Namet Bedir El-Dîn: Zîhniyeta baviksalar li Lubnanê nahêle jin bibin xwedî biryaran

Namzeda berê ya parlamentoyê Nemet Bedir El-Dîn der barê pêşketina jinan a di ware siyasî de got: “Ev pêşketin jixweber çênebû lê belê ev encama destkeftiyan e. A yekem têkoşîna jinên Lubnanê zêdebarî komeleyên ku di warê jinan de kar dikin vê astê afirandin.”

 
KAROLÎN BIZÎ
Beyrûd- Tevî ku jin li Lubnanê ne xwedan mifteyên biryarê ne jî hebûna wan di navendên biryargirtinê de di van salên dawî de bi pêş ket. Nemaze piştî beşdariya girseyî ya namzedên jin ên ji bo hilbijartinên parlamenteriyê yên sala 2018'an.  
Çalakvan û namzeda berê ya parlamenteriyê, Namet Badr El-Dîn ku xwe ji bo pêşbaziya hilbijartinê ya pêşîn a 2022’an de ji bo ku bibe namzed xwe amade dike, qala rastiya jinên Lubnanê di jiyana siyasî de û bernameya wan a hilbijartinê dike.
"Beşdariya jinan ji bo hilbijartinên parlamentoyê encama têkoşînê bû"
Namet Bedir El-Dîn ji ajansa me re axivî û got; "Rastiya jinan li Lubnanê di jiyana siyasî de ji salên berê baştir e, ev yek jî li gorî hejmara jinên ku bûne namzedên hilbijartina parlamentoyê û hejmara jinên ku di hilbijartinên borî yên şaredariyê de bi ser ketine ye. Zêdebarî jinên niha xwe ji hilbijartinên pêşerojê yên parlamentoyê re amade dikin. Hebûna jina di jiyana siyasî de di dema şoreşê de û piştre di tevgera komeleyên jinan de derket hole. Heta çalakvanên di ware siyasî de êdî dibînin ku mafên jinan dozeke sereke ye.”
Nemet Bedir El-Dîn di vê mijarê de axaftina xwe wiha berdewam dike; "Ev pêşketin jixweber çênebû lê belê ev encama destkeftiyan e. A yekem têkoşîna jinên Lubnanê zêdebarî komeleyên ku di warê jinan de kar dikin. Ev komele gelek dozên girêdayî jinan wek karê jinan di siyasetê de, tundiya li ser jinan, mafên jinên li Lubnanê di bidestxistina hemwelatîbûnê de ji malbat xwe ve dişopîne. Di heman demê de roleke Komîsyona Neteweyî ya Karûbarên Jinan û Wezareta Karûbarên Jinan jî heye. Ev tevger û çalakî hemû li ser bingeha rojeva 2030’an a ji bo geşedana domdar hatin kirin ku tê de qala rol û piştgiriya jinan di ware aborî, siyaset û civakî de dike û budçe ji bo wan li Lubnanê hatiye veqetandin.”
"Bêyî kotayê, zor e ku mirov bigihîje meclisê"
Der barê kotaya jinan de wiha dibêje; "Ez li dijî kotayê bûm ji ber ku min ew wek cêwazî didît lê belê ew erênî bû. Ji ber ku jinên Lubnanê ne bi hewceyî kotayê ne da ku di warê siyasî de kar bikin an bigihîjin parlamentoyê yan hukumet an jî şaredariyê. Lê digel pergala siyasî ya mezhebî li Lubnanê, zilamên karîger û şerker ên ku heq dikin di warê qanûndanînê de xwedî biryar bin ango parlamento, li vî welatî şansê wan tune ye. Îcar wê jin çawa bin? Ji ber vê yekê, xuyaye ku em neçar in temsîla jinan li ser zîhniyeta Lubnanê ferz bikin ku ew bi piranî zîhniyetek partiya baviksalar e di meqamên siyasî de nûnertiya mêr, li şûna jinan tercîh dike. Ji bo ku jin bigihîjin meclisê dive ew xwedan dirav, partiyek siyasî ya piştgir, piştgiriya medya û piştgiriya aborî bin.”
