Meclisa PYD’ê parastina mafên jinan û nasnameya wan a siyasî ye

Berdevka Meclisa Jinan a PYD’ê Zehra Semeo da zanîn ku Meclisa jinan di PYD’ê de yek ji destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Her wiha ji bo avakirina civakê, rêxistina jinan û parastina mafên wê yên siyasî hatiye damezrandin.

 
EBÎR MUHEMED
Qamişlo-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) partiyeke siyasî ye di 20’ê Îlona 2003’an de li Bakurê Sûriyeyê hat damezrandin. Ew di nav Kurdên Sûriyeyê de partiya siyasî ya pêşeng tê hesibandin. Di nava partiya PYD’ê de Meclisa Jinan a PYD’ê jî heye, cihekî xwe yê taybet ji bo tevahî jinên siyasetmedar û parastina mafê wan ên siyasî digre her wiha referansa herî bilind a jinan e. Ji bo ku zêdetir em xebatên vê meclisê nas bikin, berdevka Meclisa Jin a PYD’ê Zehra Semeo ji me re axivî. 
Armancên avakirina meclisa jinan di partiya PYD’ê de
Zehra behsa astengiyên ku jin tê re derbas dibûn beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir û armanca avakirina meclisê anî ziman û ev tişt got: “Di civaka me de her tim jin dûrî aliyên siyasî bû û rola wê di siyasetê de tunebû. Di şoreşa Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jinan gavên herî esasî û bi nirx avêtin û rola pêşengiyê girtin ser milên xwe û di aliyê siyasî de jî bûn xwedî mîsyon. Kar û xebatên me yên Meclisa Jinan a (PYD)  ji 2018’an ve hatine bi rêxistinkirin û dengvedaneke pir xurt qezenc kir. Siyaseta berî şoşerê di welatê me bi devê mêran bû û encamên wê serweriyê jî berovajî li ser jinan dihatin meşandin. Îro bi şoreşê re rola sereke ya jinan e û li ser asasê wê jî meclisa me kar û xebatên xwe dide meşandin.”
Jinên ji hemû pêkhateyan cihê xwe di meclisê de digrin   
Zehra da zanîn ku Meclisa Jinan a PYD’ê jinên hemû pêkhateyan di nava xwe de hembêz dike û wiha domand: “Gelek êrîş ji aliyê dewletên kepîtalîst ve li dijî jinan hatin kirin, jin ji mafên xwe mehrûm bûn û tu destûr û zagon ji bo parastina xweserbûn û jiyana wan nehatibûn pejirandin. Jinan îro bi şoreşê re gavên pir berbiçav avêtine û jinên tevahî pêkhateyan di nava xwe de hembêz kiriye. Di heman demê de pêşxistin û rêvebirina civakê jî ji erkê me ye. Di meclisê de rewşa jinan tê nîqaşkirin û çareseriyên guncav ji bo wan tên pêşxistin. Jin di aliyê girtina biryarên siyasî de jî xwedî nêrîn û misyon in, ji bo wê jî her dem êrîşên dijwar li ser vê rêxistinê tên meşandin û dixwazin rê li pêşiya projeyên jinên avaker bigrin.” 
 “Zîhniyeta paşverû dê bi jinan were guhertin”
Zehra bal kişand ser bûyerên dawî yên tundiya li ser jinan ku bandorên neyînî li ser derûniya wan kir û wiha pêde çû: “Bûyerên dawî yên tundî û qetilkirina jinan bandoreke neyînî li ser derûniya me tevahî jinan kir. Ev bûyer bi xwe jî berdewamiya zîhniyeta DAIŞ’ê ya li hemberî jinan e. Em weke meclisa jinan dixwazin van bûyeran ji holê rabikin û bi riya pêşxistina hişmendiya jinan zîhniyeta civaka paşverû biguherînin. Em dixwazin xalên herî girîng û pêwîst di aliyê aborî, siyasî û gelek xebatên din ji bo civaka xwe de pêşkêş bikin. Em dixwazin civakeke hevbeş, rizgarkirî, demokrat û paqijî biafrînin. Li ser wê esasê hevdîtinên me yên dîblomasî bi partiyên siyasî û bi rêxistinên jinan re çêdibin. Ya girîng ew e ku mafên jinan di hemû qadên jiyan û siyasetê de bê teysandin.”
 “Projeyên me yên li dijî qetilkirina jinan berdewam dikin”
Zehra projeyên meclisa jinên (PYD) li dijî qetilkirina jinan anî ziman û wiha bi dawî kir: “Projeyên me ji bo bûyerên tundiya li ser jinan û rawestandina qetilkirina wan her berdewam dikin. Di heman demê de me destûrên ku rola jinan tê de pêşeng be nivîsandine û niha di pratîkê de ne. Xebatên me dê berdewam bikin heya ku tevahî jin di asta cîhanê de nasnameya xwe ya siyasî bigrin.”