Meşa jinan a ji bo sekinandina şerê navxweyî a roja 31’ Tebaxê

31’ê Tebaxa sala 1996’an di dîrokê de ji bo Başûrê Kurdistanê bûye rûpelek reş. Di wê salê de bi dehan jin li Silêmaniyê heta parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê rê girtin, ji bo pêşî li şerê navxweyî bigrin û ev roj ji bo gelê Kurd nebe rûpelek reş di dîrokî de.

TEWAR PENCEWÎNÎ
Silêmanî- Piştî serhildana sala 1991’ê herêma Kurdistanê bûye herêmek serbixwe û otonomî girtiye. di sala 1992’an de jî parlamentoya herêma Kurdistanê û hikumet hatiye damezrandin lê belê ev serxwebûn zêde nedomiya. Nakokiyên di navbera partiya YNK û PDK’ê de kûrtir bûn. Şerê desthilatdariyê û berfirehkirina navçeyan, nifûsa partiyan her wiha cêwaziya di navbera dahatûya xelkê sînor ê di bin desthilatdariya partiyan de bû sedema destpêkirina şerê navxweyî. Ev nakokî di sala 1994’an dest pê kir ji sala 1996’an heta 1998’an bi şerek dijwar bi dawî bû.
Di meha Tebaxa sala 1996’an de şer li Qeladizê di navbera YNK û PDK’ê dest pê kir, piştî sê mehan di 22’ê Tebaxa sala 1996’an de serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi nameyekê daxwaz ji Serokê Iraqê yê wê demê Seddam Hisên kir ku alîkariya wan di şer de bike û YNK’ê ji navçeya Hewlêrê û dorûberên wê derbixin û rejîma Iraqê ji vê daxwazê dipejirîne.
Di 31’ê Tebaxa sala 1996’an de leşkerên Iraqê bi tank, top û 30 hezar leşkeran bi hevkariya PDK’ê êrîşî baja2rê Hewlêrê dikin ji bo YNK derbixin û heta Kanî Wetman hêzên YNK bi cih dibin. Piştî wê hêzên YNK’ê heta Rojhilatê Kurdistanê û ji Silêmaniyê jî derdikevin. Her wiha ev şer bi dawî nebû, hêzên YNK’ê li gel pasdarên Îranê vegeriyan.
Jin ji bo sekinandina şerê navxweyî çend rojan heta Hewlêrê meşiyan 
Jinên Kurd di şoreş û şeran de xwedî roleke girîng in her dem, çi weke pêşmerge li çiyayên Kurdistanê, çi weke rêxistinên di nava bajar de û weke dayik, xwişk û malbat di salên şerên navxweyî de jinan di nava rêxistinên partiyên xwe de piştgirî û alîkariya partiya xwe dikirin û hewla wan a herî mezin ji bo sekinandina şer bû.
Di Gulana sala 1994’an de roja dawî ya cejna Qurbanê, bi pêşengiya Yekitiya jinên Kurdistanê bangawazî ji bo hemû jinên rêxistinan, kesûkarên şehîdan, partî û bêaliyan hat kirin ji bo aştî û bidawîkirina şerê navxweyî beşdarî meşê bibin û ji Silêmaniyê heta parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê bimeşin. Ji ber ku jin aştîxwaz in divê xwedî rola sereke bin. Ev biryar di demek wisa de bû ku rewşa hemwelatiyan li Başûrê Kurdistanê gelek xirab bû, tirsek mezin hebû.
Piştî 25 salan jinan behsa meşa xwe kirin         
Di 24’ê Gulana sala 1994’an meşa jinan bi beşdarbûna 209 jinan ji bajarê Silêmaniyê û dorûberên wê dest pê kir bi dirûşma ‘Belê Ji bo Aştî’ heta Hewlêrê domiya. Ev cara yekem bû li Başûrê Kurdistanê jinan bi vî awayî helwesta xwe ji bo nîştimaniyê nîşan dan û vê yekê di medyaya cîhanê de dengek veda di heman rojê de gelek nûçe û mijarên taybet ji bo medyayê hatin amadekirin û çar parçeyên Kurdistanê piştgiriya meşa jinan kirin û peyamên piştgiriyê ji bo wan şandin.
