Nadia Buzendoufa: Divê jin bi xwe bawer bin

Perlementera Mirakêşî Nadia Buzendoufa bal kişand li ser giringiya jinê ya di nav siyasetê û diyarkir ku pêwiste jin di nava sîyasetê de têbikoşin û tenê bi dîmenên siyasî ve sînordar nemînin.

RAJA KHAYRAT

Marakeş – Li Mexribê gelek tedibîrên amadebûna jinan di hilbijartina meclîs û perlemanê de xurtkirine, lê amadebûna jinê di navendên biryarê de girêdayî gelek nêrînên çandî û civakî ne, prensîba hevsengiya makezagona Mexribê ya sala 2011’an ji pêkanînê gelek dûr e.

Derbarê sedemê piştgirînekirina jinan di navendên biryara siyasî ya perlementera Marakeş û sekretera komîteya perwerdeyî, çand û têkiliyan Nadia Buzendoufa van sedeman weke sedemên civakî, aborî û siyasî dizane û dibêje; “Li şûna ku jin tenê lîsteyên hilbijartinê temambike, êdî dem hatiye jin di xebatên siyasetê de aktîv bibin.”

‘Rola jinan di biryarstandinê de gelek sînordar e’

Nadia Buzandoufa di derbarê bejdarbûna jinan di nava sîyasetê de nirxand û balkişand ser sedemên bejdarbûna jinan di navendên biryardayînê de û wiha got:“Tevî hemû tedbîrên Mexribê ji bo beşdarbûna jinê di hilbijartinên parlementoyê de, lê hebûna jinan di navendên biryardayinê de ji ber sedemên cuda gelekî sînordar e. Hinek ji wan sedeman girêdayî jinê bi xwe ye, tenê dîmenê siyasî avadikin û yên din jî sedemên civakî û çandî ne. Tevî ku ezmûna jinan di hilbijartina hemû zagonan de hebû, her wiha di danîna nexşeya siyasî de jî hebû, jin bi awayekî baş piştgiriya namzetan dikin û tevlî kampanyên hilbijartinan dibin. Hebûna jinê di hemû meclisên hilbijartî de gelekî lewaz bû dema rewş wisa dibe hebûna jin di dîmenê siyaseta Mexribê de jî pir lewaz dibe.”

‘Nûnertiya jinan di nav meclîsan de lewaz e’

Nadia Buzandoufa destnîşan kir ku 10 sal li ser makzagona 2011’an re derbasbûye û yek ji destkeftiyên herî girîng prensîba hevsengiyê bû û wiha got: “Edî dem hatiye em rewşa berê derbas bikin, tenê du perlementerên jin sala 1993’an de di perlemantoyê de hebûn. Piştî 20 salan ew hejmar zêde bû û giha 90 jinên perlementer. Piraniya wan bi dengdayîna Kota bûn û tenê 4-5 perlementer bi rêya lîsteyan gihêştin perlemantoyê. Tevî ku prensîba hevsengiyê di makzagonê de heye, lê pêşxistina nûnertiya jinan di nava meclisan de hîne lewaze, ne li gorî hêviyên desteyên mafnasî yên jinên Mexribê ye. Ev jî ber di asta navxweyî de nebaweriya bi namzetên jin û partiyên siyasî, sîstema hilbijartina navxweyî xwe dispêre nêrînên eşîrî, ev jî astengiya jinê di zagonan de ye. Lê guhertinên di sîstema hilbijartinê de çêbûne, lîsta ciwanan veguherandin lîsteya jinan, hişt 30 jînên din zêde bibin, hejmara jinan 60 derbas nedikir, îro hejmara jinan zêdeyî 90 jinane. Dîsa jî em ji pêkanîna prensîba hevsengiyê dûrin.”

‘Bila jin tenê bi dîmenê siyasî sînordar nemîn e’

Nadia Buzandoufa der barê rola partiyan di perwerdekirina jinan de jî destnîşan kir ku, pêwîste partî di nava xwe de nîqaşên demokrasî û cudabûnê bihewîne û partiyên ku jinan ji navendên biryardayînê dûrdixe, bêdeng dike bila tenê bi dimenê sîyasî ve sînordar nekin û wiha dom kir: “Divê jin xwedî cesart be, li dijî hemû hewildanên dûrxistinê ji pêkanîna mafên zagonî têbikoşe. Mafê jinê di beşdarbûna siyasî de ji mafên herî girînge ku bigihije navendên biryardayînê. Çênabe ku em jin tenê ji bo dengên ji mêran re kombikin kar bikin, divê dengê jin di sîstema partiyan de bi xwe hebe. Gotina bindest bûye sedemê ku hinek jin ji siyasetê dûr bikeve. Jina siyasetmedar divê têbikoşe, li şûna ku weke qurbanî bimîne bila hemû mafên xwe di nava siyasetê bidestbix e.”

‘Jin divê di warê siyasî de ji xwe bawer bin’

Nadia Buzandoufa bang li jinên di nav sîyasetê de kir û got: “Divê jin di her qadê siyasetê  de ji xwe bawer bin û ne tenê di asta kampanyayên hilbijartinê mêran de bimînin. Zêdekirina beşdarbûna siyasî ya jinan girêdayî aliyê zagonî ye û di aliyê din de jî girîdayî sedemên civakî û jin bi xwe ye. Jina di warê siyasetê de kar dike, divê bi karîn û ji kêrhatiyên xwe siyasî bawer bin. Xwe weke avakera dîmenê siyasî tenê nepejrîne, beşdarbûna jinê ne tenê di asta kampaniyayên hilbijartinên mêran de be, an tenê dengê xwe bide û dengan bo mêran bîne, wisa dema hilbijartin bidawî dibin rola wan jinan jî namîn e. Divê jin astengiyên girêdayî jinan bi xwe derbas bikin, sedemên girêdayî civak, çand û kevneşopiyan, ew şerê civakê giştî ye daku hişmendiya mêr biguhere û hebûna jinê di navenda biryardayina siyasî de bipejrîn e.”

‘Edî civaka Mexrîbê di hebûna jinê ya di nav siyasetê de hişyar bûye’

Perlementera Marakeş û sekretera komîteya perwerdehî, çand û têkiliyan Nadia Buzandoufa di dawiya axaftina xwe de desnîşan kir ku rûxmê hemû astengiyan jî pêşketina jinan nirxand û wiha got: “Tevî hemû astengiyan jî pêşketinên di civaka Mexribî de çêbûn rolekî mezin di nêrîna jinê re çêkir, di hilbijartinên zagonî di Îlona 2021’an de jin di serê lîsteyên navxweyî de bûn û kursiyên xwe nava perlemantoyê, meclisên komî û odeyên pîşesazî de qezenç kirin. Ev nîşan dide ku ta astekê civak bi girîngiya hebûna jinê di jiyana siyasî de hişyar bûye. Her wiha bilindkirina asta nûnertiya jinan girêdayî piştgiriya partiyên siyasî ye û divê bihêlin jin bikevin nava refên wan û qalibên jinan berî di pêşkêşkirina piştgiriya hestyarî û derûnî ji namzetên mêr were guherîn.”