Naîla EL-Zexlamî: Em jin nemecbûrin di hemû şer û qeyranan de bibin qurbanî

Komeleya Jinên Demoqrat ên Tûnisê sedema taloqkirina 13 emîn kongrey xwe ya ku dê di 9’ê Nîsana 2021’an de bi durûşma “Jin li dijî hemû paşverutiyan in” li dar bixista agahî da.

Komeleya Jinên Demoqrat ên Tûnisê sedema taloqkirina 13 emîn kongrey xwe ya ku dê di 9’ê Nîsana 2021’an de bi durûşma  “Jin li dijî hemû paşverutiyan in” li dar bixista agahî da.
Tûnis - Komeleya Jinên Demoqrat ên Tûnisê komeleyeke serbixwe ya sala 1989 an hatiye damezrandin hewl dide hevsengiyekê di navbera her du zayendan de çê bike. Di derbarê sedemên taloqkirina 13 emîn kongreya xwe ya ku dê di 9’ê Nîsana 2021’an de bi durûşma  “Jin li dijî hemû paşverutiyan in” bihata lidarxistin agahî da. Ajansa me bi nivîskara giştî a Komeleya Tûnisî a Jinên Demoqrat Naîla EL-Zexlamî re hevdîtin kir.
Naîla diyar kir ku ji ber belavbûna nexweşiya korona komîteya berfireh a kongirê li darxistina hemû civîn û kongireyan qedexe kiriye.
Naîla da zanîn ku Komele bi taloqkirina kongirê rêzê ji birayra hikumetê re digre û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kongireya ku şadî û kêfxweşiyê temsîl dike, her wiha dibe cihekî siyasî da ku tê de nîqaş, dahurandin û rexne were kirin. Tevî ku piraniya partiyan di vê demê de kongire û civînên xwe li dar xistin lê me wek Komeleya Jinên Demqrat rewşa heyî ber çav re derbas kir.”
Di derbarê li darxisitna kongireya ku dê di roja 9 ê Nîsanê de bihata lidarxistin Naîla EL-Zexlamî dibêje: “9’ê Nîsanê rojeke tijî têkoşîn e ku divê hevsengiya di navbera her du zayendan de were bibîrxistin. Ew cejneke Niştimanî ya pakrewanên ku canê xwe fedayî azadî, welat û serxwebûnê kirine” Naîla dazanîn ku desthilata sisyasî a niha naxwaze rojên girîng ên bi vî rengî vejîn bike.
Naîla EL-Xelamî dibîne ku lidarxistina kongira 13’an di van rewşên hesas de dê ji yên berê cudatir be, ji ber ku ew di çarçoveyek cîhanî û navneteweyî ya cûda de amadekarî hatiye kirin.
Naîla bilêv kir ku li gel hin kes komeleyê tewanbar dikin û dibêjin ku tenê beşek ji jinan temsîl dike jî deriyê komeleya Jinên Demoqrat ên Tûnisê ji her jinê re vekirî ye, komele tevahî jinan temsîl dike û parastina hemû dozên jin dike.
Di derbarê kesên ku dê beşdarî Kongiretê bibana Naîla EL-Zexlamî diyar dike ku dê li kongireyê balyozên dewletên ecem û temsîlkarên rêxistinên mafên mirovan amade bana, zêdebarî kesayetên Niştimanî yên Tûnisî, ev kongire rawestgeheke siyasî û têkoşerî yê ye da ku mafê jin û qanûna hevseng a di navbera her du zayendan de were bibîr xistin.
Dihat çaverê kirin ku kongira 13’an a komeleyê dê bi amadebûna rêxistinên neteweyî yên hevkar ên komeleyê, Komeleya Tûnisê ya ji bo Parastina Mafên Mirovan, Sendîkaya Neteweyî ya Rojnamevanan, Komeleya Jinên Tûnisî ya Lêkolînê li ser Pêşkeftin, Civata Beytî û Komeleya Tunisî ji bo Parastina Azadiyên Kesane bihata lidarxistin.
Her wiha dê aktîvîstên femînîst ên ji Fîlastîn, Cezayîr, Turkiyê, Iraq, Sûriye, Sûdan û Lubnanê beşdarî kongreya komeleyê bana da ku parastina mafên jinan bikrana û ji bo hevsengî û azadiyê têkoşîn bidin meşandin nîqaş bikirana.
Naîla EL-Zexlamî dest nîşan dike ku li Tûnisê komele desthilata siyasî aciz dike, ji ber wê jî ji jinên Tûnisî re peyamek dişîne û dibêje: "bi mafên xwe ve girêdayî bin, hebûna xwe li qadên giştî îspat bikin û bibin namzetên partiyên siyasî û bila baweriya we bi we hebe. Ji tundiyê netirsin, dîwarê bêdengiyê bişkînin, gilî bikin dema ku hûn rastî tundî û destdirêjiyê neyên.
Naîla EL-Zexlam di dawiya axaftina xwe de got: “Dê dewreyek din a parlamentoyê di komeleyê de di nav sîh salên tekoşîna domdar de ku di sala 2018 an de dest pê kir, bi gelek hêviyan bidawî bibe. Ew jî ji ber berdewamiya xeta şoreşê a di riya destûra 2014’an û pêkanîna komek daxwazên rewa di geşedan û dadmendiya civakî û misogerkirina maf û azadiyên giştî û takekesî de ne.”