Meral Daniş Beştaş: Êdî zam vegeriya zilmê

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di civîna çapemeniyê ya li meclisê lidar xist de mijarên di rojevê de nirxand û bal kişand ser kuştinên jinan û zamê.

Enqere- Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Meral Daniş Beştaş, bi pîrozkirina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dest bi axaftina xwe kir. Meral Daniş Beştaş, destnîşan kir ku Berxwedana Kobanê ji hemû gelên cîhanê re bû hêvî û wiha got: “Roja Kobanê ya Cîhanê li hemû gelan pîroz be. Ez rêz û hezkirinên xwe ji wan kesên ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê nirxên mirovahiyê bilind dikin re dişînim. Ez kesên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane bi minetdarî bi bîr tînim.”
Meral Daniş Beştaş, qala hevdîtina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re ya li Romayê kir û wiha axivî: “Hevdîtina Biden û Erdogan ev demeke dirêj e di rojevê de ye. Weke hûn dizanin, herî dawî dema çû New Yorkê bi Destîcî re hevdîtin kiribû. Bawer im nedikarî li vir pê re hevdîtinê bike. Di dawiyê de bi lobiyên mezin û pereyên ku tên xerckirin ev hevdîtin pêk hat. Em hemû dizanin ku di hevpeyvîna saetekê de çiqas ked û hewldan hatiye dayîn. Pirsgirêkên binyadî di hevdîtina saetekê de nayên çareserkirin, em ê nehêlin ku welatiyên Tirkiyeyê bi gotinên xweş werin xapandin. Careke din hatiye dîtin ku mijarên nelihevkirinê hene û asta demokrasiyê li Tirkiyeyê mijara rexnedayînê ye, bêguman di mijara S-400 û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de lihevkirinek nîne û heta ev polîtîka dewam bike jî kes nikare li bendê be. Erdogan û hevkarê wî yê biçûk hewl didin tedbîrên bi vî rengî yên li pêşberî krîza ku li hundir afirandine, rewa bikin. Ev nayê qebûlkirin. Pêwîst e Tirkiye li hiqûqê vegere, divê pergaleke nû ya hiqûqê were avakirin. Çareserî ne li Amerîka, Glasgow, New York, Moskowê ye, çareserî Meclîsê ye. Tişta ku pirsgirêkên hiqûq, mafên mirovan û demokrasiyê çareser dike siyaset e.”
“Êdî zam vegeriya zilmê”
Meral Daniş Beştaş, bal kişand ser zemên hatin kirin jî û wiha berdewam kir: “Ji sedî 47 tarîfeya xwezayî ya santralên  ku ceyranê dihilberînin zêde kirin. Di meha Cotmehê jî ji sedî 15 zam hatibû kirni. Tekane tişta zam lê nehat kirin meaşê kedkaran e. Zama ji dogalgazê re hatiye kirin jî wê bandorê li enflasyonê bike. Wê ev zam bandorê li her derê bikin. Zemkirina meaşê kedkaran a ji sedî 3-5 weke lutufekê tê pêşkeşkirin lê meaşê Erdogan derket ser 100 hezar TL’yî. Ev jî ji sedî 14 zam e. Ji karker û kedkaran re jî ji sedî 5,88 hat kirin. Edaleta wan evqas e. Di encama van zeman de wê welatî bikaribin amûrên ku bi ceyranê dixebitin bixebitînin? Wê îsal kombi neyên vekirin, mirov wê bi betaniyan şev û rojên xwe derbas bikin. Ev jî tê wateya ku zêdetir nexweşî û xizanî dê pêk were. Êdî zam vegeriya zilmê. Di navbera 1'ê Çileya 2021 û 31'ê Adara 2021'an de 90 mîlyon fatûre hatine birîn. Nêzî milyonek fatûre aîdî malan, milyonek û nîv aîdî tesîsên hilberîna pîşesaziyê, 2 milyon aîdî avahiyên bazirganî û 2 milyon jî aboneyên avdanê ne. Li aliyê din li gorî daneyên dawî yên EPDK'ê milyonek û 279 hezar qutkirina gazê hatiye kirin. Birîna 840 hezar fatûreyan, ji ber fatûreyên ku di dema xwe da nayên dayîn in. Ev hejmar dê bi zamên herî dawî re berdewam bikin.”
Meral Daniş Beştaş, da zanîn ku her roj jin tên qetilkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema jin tên qetilkirin tu cudahî li ber çav nayê girtin, temen, perwerdehî an jî rewşa aboriyê.
Jinbûn têra kuştina wan dike. Bergiriyên ku dewlet nagire û polîtîkayên bêcezatiyê, cînayetan didomîne. Herî dawî Şebnem Şirîn hat qetilkirin. Dema jin dihatin qetilkirin, Peymana Stenbolê pêk dianîn destê daraz û polîsan direcifî. Ez bang li celadan dikim. Teqez em têk naçin, zêdetir li berxwe didin, em ê têkoşînê zindî bihêlin û heta ku cînayetan bisekinînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”