Meryem Abo Deqa û hûrguliyên têkoşîna jinên Felastînî

Endama Nivîsgeha Siyasî ya Eniya Gel Dr Meryem Abo Deqa ji aliyê Cezayirê ve di sala 2020’an de weke jina herî serkeftî di têkoşîna doza Filistînê û feminîzmê de hat nîşandan.

REFÎF ESLÎM
Geza-Beriya çend rojan dewleta Cezayîrê endama Nivîsgeha Siyasî ya Eniya Gel Dr Meryem Abo Deqa ku weke jina herî serkeftî ya sala 2020’an di têkoşîna li dijî dagirkeriya Îsraîlê, doza Filistîn û femînîzmê de nîşan da. Dr Meryem bi riya semînerek elektironîkî ya bernameya Zoom ku hevkarên wê di xebata têkoşînê de amede kiribûn ew hat xelat kirin.
Dr Meryem Abo Deqa bi hevpeyvinek a bi ajansa me NUJINHA yê re li ser hûrguliyên têkoşîn û rola jinên Felastînî di berxwedaniyê de nirxandin kir. 
Meryem Abo Deqa kiye?
Meryem Abo Deqa li gundê Absana mezin ya bajarê Xan Yûnis li kantona Gezayê ji dayik bû ye. Xebatên têkoşînê  di 12 saliyê de despêkiriye û welatparêziya xwe ji malbatê girtiye, bi taybet ji serpêhatiyên ku bavê wê jê re vedigotin, çawa dagirkeriya Îsraîlê erdên wan talan kirine bandor lê kiriye. Tevlî gruba vedîtinê ya dibistanê dibe û helbestan dinivîse. Yek ji helbesta wê jî "Ez koçber jiyan nakim" bû.
Meryem ji me re qala çawa dibistana wê ya navîn ji hêla dagirkeriyê de hate dûrpêçkirin dike. Şerê 1967’an weke zarpekê ji jor ve bi ser filistîniyan de barî. Ev yek bandorek mezin li ser keseyata wê ya welatparêzî dike. Dema xwe beramberî leşkerên Îsraîlê yên bi rext û çek dibîne, dara behîvê ji xwe re kir parestgeh û xwe ji wan parast. Piştî du heftan li malekê dimîne, heta aramî çê dibe vediger mala xwe.
Peywendiya bi serokên Ereban re
Piştî Meryem Abo Deqa vegeriya malê bê bersiv nema, wê gelek name û daxuyanî ji damezrînerê Rêxistina Rizgariya Filistînî Ahmed Al-Şiqêrî şand. Di peyamên ku dişandin de daxwaziya erkdarkirina keçikan di nav rêxistinên leşkerî de bê pejirandin dikir. Sozdayîna Al-Şiqêrî li gel wê teşwîq û serbilindî zêde kir û hêviyên pêkanîna rola xwe di nava refên têkoşînê de wek mêran mezin kir. 
Dr Meryam bilêv kir ku, piştî bersiva Al-Şiqêrî, hestek teşwîqa welatparêzî pêre bilind kir ku bi serokê Misirê nemir Cemal Abdl Naser re bikeve nava peyîwendiyant. Di biçukaniyê de nîşaneyên hestên rêveberiyê pêre diyarbû. Zaroktiya wê bi xwendin û nivîsandina gotarên dijberî "dagirkeriya Îsraîlê" û di siyasetê de li hemberî komkujiyên ser jin, zarok pîr û kalan dihat kirin xwedî helwestbû heta roja hatî girtin jî.
Girtîgeh û sirgun
Keça Filstînî Meryem dema di 15 saliya xwe de tê girtin, hevoka ku dayika wê jê re gotiye: “Ger tu li hevalên xwe bidê, ne tu keça minê, ne jî te dinasim” wek neqşekç li ser giyana wê bandor dike û wê bandor dike. Ji ber gotina xayîn pir xirabe û bi malbatî di ferqa wê de ne. Meryem di 17 saliyê de ji welat hate sirgun kirin. Piştî sirgunê dayika xwe di 25 saliya xwe carekê dît. 
