Muna Eledehmî: Îradeya gel ji bo bi dawîkirina nakokiyên siyasî faktora çareseriyê ye

Qadên Îraqê ji ber qeyranên di nava tevgera Sadir û çarçoveya hemahengiyê bûye şahidê dû alîbûn û xwepêşadanan, tirs heye ku ev nakokî bibe sedemê aloziyên hîn mezintir.

Navenda Nûçeyan – Berpirsa Rêxistina Jinan a Kerkukê Muna Eledhemî bal kişad li ser hilbijartinên dadperwerî û yên Îraqê ku pêşî li mafê miravan digre û bi bîr xist ku divê jinên hevbeş di qonaxa guherînê de bi çalakbin.

Parlementerên Îraqê piştî hilbijartinên Parlementoya Îraqê ku di Cotmeha sala 2021’an de hate li darxistin û piştî vê hilbijartinê carek din bû şahidê rewşek necihgir. Hilbijartina sala 2021’an jî di encama nerazîbûn û xwepêşandanên berdewam yên komên Tehîrî di sala 2019’an de ku weke hilbijartinên pêşwext hate kirin bû.

Di dema hilbijartinan de Muqdet Sadir 73 kursî bi dest xist û bû mezintirîn kutleya nûnertiya parlementoyê ku 329 nûneran bi xwe digre. Esedir di xwest navê serok wezîran bine û hikûmetek piranî ya nîştîmanî ava bike, lê belê ev ji aliyê çarçoveya hemahengiyê ve hate redkirin û heta niha jî hîna hikûmeta nû nehatiye avakirin û alozî û nakokiyên li Îraqê berdewamîn.

Van nakokiyên parlementoyê wisan kir ku Muqdet Sedir di meha Hezîranê de daxwaz ji nûnerên xwe yên di parlenmetoyê de kir ku îstifa bikin, aligirên Sadir jî di nava çend heftiyan de bi xwepêşandanan ketin nava parlementoyê.

Seroka Rêxistina Jinan ya Kerkukê Muna Eledhemî derbarê vê mijarê de bersiva pirsên ajansa me da û diyarkir ku civaka Îraqê rastî qeyranek mezin hatiye û bi rêya sîstema parçe û gendeliyan tê rêvebirin.  Mûna Eledhemî da zanîn ku di rewşek wisan ya siyasî de pêwîstî bi guherînek lez heye ku bibe bersîvek ji bo xwestekên gel, welatek serbixwe ji nûve were avakirin ku aramiya gel bi parêze û li ser bingehê aştî û demoqrasiyê bê damezrandin.

*Rewşa Iraqê ber bi ku derê ve diçe û sedemê nakokiyên di nava aliyên cûda de çiye?

Hemû ew hêzên serdest yên desthilatê berpirsyartiya rewşa kar digrin ser milê xwe. Îro em ji ber pergala tevlîhev û gendilêyê rastî qeyranek dijwar hatine û em dûbare dikin ku guherinek bi lez pêwîste, herwiha bersîvnedana bangawaziya gel ji bo gûherînê van nakokiyan kurtir dike. Armanca me guherîne di bersîva gelê me de ji derket holê ku ji bo mafê jiyanê bi keramet, welatek serbixwe, avabûn û aştîya medenî bi parêze. Divê li ser bingehê aştîxwazî, demoqrasiyê û hemwelatîbûnê bingehê welat daynîn. Nasnameya netewî bipejirînin, maf û azadiyê bi parêzin û bila dadperweriya civakê jî serwer be. Hêzên medenî û demoqrasî li gel xwepêşandanên aştiyane qêriyan, li gora wê îradeya gel di nava van nakokiyan de faktûrê çareseriyê ye. Dema ku parlemena bê desthilat were hilweşandin, divê di nava salekê de hilbijartinek azad û dadperwerane were encamdan û bi mercê ku yasayek demoqrasî ya hilbijartinek dadperwerane û serbixwe bigre nava xwe û hebe. Divê hilbijatinek wisa be ku nûnertiyek rast ya îradeya Îraqê têde hebe. Ger hilbijartin di çarçoveya yasa û destûra kevin de were encamdan, dê heman encama ku dibe sedemê nakokî û aloziyan derbikeve. Çareserî ew e ku hemfikirbûn li ser hilweşandina parlemen û encamadana hilbijartinên pêşwext û ew jî divê biryara gel bi xwe be.

*Li gor we kijan hewildan û têkoşîn wê ji bo damezrandina sistemek demoqrasî ku mafê hemû mesheban bi parêze û di berjewendiyê xelkê debe?

Pêngava yekem çareserkirina qeyranê, divê encamên hilbijartinê di berjewendiyê gel de be û tû aliyên hêzên ji derve di biryardanê de cih negre û ecama hilbijartinê bi awayek azad û demoqrasî were encamdan û têde gotinên dawî ya gelbe wê demê eve dibe îradeya rast. Her wiha damezrandina hikumetek serbixwe were avakirin ku kesayetek têkel û rastgo bigre nava xwe û û di berjewendeyê gel de be. Mekanîzmaya hilweşandina parlementoyê li gora yasayê divê destûr hatibe dayîn. Xelkê medenî, demoqratî û aştîxwazane di nava welat û azadiya fikir de di heman demê de bi taybet milk û malê wan hebe, eve jî dikeve dibin berpirsyartiya hikumetê de. Rewşa nîha ya Îraqê bi qeyranên dijwartir re derbaz dibe û nikare pirsgirêkên gel çareser bike.

*Rola jina di çespandina aştî û aramiyê de çiye? Bingehê wan di pergal û parlemena Îraqê de çiye û ji bo çareserkirina nakokî qeyranan divê çi were kirin?

Rola jinan di vê qeyranê de giring e, em daxwaz ji jinan dikin ku beşdarî pêkanîna hikûmetê bibin û di aliyê netewî de kar bikin û nekivin dibin gefên qeyranê de. Divê jin bi awayek dadperwerane û bi fikrê xwe cihê xwe di nava xwepêşandanan de bigre û di nava biryardayînê de jin cihê xwe bigre. Pilana ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan divê destpêkê ew hemû pirsgirêk werin çareserkirin û zemînek baş ji bo hilbijartinên pêşwext were amadekirin, da ku hilbijartinek demoqrasiyane were encamdan. Divê hemû saziyên  bajaran ji bi da ku êdî nakokî dernekeve û li beramberî hev gotinên nexweş neyê bi karanîn xebat bikin  û ji bo aramiya civakê kar bikin. Divê bi diyalogan pirsgirêk werin nîqaş kirin û ev diyalog li ser bingehê hevnîştîmaniya yeksanî di çarçoveya nasnameya Îraqê de encam bide. Li vêderê ez daxwazê ji jinan dikim ku divê jinên hevbeş di pêvajoya guherînê de çalak bin, em ji bo vegerandina nasnameya netewî û aramî û ewlekarî û aştiyê li Îraqê kar bikin.