan pejirandina pêkanîna wê ye. Li ser Şengalê jî pir komplo bi pêş ketin, heta niha bi hezaran jinên Êzidî li bazaran tên firotin, ev hemû bi plan hatine kirin. Niha rewşa Başûrê Kurdistanê jî di aloziyeke pir mezin de ye êdî ew der bûye navenda mîtên tirk û zêdetirî 27 paregehên Tirkiyeyê li wir hene. Mirov dikare girêdana komploya navneteweyî bi rewşên ku di herêmên me de qewimîne wiha bide girêdan.”
Armanca êrîşên li ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî
Narfîn armanca êrîşên dewleta tirk li ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî nirxand û ev tişt got: “Dewleta tirk bi êrîşên li ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî re dixwest bajarên me ji hev parçe bike, ji ber ku ew naxwaze civakbûna neteweyî bê bipêşxistin û li ser vî esasî dest bi êrîşan kir. Bûyerên komkujiyan niha ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve li Serêkaniyê û Girê Spî tên meşandin ku bi hezaran jin tên qetilkirin, tecawizkirin û wan direvînin Tirkiyeyê. Bûyerên wiha me di nava hiqûqên cîhanê de nedîtiye lê dewleta tirk mafê xwe dibîne mudaxeleyê her derê bike. Dema pergala Neteweya Demokratîk hat rûniştandin hemû gelan xwe di nav de dît û bi taybetî jin bûn pêşengên vê pergalê. Hêzên desthilatdar ji vê pergalê pir ditirsin, ji ber ew alternatîfa netew dewletê ye. Êdî hemû hêviyên civakê di Neteweya Demokratîk de hatin komkirin û xebatên bênavber dihatin meşandin. Li ser vî esasî êrîşên ku hatin kirin armanc jê têkbirina pergala Neteweya Demokratîk bû. Em ê weke jin rê nedin têkbirina vê pergalê ku careke din hevpeymana Lozanê dubare nebe em ê li ser van esasan xebata xwe xurt bikin. Bila gelê me li hemberî lîstikên kompoker û dagirkeran hişyar bin, niha dixwazin gelê me bixapînin bi vegera herêmên dagirkirî lê em baş dizanin ku tu jiyan di bin banê dagirkeriyê de tune ye. Em dixwazin gelê me bi rûmet vegere ser axa xwe û berxwedana xwe li dijî hemû rengên qirkirinê bidomîne.”