Meryem Ebû Deqa: Divê jinên Filistînê di hemû forumên navneteweyî de cih bigrin

Endama Ofîsa Siyasî ya Eniya Gel a Rizgariya Filistînê Meryem Ebû Deqa got ku divê jinên Filistînê di hemû forumên navneteweyî de cih bigrin, ji ber ku paşvekişîna wan di berjewendiya Îsraîlê de ye.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza – Endama Ofîsa Siyasî ya Eniya Gel a Rizgariya Filistînê Meryem Ebû Deqa, beşdarî gelek çalakiyên ji bo bihêzkirina jinên Filistînî dibe. Di van demên dawî de ji ber dagirkeriya Îsraîlî, piraniya beşdarbûna wê tenê bi konferans û civînên navneteweyî bi riya zoomê sînordar bû lê ew di wê baweriyê de ye ku ev beşdarbûn têrê nake. Meryem Ebû Deqa her roja duşemê beşdarî çalakiya protestoyê ya ji bo piştevaniya girtiyên jin li navenda Xaça Sor dibe û alîkariya belgekirina serpêhatiyên wan bi lêkolîn û gotaran dike.

"Min çavdêriya 50 xwendekarên zanîngehê kir"

Endama Ofîsa Siyasî ya Eniya Gel a Rizgariya Filistînê Meryem Ebû Deqa teqezî li ser girîngî û rola lêkolînên zanistî, bi taybetî li welatên Ereb, kir û wiha domand: "Min vê dawiyê çavdêriya 50 jinên ciwan kir ku lêkolîn û polîtîkayên xwe pêşkêşî Komeleya Lêkolînên Femînîst kirin û tiştê ku van jinên ciwan ji hev cuda dikir, cihêrengiya beşên wan ên zanîngehê bû, ji ber ku di nan wan de bijîjik, endezyar û parêzerek hebûn.

"Bila serpêhatîya min ji her jinê re bibe diyariyek"

Meryem Ebû Deqa eşkere kir ku di heyama pêş de ew ê hewl bide serpêhatiya xwe ya kesane belge bike û wiha pê de çû: "Ev serpêhatî ne tenê ya min e, ya nifşên paşerojê ye jî. Bila serpêhatiya min ji her jinê re bibe diyariyek da ku ew bizanibin beriya wan jî yên ku ji bo bidestxistina mafên wan têdikoşiyan hebûn. Divê jin di hemû forumên navneteweyî de cih bigrin, ji ber ku paşvekişîna wan di berjewendiya dagirkeriya Îsraîlê de ye ku ji destpêkê ve hewl da wan bixe zindanê û siyaseta nezaniyê li dijî wan bimeşîne. Lê ji ber ku jinên Filistînî di her warî de serkeftina xwe îsbat kirine, dagirkeriya Îsraîlê di hewldanên xwe de têk çûye."

"Divê jin bi hêzên siyasî re bixebitin da ku guhertinan pêk bînin"

Li ser geşepêdana aborî ya jinan ku ji ber projeyên biçûk an jî çandiniya zeviyan pêk tê, Meryem Ebû Deqa diyar kir ku serxwebûna darayî ew e ku aramiya derûnî û civakî çêdike, ji ber ku yên pereyê wan hebe dikarin bibin biryarder û rêz ji wan re tê girtin û wiha lê zêde kir: "Li ser asta zagonan jî divê jin bi hêzên siyasî re bixebitin da ku guhertinan pêk bînin. Der barê gotara femînîst de divê neyê perçekirin û divê hemû saziyên femînîst ji bo yekbûna wê bixebitin."

"Yek ji zehmetiyên ku ez dikşînim lawazbûna derfetên madî û siyasî ye"

Meryem Ebû Deqa da zanîn ku yek ji zehmetiyên ku di karê xwe de pê re rû bi rû dimîne lawazbûna derfetên madî û siyasî ye û wiha berdewam kir: "Kiryarên dagirkeriyê bi sînordarkirina saziyên Filistînê yên ku bi parastina doza Filistînê re mijûl dibin bi dawî nabin. Ji ber ku ew fînansekirinê di ser wan de esas digrin û hinên din jî wekî rêxistinên terorîst bi nav dikin, wek ku di van demên dawî de bi Yekitiya Komîteyên Jinan re û hin saziyên ku bi parastina zarokên Filistînê û mafên wan re têkildar in, qewimî."

Meryem Ebû Deqa axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Azadiya jinan bêyî serxwebûna welat nabe. Hemû jinên ku dikaribûn bigihîjin cihên biryardayûnê divê di yekbûna rêzên neteweyî û parastina projeya neteweyî de xebatên xwe temam bikin."