Li kêleka faktorên ku hatin gotin, tiştek din heye ku nahêle jin bigihîjin parlamentoyê; "Ya ku nahêle jin bigihîjin parlamentoyê zîhniyeta baviksalar e. Jin hîn jî di qanûnên Lubnanê yên wekî ewlehiya civakî û zagona hemwelatîbûnê de tên paşguhkirin û ew di warê eqdestiyê de bi mêr re wekhev nîn in û piraniya jinên ku di warê siyasetê de kar dikin rastî biçûkxistinê tên. Ji ber vê yekê, di dema niha de bêyî kota zor e ku mirov bigihîje meclisê. Ev bûye 22 sal ku ez di warê siyasî de dixebitim. Ev sal hemû aliyek in û ezmûna hilbijartinên parlamentoyê li aliyek din e. Ji kêliya ku tu biryara hilbijartinê digrî heta derketina encaman tu hîs dikî tu wek li cîhaneke din bî, ji ber vê hilbijartina parlamantoyê ne hêsan e, ew bi hewceyî derfetan e."
“Zagona yekgirtî ji rewşa kesane re doza herî berbiçav a bernameya min a hilbijartinê ye” 
"Min biryar da ku ez beşdarî hilbijartinên pêşerojê ya parlamentoyê bibim, ez tenê bi hilbijartinê difikirîm ger ku qanûn were guhertin lê teqez ez ê biçim hilbijartinan tevî ku qanûn nayê guhertin. Ez ji tecrubeya xwe ya berê fêr bûm.”
Der barê bernameya xwe ya hilbijartinê de jî wiha dibêje; "Tu tişt di bernameya min a hilbjiatinê de nehat guhertin. Ji ber ku bajar nayê guhertin berovajî wê, her diçe xirab dibe. Ez bi wê yekê re me ku jinên Lubnanê mafê hemwealtîbûnê ji bo zarokên xwe bigre ji ber ku destûra Lubnanê wekheviya di navbera jin û mêr de destnîşan dike. Ez piştgiriya pêkanîna qanûneke yekgirtî ji rewşa kesane re dikim ji ber ku em ji pirsgirêkên hevberdan, zewac û danîngehê êşê dikşînin. Qanûn jinên Lubnanê paşguh dike û mafên wan kêm dike, bi taybetî di warê kar û misogeriya civakî de.”
Der barê beşa duyem a bernameyê de ku ji bo tevahî gelên Lubnanî ye wiha dibêje;    "Ev beş girîngiyê dide beşên tenduristî, aborî, civakî û jîngehî û bi çekdarkirina artêşa Lubnanê re mijûl dibe.” 
Hejmarek mezin ji jinan beşdarî hilbijartinên parlamantoyê bûn
Ger ku kota hatibe pejrandin, kî ne ew jinên ku dê bigihîjin parlamantoyê? Der barê vê pirsa me de Namet Bedir El-Dîn wiha dibêje; "Di mijara siyasî de Lubnan û partiyên siyasî yên bi hêz dê li pêşiya gihîştina jinên serbixwe, astengî hebe, yanî ji bêdêla gihîştina serokê parlemantoyê Nebîh Berî ji meclisa parlamantoyê re dê jina wê bighîje. Jina ku ji aliye partiye ve hatiye hilbijartin dê bibe raveka partiya ku wê hilbiartiye.
Namet Bedir El-Dîn îtîraf dike ku erênî û neyîniyên kotayê hene, dibîne ku li ber zextên navneteweyî yên li ser Lubnanê, partiyên Lubnanê dikarin razî bibin ku qanûna kotayê derbas bikin.
Der barê hejmara jinan a mezin ji hilbijartinên parlamantoyê ya sala borî de dibêje;     "Ramana hebûna jinan di karên siyasî de şikest. Ragihandinê rola xwe lîst, tevgerên gelêrî yên ku ji 2011’an ve hatine destpêkirin jî bûne xwedan rol. Kampanyaya  hilweşandina pergala mezhebî, kampanyaya "Na ji zêdekirinê re", kampanyaya çopê. Ev hemû hêmanên ku jêhatiyên jinan in û îsbat kirin ku jin bihêz in.
"Di partiyan de enerjiya jinan xurt e lê ew tên paşguhkirin"
Namet El-Bedir wiha didomîne: "Ji aliyê din ve, partiyên siyasî bi riya jinan kar dan destpêkirin. Ew êdî dizanin ku rojeva navneteweyî bi nûnertî û piştevaniya jinan ve eleqedar e. Ji ber vê partiyan, di pejirandina kotayê de berê xwe da perwerde û amadekirina jinan ji hilbijartinan re. Em înkar nakin ku di partiyan de enerjiya jinan xurt e lê ew tên paşguhkirin, ji ber ku partî wek civakeke baviksalar in, di hilbijartinan de timî zilamên xwedî pêwendiyên siyasî tên hilbijartin.”
