Meclîsa Jinê ya HDP'ê: Emê desturê nedin polîtîkayên we yê şerê taybet

Meclîsa Jinê ya HDP'ê têkildarî "êrişa zayendî ya li ser zarok û ciwanan a ji aliyê polîs û leşkeran ve pêk tê" ya li Gevera Colemêrgê daxuyaniya nivîskî da.

 
Enqere - Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî "êrişa zayendî ya li ser zarok û ciwanan a ji aliyê polîs û leşkeran ve pêk tê" ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê derketî holê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji ber polîtikayên dijminatiyê yên AKP-MHP'ê yên li dijî jin û zarokan tundî, tecawiz û destdirêjî zêde bûne. 
Di daxuyaniyê de hat gotin êrişa zayendî ya li Geverê ya ji aliyê polîs û leşkeran ve tên kirin nayê zelalkirin û wiha hat gotin: "Em ê ji bo esasgirtina beyana jin û zarokan tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ferzkirina têkiliya zayendî ya bi darê zorê ya li bajarên Kurdan parçeyekî ji polîtîkayên şer ên taybet ê dewletê ye. Em vê yekê ji berdana Musa Orhan ê li Êlihê tecawizî Îpek Er kir û bû sedema întixara wê, dizanin. Em vê yekê ji windakirina Gulistan Doku ya li Dêrsimê dizanin. Polîs û leşkerên bi polîtikayên bêcezahiştinê tên xelatkirin cesaretê ji îktidarê û ji daraza wê ya mêrtiyê digire. Lê belê bila îktidar baş bizanibe ku ev polîtîkayên şerê taybet ên bi salan e pêk tên ew ê bi encam nebin. Em ê polîtikayên qirêj ên îqtidarê teşhîr bikin û pêşî li fuhuşê bigirin. "