Mizgîn Xelîl: Desthilata niha ya Sûriyeyê ji bo jinan gefek e

Cîgira Meclîsa Cîbicîkar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl, hilbijartinên Meclîsa Gel yên Sûriyeyê bi gotinên “Desthilata niha li Sûriyeyê gefeke mezin li ser çarenûsa jinan e” pênase kir û got: “Em di avakirina pêşerojeke azad û demokratîk de bi îsrar in.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Rêveberiya demkî ya Sûriyê ku xwe weke hikûmeta veguhêz birêxistin kiriye, di 5’ê Cotmehê de hilbijartinên Meclîsa Gel a Sûriyeyê lidar xist. Di Meclîsa ku ji 210 nûneran pêk tê de, 119 kes ji aliyê komîteyên xwecihî û desteyên hilbijartinê ve hatin erkdarkirin.

Li gor qanûna hilbijartinan a rêveberiya nû, kotaya jinan a di Meclîsê de ji sedî 20 e. Li gor vê yekê, ji 210 kursiyan, tenê 63 kursî dikevin para jinan. Di hilbijartinên ku di 5’ê Cotmehê de pêk hatin de, tenê ji sedî 4 jin derketin.

Cîgira Hevseroktiya Encûmena Cîbicîkar a kantona Firatê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mizgîn Xelîl, helwesta xwe ya li hember beşdarbûna jinan a di hilbijartinan de nîşand da û pê ve girêdayî, rewşa Sûriyê jî nirxand.

‘Piştî 14 salên aloz tevlîhevî mezintir bûn’

Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku avakirina hikûmeteke nû ji bo Sûriyeyê komplo ye û rewşa Sûriyeyê wiha şîrove kir: “Sûriye niha rewşeke aloz û hestiyar jiyan dike. Di 8’ê Kanûna 2024’an de careke din li Sûriyê guhertinên mezin pêk hatin ku rejîma Baasê têk çû. Wek tê zanîn li Sûriyeyê gelek pêkhate hene ku dewlemendiyeke mezin di civaka wê de ava dikin, ji bo vê jî piştî 14 salên aloz hêviyên pêkhateyên wê yên pêkhatina armancên şoreşa Sûriyeyê hebûn. Mixabin careke din ev bendewarî binketin û alozî mezintir bûn. Bê guman ev rewş jî xwe dispêre encama guhertina hin tewaznên li Rojhilata Navîn û berjewendiyan, heta em dikarin hatina hikûmeta niha ya li ser desthilatê jî weke komployekê pênase bikin.”

‘Ji despotan ber bi cîhadîst û zayendperestan ve’

Mizgîn Xelîl diyar kir ku çarenûs û pêşeroja Sûriyeyê di nediyariyeke metirsîdar de ye, bilêvkirina nêrînên xwe wiha domand: “Mixabin mirov niha nikare li Sûriyeyê behsa aramî û ewlehiyê bike. Çima rewş bi vî awayî ye?  Ji ber ku a niha gelek kom, rêxistin û hêz di Sûriyê de ne ku ew jî ne hemwelatiyên Sûriyê ne, hêz û komên biyanî ne ku destdirêjiyê li ser çarenûsa Sûriyê dikin. Ji bo vê jî Sûriye ji pergaleke despot derbasî pergaleke cîhadîst bû ku bi dehan komên radîkal, cîhadîst û polperest lê zêde bûn. Ji bo vê jî pêşeroj û çarenûsa gelê Sûriyeyê di metirsî û nediyariyeke mezin de ye. Bi rêveberiyeke nijadperest, zayendperest û olperest gelo wê Sûriyê ber bi ku ve biçe? Pirseke ku bersiva wê zehemet e were dayîn.”

‘Destûr û hilbijartina serokatiyê binpêkirinên diyar in’

Mizgîn Xelîl ku rêveçûn û avakirina Sûriyeyê bi gotina “Sûriyê di rewşeke dijqanûnî de ye” pênase kir û wiha bal kişand ser vê mijarê: “Dema ku şoreşek pêk tê, bê gûman ev şoreş xwe dispêrin hin pîvan û prensîban. Lê di şoreşa Sûriyeyê de ev berovajî bû, me li dijî pergala Rêjîma Baasê îsyan kir lê niha jî pergaleke ji wê xirabtir û paşverûtir tê avakirin. A niha pêwîst bû ku di ji nûve avakirina Sûriyê de biryara navnetewî ya hejmar 2254 bihata bingehkirin û edaleta veguhêz pêk bihata. Lê ev yek heta niha jî çênebûye ku binpêkirin ji destûra bingehîn bigre û heta hilbijartina seroktiya Sûriyeyê dirêj dibe. Ji bo vê jî niha li Sûriyê qanûn, pîvan û biryarên navnetewî ne derbasdar in û bi temamî rewşeke dijqanûnî heye.”

