Namzetên jin ên Beyrûtê: Pêdiviya vî welatî bi nefesek nû heye

Piştî salên cara yekem li Beyrûtê hejmareke mezin jin ketin hilbijartinê. Li welatê ku coşeke mezin lê heye namzetên jin gotin: "Pêdiviya vî welatî bi nefesek nû heye."

SÛZAN EBU GOT

Beyrût – Ji bo hilbijartinên 2022’an ku dê di 15’ê Gulanê de li Beyrûtê bên kirin, 118 jin bûn namzet û rêjeya temsîliyeta jinan di meclîsê de ji sedî 5 e. Ji sala 1963’an û vir ve cara yekemîn e ku ewqas jin di hilbijartinê de cih digirin. Bi vê boneyê bawernameyên rêzgirtinê li namzetên jin hatin belavkirin. Serok û damezrînera rêxistina "Fifty Fifty" Juoll Ebu Ferhat, Nûnera Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) Melani Hawenstein û namzetên jin ji ajansa me re axivîn û hilbijartin nirxandin.

"Ji bo me cihê şanaziyê ye"

 Seroka saziya “Fifty Fifty” û damezrînerê rêxistina “Fifty Fifty” Juoll Ebu Ferhat diyar kir ku jin li welat bi her cure zext û zehmetiyan re rû bi rû ne û got: “Ji bo me cihê şanaziyê ye ku gelek namzetên jin hene. Me ji bo namzedên jin merasîmek li dar xist û bawernameyên rûmetê da wan.”

“Divê ji jinan re zemînê xebatê bê vekirin”

Nûnera Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) Melanî Hawenştayin jî got: “Piştî salên dirêj em gelek kêfxweş in ku ev qas jin bûne namzet û em beşdarî merasîma ku ji aliyê rêxistina 'Fifty Fifty' ve ji bo piştgirîkirina namzetên jin hatiye lidarxistin bûn. Divê namzetên jin bi kampanyayan bên piştgirîkirin û ji jinan re cih bên vekirin. Me ji bo namzedên jin rêzek bername amade kirine ji bo şarezayiya xwe pêş bixin. Ev bername ji aliyê perwerdekarên pispor ve hat dayîn.”

"Ev meş meşek dirêj e"

Namzeta Durzî ya di hilbijartinan de Rana Kanso ragihand ku xwe ji namzetiyê xwe vedikişîne. Rana Kanso, anî ziman ku vekişîn tenê rawestgeh e, diyar kir ku ew ê li dijî desthilatdariyê têkoşîna xwe bidomînin û wiha domand: "Ev meş têkoşîneke ku meşeke dirêj tê de ye."

"Ez ji bo guhertinê hatim"

Namzeta kursiyê Sunnî Rima Kernabî jî li navçeya Baalbek-Hermelê namzet e. Rima Kernabî, da zanîn ku divê li hemberî pêvajoyên binakok guhertinek çêbibe û got ku, divê mûxalefet dengê xwe bilind bike û ji ber vê pêwîstiyê ew bû namzet. Rima Kernabî wiha berdewam kir: “Armancên min hene, ji bo ez îsbat bikim ku jin li vê herêmê perwerde dibin û bayê guhertinê çêbikim.”

“Ger bi ser bikevim ez ê mafê wekheviyê ji jinan re bixwazim”

Namzeta kursiya Şîeyan Serah Sevîdan jî got: "Ez çalakvaneke serbixwe ya civaka sivîl im di warê mafên jinan de. Ji ber ku baweriya min bi mafên jinan û şiyana wan heye, ez bûm namzed. Pêwîstiya jinan li parlamentoyê cîh girtinê heye û bi taybetî pêwîstiya me bi jêhatîbûnê heye. Ger ku ez bibim parlementer ezê beriya her tiştî derfetên wekheviyê ji bo jinan pêkan bikim. Ez ê daxwaza mafê wan bikim ji ber ku yasa ne ya jinan e, ez ê ji bo guhertina wê bixebitim.”

"Min yekemîn partiya femînîst li cîhana erebî damezrand"

Namzeta kursiya Sunnî Rola El-Murad jî da zanîn ku wê di sala 2004’an de rêxistina "Afaak" ya ku bi mafê jin û zarokan re mijûl dibe damezirand û piştre di damezrandina gelek komeleyan de beşdarî kiriye. Rola El-Murad anî ziman ku ew endama gelek komeleyan e û wiha got: “Min di sala 2014’an de yekemîn partiya femînîst li cîhana erebî damezrand. Armanca min ew bû ku jin bikevin qada siyasetê. Ev partî yekemîn partî bû ku ji aliyê jinan ve hat avakirin û di cîhana erebî de jî yekemîn bû."

“Wê welat bibe xwedî nêrînek nû”

Rola El-Murad di derbarê namzetiya xwe de jî wiha got: “Namzetiya min dîsa li ser wê baweriyê ye ku pêwîste jin beşdarî pêvajoyên biryardanê bibin, şiyana wê heye ku di asta neteweyî de guhertinan çêbike. Nêrînên wan ên siyasî hene ku dikarin ji bo dîtina çareyan ji van pirsgirêkan re bibin alîkar. Bi baweriya min ev welatê nexweş ku ber bi hilweşînê ve diçe, wê bibe xwedî nefesek nû, ruhekî nû û nêrînek nû.”