‘Namzediya Cemîle Îsmail cesaretê da jinan’

Cemile Îsmail ku di hilbijartinên serokkomariya Misirê de bû namzed, li ser biryara partiya xwe ji namzediyê vekişiya. Jinên Misrê gotin: “Em bûn şahidê namzetbûnê. Vê rewşê cesaretê da gelek jinan.”

ASMAA FATHÎ

Qahîre – Li Misrê ji bo hilbijartinên serokkomariyê ku wê di meha Kanûnê de bên kirin seroka partiya Zagona bingehîn a giştî Cemile Îsmail bû namzed lê belê Cemîle Îsmail ragihad ku xwe ji namzediya serokkomariyê vekişandiye. Cemile Îsmail di daxuyaniya xwe ya derb arê vekişandina namzediya xwe de diyar kir ku li ser biryara Lijneya giştî ya partiya xwe biryara vekişînê daye û wiha got:

“Ez rêzê li başa herî jor a Lijneya giştî ya partiya xwe re digrim û ez ê pabendê vê biryarê bim. Pêşniyara baroya siyasî erêkirina namzediya min ji aliyê lijneya bilind ya hilbijartina serokkomariyê ve ez paşde dikşînim. Ez dikaribûm ez namzediya xwe bi awayekî serbixwe temam bikim lê belê ji destpêkê ve daxwaza min ew bû ku ez ji bo pêşxistina warê siyasî ya partiya xwe beşdarî hilbijartinan bibim.”

‘Hejmarek gelek kêm jin di pêvajoyên hilbijartinê de dibin namzed’

Rojnameger, siyastemedar û aktivîstên jin ên Misrê, der barê vekişîna Cemîle Îsmaîl ji namzediyê de nirxandin kirin. Rojnameger Angie Sami diyar kir ku di pêvajoyên hilbijartinê de di kar û barên hilbijartinê de herî zêde jin beşdar dibin û wiha got: “Kar û barên jinan ên dengdanê tenê bi hilbijartina serokatiyê re ne sînordar in, jin di hilbijartina parlamento û sendîkayan de bi awayek zêde beşdar dibin. Lê belê ji bo namzediya jinan em nikarin heman tiştê bibêjin. Hejmarek kêm a jinan di pêvajoyên hilbijartinê de dibin namzed. Di pêvajoya hilbijartinan de ji sedî 1’ê jinan dibin namzed. Di hilbijartinên parlamentoyê de ji ber gef û gotinên nexweş beşdariya jinan sînordar dibe.”

‘Piraniya kesên ku di kampanyayan de kar dikin jin in’

Endama partiya Sosyal Demoqrat a Misirê û rêvebera projeye pêşxistinê Hebe Mumtaz da zanîn ku partiya wan derbarê jinan de cihêkariya pozîtif dikin û wiha got: “Di kampanya partiya me a namzetiya serokkomariyê de piranî ji jinan pêktê. Giringiya bikaranîna dengan, hilbijartina serokatî, di dema hilbijartinê de di  mijarên kar û bar de em jinan perwerde dikin. Jin di hilbijartinên serokkomariyê de bi awayek azad namzetên xwe hilbijêrin, di komîteyekê de bibe delege yan jî pêvajoya hilbijartinê şopandin derbarê pêkanîna siyasî de xwedî mafê ku di pozîsyonên cûda de kar bikin be.”

Heba Mumtaz bal kişand ser namzetiya Cemile Îsmail di hilbijartinên serokkomariyê ku wê di meha Kanunê de bê kirin û got: “Em bûn şahidê cesareta jinekê ku biryara namzetiyê bide. Wê ev rewş di pêşerojê de cesarete bide gelek jinan.”

‘Pêwîstî bi hewldanên zêde heye’

Direktora bernameyên Însiyatîfa jinan a Super Omnia Îbrahîn destnîşan kir ku Cemîle îsmail xwe ji namzetiya serokkomariyê bikêşe jî, bûna namzet bi serê xwe çalakiya cesaretek mezine û xala şikandinê ye û got: “Civakek ku hebûna jinê red dike, li beramberî pêşdaraziyê ye. Niha di şert û mercên jinan de pêşketinek heye. Lê belê ji bo civak erk bide jinan pêwîstî bi hewldanên zêdetir heye. Divê destpêkê di malbatê de guherîn were çêkirin. Piştre jin di navendên cuda yên biryardanê de cih bigrin û bibin xwedî erk.”

‘Jin ji bo dengan tên bikaranîn’

Omnia Îbrahîm amaje bi wê yekê kir ku hejmarek zêde ya jinan weke ruşweta hilbijartinê ji bo dengan tên bikaranîn û wiha got: “Namzet di ferqa hêza jinê dene, lê belê ev rewş di qadên aborî, polîtîk û civakî de nayê teyîsandin. Jin di qadên mijara gotinê de nayên dîqat girtin. Ev tablo ger bê fikirin ku erka binpêkirin û dûrxistinê li ser milê jinê be, li aliyekê daraza civakê ya qalibgirtî, li aliyê din encama xirabûna şert û mercên aborî û jiyanê ye.”

Omnia Îbrahîm da zanîn ku di derketina potansiyel û kêrhatiyên jinan de perwerde guherîna herî giringe û wiha got: “Perwerde di xwebarwerbûna jinê û di qadên cûda de bikarin biryar bidin û kêrhatiya hilgirtina erkê rêvebertiyê wê gelek bi bandor bibe.”