Mizgîn Xelîl: Emê di dîzayîna nû ya cîhanê de xwedî statû bin
Cîgira Encûmena Cîbicîkar ya kantona Firatê Mizgîn Xelîl têkildarî geşedanên ku li cîhan û Rojhilata Navîn rû didin axivî û got: “Hemû hêzên desthilatdar amedekariyên 2025’an dike, emê jî weke Kurd bi destkeftiyên xwe statûya xwe mayînde bikin.”
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Cîgira Encûmena Cîbicîkar ya kantona Firatê a herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Mizgîn Xelîl geşedanên li cîhan û Rojhilata Navîn rû didin nirxand.
‘Hemû hêz amedekariyên ji bo 2025’an dikin’
Mizgîn Xelîl da diyarkirin ku şerê tê jiyîn xwe dispêre du hêzan û got: “Em niha şahîdiya pêlên şerê cîhanê yê sêyemîn dikin ku weke şerên beriya wê hemû hêz li ser desthilatdariyê şerê hev dikin. Ev şerê em behsa wê dikin di navbera du hêzên sereke de pêk tê ku Emerîka û Rûsya weke du hêzên bingehîn di dîzayîna cîhanê de rol dilîzin. Di encama van şer û pevçûnan de jî alozî û nakokiyên siyasî, aborî, leşkerî û civakî derdikevin pêş ku navenda van pevçûnan bûye Rojhilata Navîn. Ev hêz ji bo ku berjewendiyên xwe bînin cih, şer derbasî welatên Rojhilata Navîn kirin. Bi taybet jî tê zanîn ku ji bo Rojhilata Navîn proje hatiye amedekirin ku nexşeriya wê li gor berjewendiyên ev hêzên serdest bidin guhertin. Heta asteke mezin ev yek pêk tê ku parçebûneke mezin di Rojhilata Navîn dan avakirin. Em ji bîr nekin ku ev 2 sal in hevpeymana Lozanê jî bi dawî bûye, wisa xuya dike ku bêdengiyeke heye lê di rastiyê de amedekariyên mezin tên kirin. Bi taybet jî em bala xwe bidin gelek welat hilbijartinan çêdibin û amadekariyên cidî ji bo 2025’an tên kirin.”
‘100 sal qirkirin û tunekirina bê navber hat jiyankirin’
Mizgîn Xelîl di berdevamiya nirxandinên xwe de behsa poltîkeyên li hember gelê Kurd tên meşandin kir: “Me bal kişand ser hevpeymana Lozanê, lê di bingeh de ev hevpeyman ji bo qirkirin û tunekirina Kurdan pêk hat. Kurdan sed sal bi qirkirin û polîtîkeyên îmhayê derbaskirin, lewra di sedsala nû de em jî amadekariyên xwe dikin ku bibin xwedî statû. Ji bo vê jî em dibînin êrîşeke topyekûn li hember gelê Kurd û tevgera wê heye. Rast e di navenda van êrîşan de dewleta Tirk heye, lê plankirin ji aliyê hêzên hegemon ve tê kirin. Li ser vê bingehê em dibînin li çar parçeyên Kurdistanê jî polîtîkeyên wekhev tên meşandin, li Bakûrê Kurdistanê her tim pevçûn di navbera hêzên demokratîk û yên desthilatdar e heye, rewşa Rojhilatê Kurdistanê diyar e. Başûrê Kurdistanê jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin û ew bi rengekî rehet xwe lê bicih kiriye. Li Rojavayê Kurdistanê jî di van salên dawî de rewş bi temamî hat guhertin, lê dîsa jî êrîşên qirkirinê bê navber dewam dikin.”
‘Qirkirina Kurdan rojeva lihevkirinên Sûriyê û Tirkiyê ne’
Mizgîn Xelîl behsa nêzikatiyên dewleta Tirk û rejîma Sûriyeyê kir û got: “Dema ku aloziya Sûriyê destpêkir, dewleta Tirk piştgiriya hêzên opozosyonê kir, mezin û birêxistin kir û heta li gel xwe kom kir ku serokê Sûriyeyê jî weke qatil û terorîst binav kir. Dewleta Tirk wiha dikarbû destê xwe bavêje aloziya Sûriyeyê û xwe di nav de bicih bike. Ji bo vê jî hemû komên çete yên ji opozsyonê derketin, dewleta Tirk ji bo xwe bikar anî û şandin gelek welatên Rojhilata Navîn. Ev êrîş û çete li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê binketin û armanca dewleta Tirk neanîn cih. Lewra ew bi xwe ket tevgerê ku gelek êrîşên dagirkeriyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn û di encamê de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Niha jî piştî ewqas gotin û gefên Erdogan ji hikûmeta Sûriyeyê re, ji bo ku careke din derbe li pergala Rêveberiya Xweser û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bide, banga hevdîtin û lihevkirinê dike. Sûriyeyê û dewleta Tirk hemû nakokî û pevçûnên xwe jibîr kirin û li dijî gelê Kurd lihev dikin.”
‘Emê bi destkeftî û pirojeya xwe derbasî 2025’an bibin’
Herî dawî Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku ewê hebûna xwe di dîzayîna nû ya cîhanê de misoger bikin: “Di nava tevlîhevî û qeyranên ku li Rojhilata Navîn û cîhanê rû didin, yê ku xeta xwe hilbijartin û xwe spartin vîna gelê xwe Kurd in. Ev yek jî bi pêkanîna pergala Rêveberiya Xweser re misoger dibe, me di nava aloziya Sûriyeyê de xeta xwe diyar kir ku me cudayî herdû hêzên dijberî hev ji bo xwe proje amade kir û şoreş destpê kir. Ev şoreş ji bo gelê Kurd û hemû gelên bindest jî bû hêvî û derfeta misogerkirina statûya xwe. Di vî warî de rewşa Kurdan ji salên 1923’an hatiye guhertin ku îroj destkeftiyên me yên girîng û bihêz hene. Emê jî bi van destkeftî û projeya di nava destê xwe de biçin sala 2025’an ku em di nexşerê û dîzayîna nû ya cîhanê de hebûna xwe mayînde bikin. Emê wiha bikarbin demokrasî, azadî û wekheviyê, her wiha nirxên şehîdên me ku bi saya wan ev destkeftî hatin qezenckirin biparêzin.”