Zeyneb Reşîd hevjîna şehîd û Wezîre Mecîd Endama Yekitiya Jinên Kurdistanê, du jin in ku beşdarî wê meşa dîrokî ya jinan a ji bo aştî û sekinandina şerê navxweyî  bûn. Piştî 25 salan behsa xebat û têkoşîna xwe ya di wan deman de kirin. 
“Ji bo aştiyê em bi rê ketin lê belê PDK ne amade bû me bibîne”
Endama Yekitiya Jinên Kurdistanê û kesûkarên şehîdan Zeyneb Reşîd da diyarkirin ku ew bi rojan li ser pirsa girîngiya goftûgoyê diciviyan da ku meşê li dar bixin û wiha got: “Me di civînê de biryar da ku em meşek li dar bixin, ji ber ku di wê demê de PDK û YNK li Hewlêrê li dijî hev sekinîbûn da ku şer bikin. Piştî gihandina Dêgele me biryar da em biçin cihê şer li gel Mesûd Barzanî lê belê pêşmergeyên PDK’ê rê li me girtin bi çekên giran dora me girtin gotin hûn dikarin biçin Hewlêrê lê hûn nikarin biçin Serereş. Piştre jin bi rê ketin û heta Hewlêrê çûn û gihîştin Nexweşxaneya Azadî heta ku me bêhna xwe veda heta roja din sibehê em biçin parlamentoya Kurdistanê lê belê li wê derê jî PDK’ê rê neda derî li me girtin. Jin jî wê şevê li mizgeft2ê man heta bû roj. Roja din sibehê em çûn parlamentoyê.”
“Xelk ditirsiya dengê êrîşên PDK û YNK li ser xelkê belav dibûn”
Wezîre Mecîd wiha behsa armanca meşa xwe kir û got: “Em ji bo aştiyê bi ketin rê, ji ber rewşa xelkê gelek xirab bûn û gelek ditirsiyan bi şev agahî dihatin ku PDK û YNK êrîşî xelkê dikin, me jî got em meşê li dar bixin heta aştiyê em ê bidomînin lê belê li Hewlêrê PDK’ê rê neda em biçin Serereş. Jin nêzî 13 rojan em di nava parlamentoya Kurdistanê de li bajarê Hewlêrê man. Piştî westandinek bi zehmet û bi cihhêlana malbat û zarok û yên temenê mezin jî jin hemû bi biryar bûn. Rojane xelk dihatin serdana me dikirin û piştgirî didin. Berpirsên partiyan ji serdana me dikir. Piştî 13 rojan YNK vedigere parlamentoyê û daxwazên jinan bi danûstandinan û bidawîkirina şer dipejîrinin. Lê belê wekî ku ew jin behs dikin PDK’ê nepejirand û şerê navxweyî heta 31’ê tebaxê berdewam kir û anîna hêzên Iraqê ji bo herêma Kurdistanê, ew roj ji bo partiya desthilatdar a Başûr û dîroka Kurd bû rûpelek reş.”
Destkeftiya meşa jinan derxistina holê ya hêz û baweriyê bû
 Şerê navxweyî piştî meşa jinan a 13 rojan jî her berdewam kir. Lê belê destkeftiyek girîng a meşê derxistina hêza jinan bû ku dikarin di pirsa çarenûsa sazkirinê de deng û rengê wê hebe û ji tu hêzan netirse ji bo parastina niştimanî yekgirtî bin û her wiha derxist holê ku jin hêviya aştiyê ne û şerê navxweyî red dikin.
Encama şerê çend salan ê navxweyî yên di navbera PDK û YNK’ê de; Tenê di êrîşa 31’ê Tebaxê de 450 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdeyî 200 kes birîndar bûn û zêdeyî 100 kes bê ser û cih man û bi hezaran kes koçber bûn. Her wiha partî bûn du beş îdare û rêveberî, ev jî beşek din ji encama vî şerî ye ku heta niha berdewam dike, ev şer aştî û aramiyê nayne, bûye barek li ser pişta Başûrê Kurdistanê û dîroka Kurdistanê.