‘Ji bo hilbijartineke demokrtîk û şefaf bingeh tuneye’

Mizgîn Xelîl li ser hilbijartinên Meclîsa Gel ev nirxandin kir: “Mijara hilbijartinên meclîsê ku pêk hatin jî, em di heman çarçoveyê de digirin dest. Ji bo pêkhatina hilbijartineke demokratîk û şefaf, zemîn nehatibû amedekirin. Ji xwe navê wê Meclîsa Gel e ku gel nûnerên xwe diyar dike, lê îrade û nûnertiya gel di nava hilbijartinê de tunebû. Ji xwe hejmareke mezin ji namzetan ango endamên meclîsê jî, serokê hikûmetê diyar kiriye. Di destpêkê de ji ber tevliheviya Sûriyeyê qaşo dê hilbijartin bihata taloqkirin, lê me dît ji nişka ve dîsa hilbijartin çêbûn û heta 3 parêzgeh jî bi hinceta ku bajarên ne aram in, hatin dûrxistin.”

‘Ji sedî 50’yê jinan di nava pergala Rêveberiya Xweser de ne’

Mizgîn helwesta jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li dijî hilbijartinan bilêv kir û wiha got: “Wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em van hilbijartinan bi rengekî cuda dinrxînin û em xwedî helwest in jî.” Mizgîn di berdewama nirxandinên xwe de bi van gotinan bal kişand ser rewşa jinan a di nava pergala Rêveberiya Xweser de: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinan nûnertî û pêşengiya xwe ya şoreşê di asta lutkeyê de nîşan dan. Di vî warî de jin bi gelek destkeftiyan jî derketin meydanê, mohra xwe li tevahî qadên jiyanê xistin ku zemînê vê yekê ji aliyê jinan ve hatibû amedekirin. Her wiha di pergala Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kotaya jinan ji sedî 50’î ye ku bi vê nûnertiyê tevlî dibe.”

‘Pergala ku tê meşandin tê wateya kilîtkirina jinan’

Mizgîn Xelîl got ku; “Nêzikatiyên hikûmetê gefeke mezin e li hember pêşeroja jinên Sûriyeyê” û hilbijartin wiha nirxand: “Di hikûmet û komîteyên ku ji nû ve hatin vesazkirin de jin tunebûn, çend jinên ku tên jimartin jî xizmeta desthilatdariya hikûmetê dikin. Ji bo vê jî em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi rengek neyînî li vê rewşê dinhêrin û wek gef û metirsiyekê mezin li ser nasname, vîn û hebûna jinan dibînin. Diyarkirina kotaya ji sedî 30 beşdarbûna jinan a li hilbijartinan jî, dikeve heman çarçoveya binpêkirinê. Lewra jî ev kirinên ku xwe didin der, careke din hewldana kilîtkirina jinan û çarenûsa wê di nava çar dîwaran de diyarkirin e.”

Girêdayî heman mijarê, Mizgîn Xelîl ev nirxandin jî anî ziman: “Em dixwazin vê bêjin; hebûna cewher, rol û nasnameya jinê ya di navendên biryarê de ne bi awayek şekil, di heman demê de avakirina pergaleke ku vîn û mafê jinan biparêze, armanca me ye. Piştî salên dirêj ji zordarî, desthilatdarî, paşverûtî û tunekirin nabe ku di avakirina Sûriyeya nû de rewşa jinan were paşguhkirin.”

‘Reng û hebûna jinan a di Sûriyeyê de wê pêkan bibe’

Cîgira Encûmena Cîbicîkar a kantona Firatê Mizgîn Xelîl got: “Em di avakirina pêşerojeke demokratîk û azad a ji bo jinan de bi îsrar in” û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Weke jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkoşîn, berxwedanî û sîstema me jî ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, nenavendî û bi prensîbên jinan e. Ev ne hewildan e, lê têkoşîneke ku em bi îsrar in di Sûriyeyê de reng û hebûna jinan wekhev û demokratîk be. Wê jin di navendên biryarê de hebin ku em vê yekê teqez dikin. Weke jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn û bi taybetî jî Koordînasyona Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî em dibêjin; hilbijartinên ku pêk hatin li derveyî pîvan û hiqûqê ye. Ji bo vê jî divê berpirsên ku dosyaya Sûriyeyê dişopînin vê mijarê bigrin dest û ji nû ve destûr, hikûmet û meclîseke ku pêkhateyên Sûriyeyê di nav de cih bigirin, nêrîn û hebûna jinan di nav de hebe werin avakirin. Bi vî awayî pêkan e ku em behsa pêşeroj û serkeftina şoreşa Sûriyeyê bikin.”