Najle Boden: Hikûmeta nû dê bi jêhatîbûnên jin û ciwanan pêk were

Serokwezîra Tûnisê Najle Boden a ku bi avakirina hikumetek nû erkdar e, bi peyameke li ser medya civakî hesabê Twîtterê got dê hikûmet ji jêhatîbûnên jin û ciwanan pêk were.

Navenda Nûçeyan- Serokwezîra Tûnisê Najle Boden a ku bi avakirina hikumetek nû erkdar e, di tweetekê got ku dê hikûmet ji jêhatîbûnên jin û ciwanan pêk were û teqez kir ku bi avakirina hikumeta nû ya li welat dê jêhatîbûnên jin û ciwanan ji sedî 50 zêdetir bibe.
Hikûmeta nû bi jêhatîbûnên jin û ciwanan dê pêk were
Serokwezîra Tûnisê Najle Noden da zanîn ku derfeta pratîzekirina jêhatîbûna jin û ciwanan yek ji wan pêşiyan e ji bo pêşxistina aboriyê û başkirina rewşa jiyanî û tenduristî ye. Serokwezîra Tûnisê Najle Boden a ku bi avakirina hikumetek nû erkdar e, bi peyameke li ser medya dîjital ji hesabê xwe yê Twîtterê got: “Karê me yê destpêkê pêşxistina aborî û başkirina rewşa jiyanî û tenduristî û her wiha pêşîgirtina bêkariyê ye." 
Rêjeya jinan di hikûmeta nû de cara yekem e ku ji sedî 50 derbas dike
Her wiha bi şîroveyek li ser hesabê xwe yê Facebokê eşkere kir ku rêjeya jinan di hukumeta nû de cara yekem e ku ji sedî 50 derbas dike û da zanîn ku dê ew li ser avakirina hikumeteke yekdestar bixebite ji bo li hemberî zehmetiyên ku bajar rast tê bisekine û li ber xwe bide.
Axaftina serokwezîr wek bersivek ji bo xirabûna rewşa aborî hat û yekem mijar e ku serokwezîr behs dike. Ji ber ku ew dezgehek e ku deh sal e ji ber nearamiya siyasî êşê dikşîne. Piştî ku di navbera salên 2010- 2021’ê de mezinbûna Tûnisê gihîşt nêzî ji sedî 0,6’ê, di sala 2020’an de jî ji ber pandemiya koronayê kêmbûneke ji sedî 8,8’ê çêbû. Her wiha beşa geştyarî jî jê bandor bû.
Di meha Gulana borî de deynê Tûnisê giran bû û rêjeya bêkariyê gihîşt ji sedî 18.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Najle Boden di 29’ê Îlona borî de wek serokwezîra Tûnisê hat tayînkirin. Bi vî rengî ne tenê li Tûnisê, li welatên Ereb dibe yekem jina ku vê peywirê digre.