 Abo Deqa destnîşan dike ku dagirkeriya Îsraîlê her dem jin dikirin hedef û digirtin, ji ber dizanîn cihê wê ya civakî, derûnî û hişmendî ya jinên Filistînê pir pêroz bû di wê demê de, destdana wan qedexe bû, lewra dixwastin wek belgeyekê zextê li ser filistiniyan bikin, lê belê jinên Filistînî lêpirsîn weke cihekî perwerdê ku çand û hizira xwe ber bi asoyên bilind ve hilgirtin da ku ji jiyana derve qutnebin didîtin.
Despêkirina doza têkoşîna derveyî welat
Meryemê da diyar kirin ku piştî azadkirin wê ji zindanê derbazî Lubnanê dibe û gelek peyweran digire, ji fermandar bigire heya berpirsê leşkerî, siyasî û sendîkayî, pişti re derbazî Urdin, Cezayêr û hin welatên din dibe û di xebatên cur be cure de cihê xwe girtiye, her wisa di wan deman de dagirkeriya Îsraîlê mala wê hildiweşîniye û gelek ji endamên malbatê girtine, rewşa heyî ew dixistin nava xemgîniyê ji ber kêmbûna derfetên ragihandinê û têkîlî bi wan re kêmbû.  
Meryemê  bilêv kir ku tevlî damezirandina Yekitiya Giştî ya Jinên Filistinê bû û bewernemaya mecisteriyê li ser pêşxistina hişmendiya siyasî ya jinên Felastînê li Bulgarîstanê di salên (1970-1990) de stand, her wiha dektora jî ji eynî zanîngehê ji bo nameya mecistêra, ya ku li ser azadiya jinan ji kevneşopî û çanda Ereban, stand û xelata rumetê ya endamtiya Yekîtiya jinên Bulgarî ji ber rola xwe ya girîng di xebatê de digire.
Di pêvajoyên têkoşînê de Meryemê gelek nasnavên giring girtine, wek Sekretera Yekîtiya Gîştî ya Jinên Felestînî li Gazeyê, endama Desteya Kargêrî ya Yekîtiya Gîştî ya Jinan li Sûriyê û endama Desteya Kargêrî ya Yekîtiya Gîştî ya Lubnanê û hin navên din. Deqayê tekez kir ku hêviya wê pîştî 30 salî ji koçberiyê li xaka xwe vegere, her wiha piştî destûra serlêdanê digire nema vediger û niha li gundê dayika xwe Absan dimîne.
Jinên Filistînî û siyaset
Dr Meryem Abo Deqa tekez kir ku jinên Filistînî di dema avakirina partiyan de rola xwe negirt, ew jî ji bo hin serdemên  sereke yên weke dagirkeriyê ku di nav civaka Filistînê de perçebûna mezhebî û fikrî çêkir, ji xwe rewş xuya ye ku derfetên xwendin û aborî hilweşiya, ev hemî jinê dikin pirsgirêk, rixmî civaka Filistînê xwediyê hişmendiyek siyasî ye jî.
Di darberê têkoşînê de Meryem Abo Deqe bilêv kir ku rixmî rewşa jinan di dema xwe ya dijwar de, dema derketin tevgerên Niştimnî ya Ereban ku  ji tevlîbûna jinan di qada leşkerî de nedipejirandin ew beşdarî gelek şoreşan bûne û gelek jinan jî jiyana xwe ji dest dane, wek Delal El-Megribî û Tegrîde El-Beta, her wisa bi bîr xist ku bavê wê li hemberî wê derket, lê di 1976’an de guhertin hatin çêkirin û jinan biryara tevlîbûna nava refên têkoşînê dan. 
Meryem gotina xwe domand, hey bi roja îro jinan dev ji têkoşînê bernedane, ji ber çi diqewime di situyê wê dene, ango dema hevjînê wê tê kuştin dibe berpirsiyariya malê û berpirsiyariya zarokan hildigire. Dema nebûna kar û rewşa aborî jî hebe be her jina Filistînî li gel mêr derfetên kar dîtiye û  kar kiriye.
Dawiyê Meryemê xemgîniya xwe ya ji bo zarokên Gazayê diyar kir ku, zarokên îro navên gund û bajarên xwe nizanin û bi axa welêt ve girêdanek hezkirinek kûr  tuneye, ev jî bandorke neyîn li doza civaka Filistînê  dike û xetereyek mezine.