Meclîsa Jinê ya HDP'ê li hemberî hedefgirtina jinên siyasetmendar kampanya da despêkirin

Meclîsa Jinê ya HDP'ê li hember gotinên jinên siyasetmedar hedef digirin bi navê "Hay ji gotinê xwe hebin" kampanyaya îmzeyan dan despê kirin.

Enqera- Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP ) li dijî kes û gotinên jinên siyasetmedar hedef digirin dest bi kampanyaya îmzeyê ya bi navê "Hay ji gotinê xwe hebin" kirin. Di daxuyaniya têkildarî kampanyayê de hat ragihandin tundiya mêr dewletê nasekine her roj komkujiyên li ser jinan zêdetir dibin û wiha hat gotin:"Nefret, dijminatî, zayendperestî her ku diçe zêdetir dibin. Îktidara siyasî ji bo pêşî li zayendperestiyê bibire tiştekî nake. Ji kursîyên meclîsê daxuyaniyên dijminatiyê pêş dixe dikin. Wekî di Peymana Stenbolê de li dijî vê yekê em mafên xwe hembêz dikin."
“Em bêdeng namînin”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Em jin bi sîstema hevserokatiyê û bi nûnertiya wekhev bi raperîna xwe li qadan e. Em daxwazên xwe veşartî naynin ziman. Jinên bi zextan nakin bin desthilatdariya xwe vê carê bi heqaretên zayendperest û hewildana lîncê dixwazin bikin bin desthildatariya xwe. Em li dijî gotin û êrişên zayendperest ên siyasetmedar û muxalifên jin êdî dibêjin bes e. Em bêdeng namînin. Em bi beden, nasname û hebûna xwe li dijî desthilatdariya mêr li ser piyan e. Em gavekê jî paşde navêjin."
Hûn dikarin ji ser vir xwe bigihêjin îmzeyê:

https://docs.google.com/forms/d/1_4SiM_bnGvjpJR-AwWvj5ZSt8iksviJn1mLlZiwXSBU/viewform?edit_requested=true