Nemet El Bedir teqez dike ku mebesta wê gihîştina xwediyê bernameyê ye ji bo sempozyûma parlamentoyê. Çi jin be yan mêr be û wiha dibêje: "Celebek ji parêzvaniya navxweyî ya jinan heye, dibe ku ji ber paşguhkirin, dûrxistin û tawanên ku li dijî jinan hatine kirin be. Em hêvî dikin ku heke lobiyek jinan di nav parlamentoyê de were damezrandin, ew ê bibe alîkar ku qanûnên tundiya li ser jinan di teşeya wan a îdeal de were derxistin.”
Di axaftina xwe de, wê behsa nimûneyên hin jinên Lubnanê li parlamentoyê kir û got; "Her çend ez li ser xeta siyasî ji parlamenter Inaya Izedîn nerazî bûm jî ezmûna wê cuda û balkêş bû. Bi taybetî dema ku ew di hikumeta berê ya serokwezîr Saad Harîrî de bû xwediya geşepêdana îdarî. Wê modelek cuda û baş pêşkêş kir lê ezmûnên Bahiya Harîrî, Strêda Caca û Nîla Moawad ne serkeftî bûn. Ez dibînim ku hin jin hene divê tevli karên siyasî bibin, çi di parlamantoyê çi jî di hikumetê de, enerjiya wan heye ku tam jinên Lubnanê temsîl bikin.”
"Jin dikarin bigihîjin meqaman lê gelo hêza wan çawa ye?"
Der heqê Wezareta Karûbarên Jinan de ku di hukûmeta paşîn de tunebû de dibêje; "Armanca afirandina wê pêşbazkirina Komîsyona Neteweyî ya Karûbarên Jinan bû, ku bi serokatiya keça Serok Komar, Claudine Aoun bû, wê demê, civaka navneteweyî şîret li Saad Herîrî kir ku Wezareta Karûbarên Jinan nû bike lê navê wezaretê ne girîng e heke îradeyek siyasî hebe û mafên jinan bide jinan." 
Li ser hikumeta dawîn, ku şeş wezîrên jin tê de bûn, di nav de wezîr Zêna Aker jî heye, wiha şîrove dike; "Hebûna vê jimara jinan di hukûmetê de erênî ye û heke em îdia bikin ku em welatekî pêşketî ne bergiriya parastinê yan ya hundurîn radestî jinekê dike, wê hingê jin dikarin meqamên cur be cur bigrin.
Her çend kesayeta Zêna Aker xurt e û ji wezaretên Parastin û Karûbarên Derve re hatiye wezîfedarkirin lê hebûna wê di vê pozîsyonê de siyasî bû û em li ser bingeha jin an mêr desteserkirina wê ya ji bergiriyê re nanirxînin. Mînak; em bi tevahî dizanin ku Zêna Aker nikare artêşa Lubnanê bi mûşekên zemîn hewa çekdar bike. Ji ber ku hêzên wê bi pêşwazîkirina heyetan û hewldana wê ya çareserkirina hin pirsgirêkan di asta navxweyî de bi sînor e lê di asta stratejîk de hemû hikûmet bêbandor e. Em ê wê neheq bikin heke em li ser bingeha ku ew wezîreke jin e wê bidin nîşan. Jin dikare di hemû meqaman de be lê pirs ev e ku hêzên wê çi ne gelo?" 
Jin dikarin li hemberî qeyranan li ber xwe bidin
Der barê mijara jinan de gelo dikarin li hemberî zehmetî û qeyranên ku Lubnan dijî de li ber xwe didin de Namet Bedir El-Dîn dibêje; "Jin bêtirî zilam zextan tehrmul dikin, di demên qeyranan de dikarin bi budceyek niçûk malê birêve bibin. Jin êdî ne lawaz e, ez dibînim ku ger ol dûrî jinan bikeve dê ew bêtir rehet be. Zilamên oldar li Lubnanê ku parastina desthilatdariya siyasî dikin, li hemberî pêşketina jinan dibin asteng. Mînak, partiyeke siyasî ya mezhebî mîna "Hîzbullah" red dike ku namzedên jinan ji bo hilbijartinên parlamentoyê destnîşan bike.”
  Namet Bedir El-Dîn di dawiya axaftina xwe de wiha dibêje; "Ez dibînim ku dijminê herî mezin ê jinan jin e. Ya yekem ji ber nehezkirin û qehr û her wiha jin hene ku bi rola jinan bawer nakin û dihesibînin ku rola wan a kevneşopî ye, tenê di malê de yan jî bi hin pîşeyên wekî perwerde û hemşîretiyê re sînorkirî ye. Divê namzed tenê xwe li jinan negrin û ew ne tenê femînîst bin, axaftina feminist bigrin dest, wê demê ew dikarin baweriya her kesê bi xwe bînin."