Mizgîn Hesen: Qanûnên rejîma Îranê ji bo jinan metirsî ne

Rêveberiya Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan Mizgîn Hesen ji aliyê polîsên Îranê ve qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî nirxand û got: “Qetilkirina Jîna Emînî berdewamiya dîrokeke bi êş a jinan e û qanûnên ku hene bûne metirsiya li ser jinan.”

ROJ HOZAN

Qamişlo – Jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên Îranê ve bi îşkenceyê hat qetilkirin. Qetilkirina Jîna Emînî bû pejirîna îradeya jinên Rojhlatê Kurdistan û Îranê û niha li hemû welatên cîhanê jin bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” diherikin qadan. Jîna Emînî bû sembola hevgirtina jinan û çirûska şoreşa jinên Rojhilatê Kurdistanê. Têkildarî mijarê Rêveberiya Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan Mizgîn Hesen nirxandin kir.

“Sîstema li Îranê zagonên hişk ji bo jinan dide pêkanîn”

Mizgîn Hesen bal kişand ser zagonên rejîma Îranê yên ku li ser jinan tên pratîzekirin û wiha domand: “Di nav sîstema rejîma Îranê de gelek zagonên bêmaf der heqê jinan de hatin derxistin. Yek ji van qedexeyan ew bû ku pêwîst e hemû jin di nav deverên giştî de sergirtî bin û tenê dest û rûyê wan xuya bike û ger parçeyek ji porê jinan bê xuyakirin wê demê ew jin tê îşkencekirin. Her wekî din ger jin serî li hemberî sîstemê rake ew jin wê jiyana xwe bedel bide. Di sala 1969’an de di dema şah de jinan hinekî di aliyê hiqûqî de cihê xwe girtibûn, dikaribûn bibin dadmend, parêzer û siyasetmedar lê di dema Xumeynî de ev hemû hatin rakirin û gelek qadên kar û xebatê ji destên wan hatin girtin. Mînaka wê jî jina dadmend Şêrîn Ebadî bû ku berê dadmend bû piştî wê ew û çend hevalên xwe yên jin ji peywirê hatin girtin der barê wan de doz hat vekirin lê wan serî li mafên mirovan dan heya careke din mafê xwe weke dadmend û parêzer bi dest xistin. Ji derveyî wê mijarên derexlaqî li ser jinan tên meşandin heya niha sinetkirina jinan di Îranê de rewa ye û herî dawî di sala 2015’an de sinetkrina jinan gihîşt rêjeya ji sedî 16. Ew bi xwe ji mijara jinan di nava kar û xebatê de ditirsin û qanûnên ku hene bûne wesîleya metirsiya jinan. Dîsa di mijara zewaca jinên di temenê biçûk de niha ji 9 salî heya 13 salî zarokan dizewicînin û zagonê vê yekê erê kiriye. Her wiha jê û şûnde mijara zewacê vekiriye. Kurd di çand û jiyana wan de ev zagonên wiha tune bûn ji bo wê em dibînin ji demekê heya demekê ew şoreşên jinan tên çêkirin û rêxistinên jinan dikevin tevgerê bi vî rengî neqebûlkirinê didin çêkirin. Her wiha gelek meseleyên din ên jinan di aliyê xwendinê de, mîras û şahidiya qanûnî de hene nayên bidestxistin û her jin di nav wê de fetisandine. Ji derveyî wê zewaca bêexlaqî heye ji bo 30 deqeyî heya dawiya jiyanê dikarin bi jinan re bizewicin, ev rengek ji neheqiya li ser jinan e. Ev yek pirsgirêkên civakî pir mezin bi xwe re dide çêkirin.”

“Serhildana niha li Îranê dest pê kiriye esas serhildana me hemû jinan e

Mizgîn Hesen, bal kişand ser rêjeya qetilkirina jinan di Îranê de û wiha pêde çû: “Îro em dibînin şoreş û tevgerên jinan li hemû cîhanê pêş ketine lê dema em dibînin ji bo parçeyek por jin tên qetilkirin ev kiryarên pir hov in. Di salên dawiyê de 565 jin di ber sûcên weke ku ew bi nav dikin (şerefê) hatine kuştin, ji derveyî mijarên îdama jinan û recimkirina wan. Yanî hemû şêwazên ku hene li ser jinan tên meşandin û ev jî di nava civaka jinan de esas nayê qebûlkirin. Di roja îro de ev serhildana ku niha li Îranê dest pê kiriye esas serhildana me hemû jinan e. Jin ji bo kesayet û azadiya xwe têdikoşin û kiryarên li ser wan tên meşandin sûcekî mirovî ye. Îro di hevpeymana mafên mirovan de madeyeke sereke heye dibêje her mirovek di fikir, nêrîn, çand û weke ku ew dixwaze bîne ziman azad e lê em mêze dikin li welatekî weke Îranê ev qedexe ye. Jin nikarin tiştekî ku bixwazin bikin her wiha cihê biryar û siyasetê li jinan qedexe ne. Di parlamentoya Îranê de ji 275 parlamenterî tenê 17 jin hene  û ew jî ne di cihên biryarê de ne tenê şiklî ne. Qetilkirina Jîna Emînî û nerazîbûnên li hember van kiryaran jin encax dikarin bi têkoşînê bibin bersiv. Îro em dibînin bi hezaran mirovên civakê li qadan in, demek bingehek heye ku îro di pêşengiya jinan de ev rejîma serwer tê hejandin.”

“Sîstemên baviksalarî ji hêz û pêşketina jinan ditirsin”

Mizgîn Hesen wiha dawî li gotinên xwe anî: “Pêwîst e jin ji têkoşîna xwe venegerin heya mafên xwe bi dest bixin bi taybetî di mijara azadiyê de. Bi rengekî giştî sîstemên îslamî li ser esasê baviksalarî ne ji bo wê ji zanebûn, hêz û pêşketina jinan ditirsin û dixwazin jin weke milk bin ji wan re. Ew zîhniyeta ku di hundirê sîstema Îranê de heye niha berdewam dike ji bo wê herî zêde li dijî jinan dixebitin. Banga me ji jinan re ew e ku serhildana xwe bigihîjînin serî û em hemû ji bo piştgiriya wan amade ne.”