Meral Daniş rewşa girtiyên nexweş ji Wezîrê Edaletê pirsî

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, pirsgirêkên ku girtiyên nexweş dijîn ji Wezîrê Edaletê Abdulhmaît Gul pirsî.

 
Enqere - Li girtîgehan her ku diçe hejmara girtiyên nexweş zêde dibe û rexmî vê jî girtiyên nexweş nayên berdan. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, pirsgirêkên ku girtiyên nexweş dijîn bir rojeva meclisê û rewşa wan ji Wezîrê Edaletê Abdulhmaît Gul pirsî. Meral, destnîşan kir ku rewşa girtiyên nexweş giran e û ji ber ku dozger rayeya xwe bi awayekî kêfî bi kar tînin, girtiyên nexweş dema ku li benda raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) dimînin jiyana xwe ji dest didin. Meral, di berdewamê de qala binpêkirinên mafan ku li dijî girtiyên nexweş pêk tên û got ku di 17 salan de 3 hezar û 502 girtiyên nexweş rexmî ku rewşa wan giran e jî nayên berdan. 
Ji çend pirsên ku derbarê rewşa girtiyên nexweş de Meral bi daxwaza ku bibersivîne ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul kir wiha ne:
“* Li gorî daneyên wezareta wê çend girtiyên nexweş hene? Derbarê nexweşiyên wan de lêkolîneke we heye. Heke hebe daneyên hatine bidestxistin çi ne?
* Dema desthilata we de çend girtiyan jiyana xwe ji dest daye?
* Hinceta qedexeya revîrê ya ji bo girtiyan çî ye?
* Çima pêvajoya tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin?
* Weke di mînaka Mehmet Emîn Ozkan de hinceta kelemçekirina girtiyên nexweş ên rewşa wan giran çî ye? Feydeya vê pêkanînê ya ji bo cemawerî û hiqûqê çî ye?
* Girtiyên nexweş ên nikarin bi tenê bişîn çima nayên berdan? Feydeya hiştina van girtiyan a li girtîgehê ji bo cemaweriyê çî ye?
* Rojeveke we ya berdana girtiyên nexweş ên rewşa wna giran heye?"