Meclisa Jina Sûriyeyê misyona jinan a siyasî pratîze kir û hebûna wan di cihê biryarê de mayinde kir
Endama Koodînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat der barê xebat, rêxistin û sîstema Meclisa Jinên Sûriyeyê de nirxandin kir û got: “Hebûna jinan di nivîsandina destûreke demokratîk de şeklekî xweşik dide şaristaniya demokratîk û mafê wê di tevahî Sûriyeyê de mayinde dike. Zagonên di destûrên serwer de ji bo jinan hatibûn derxistin tu maf ji wan re nedida û wan ji qada siyasete û cihê biryarê dûr xistibû.”
ROJ HOZAN
Qamişlo-Yek ji mijarên bingihîn di Sûriyeyê de pirsgirêka jinan bû ku di civakê de rehên xwe berdabûn û weke dozeke bêçareserî hatibû hiştin. Ger em van pirsgêkan bînin ziman em ê dendika wê ya dîrokê bibînin lê hin sedemên esasî jî hene û heya roja îro jin pê re rû bi rû mane. Em ji adet û kevneşopyiên civakî bigrin dest, pirsgirêkên aborî, siyasî û destûrî jî di nav xwe de dihewîne. Doza jinan bi cihgirtina jinek an du jinan di meclisek de yan jî di xebatek de nedihat çareserkirin, ji ber neqebûlkirinek ji hebûna jinan re hebû û ji cihê biryarê hatibûn dûrxistin. Pêwîstî bi hevgirtina jinan hebû ku vîna xwe bikin yek û ji bo armancên xwe têbikoşin. Li ser vî esasî û weke me gelek caran jî aniye ziman pêwîstî bi şoreşeke bingehîn hebû ku rewşa jin dijîn ji bingehê ve biguherîne û li şûna jinên kole, jinên pêşeng, siyasetmedar û çêker ava bike. Di vê dosyaye xwe de em ê bi xetên qalind balê bikşînin ser damezrandin, xebat, rêxistin û sîstema Meclisa Jinên Sûriyeyê.
Damezrandina Meclisa Jinên Sûriyeyê
Sîwana ku hemû jinên li Sûriyeyê di bin banê wê de gihîştin hev şoreşa jinan li Rojavayê Kurdistanê bû, der barê jinan maf, erk û berpirsyariyeke mezin girt ser milên xwe û dikaribû jê re bibe pêşeng. Helbet piştî ku jinan di qadên şoreşa têkoşîn û jiyanê de hebûna xwe îsbat kirin, pêwîst bû di aliyê siyasî de jî bibin xwedî nêrîn û biryar di avakirina Sûriyeya pêşerojê de. Bi vê armancê di 8’ê Îlona 2017’an de Meclisa Jinên Sûriyeyê hat damezrandin. Di kongreya damezrandinê de 124 jinên xwedî nêrînên siyasî û avaker ji herêmên Sûriyeyê wekî Şam, Heleb, Humis, Siwêda, Şehba û gelek herêmên din beşdar bûn. Destpêkê tenê naveda Meclisa Jinên Sûriyeyê li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin, paşê şaxên xwe fireh kirin û li bajarê Reqayê hat vekirin. Bi firehiya xebatê re êdî niha navendên meclisê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine vekirin. Meclisa Jinên Sûriyeyê derfeteke girîng bû ku jinên Sûriyeyê di cihên biryar û siyasetê de hebûna xwe mayinde bikin. Têkildarî mijarê Endama Koodînasyona Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat nirxandinên fireh kir.
Bandora şeran û pirsgirêka jinên li Sûriyeyê
Lîna behsa bandora şerê li Sûriyeyê li ser tevahî jinan kir her wiha pirsgirêka jinan a li Sûriyeyê anî ziman û wiha got: “Kesên ku ji nêz ve rewşa şerê li Sûriyeyê dişopînin bi taybetî bi destpêkirina aloziya li Sûriyeyê di sala 2011’an de û dewamiya wê heya roja me ya îro, wê bibîne ku bandorên herî zêde yên van şeran ser jinan hatiye kirin. Ji bo parastina jinan û xilaskirina wan ji van tevlîheviyan pir fikrandin dihatin kirin. Her wiha ji bo mayindebûna hebûna wan di çareserkirina pirsgirêka welatê wan de pir xebat hatin meşandin û ev yek jî ji mafê hemû jinan bû, ji ber herî zêde wan êşa van şeran kişandiye. Ez dixwazim balê bikşînim ku pirsgirêka jinên Sûriyeyê ne ji destpêka aloziyê ve hatiye destpêkirin lê belê vê aloziyê pirsgirêka jinan kûrtir kir. Ev pirsgirêk demên dîrokê ser ve derbas bûne û bi demê re hatibûn paşguhkirin. Ji bo tevahî jinên Sûriyeyê firsend çêbû ku em êdî barê şoreşê rabikin û bi xweserbûna xwe tevlî hemû qadên jiyanê bibin. Bi vê armancê Meclisa Jinên Sûriyeyê hat damezrandin û hemû sazî û dezgehên civakî û siyasî yên jinan di nava xwe de hembêz kir. Yekbûna hêza jinan dikaribû bibe bersiv ji hemû pirsgirêkên jinên Sûriyeyê re, li ser vî esasî di meclisê de me armancên xwe diyar kirin û misyona jinan a siyasî kir pratîkê.”
Armanc û rêxistina Meclisa Jinên Sûriyeyê
Lîna bal kişand ser armanc û rêxistina Meclisa Jinên Sûriyeyê û wiha pêde çû: “Rola jinan di têkbirina terora DAIŞ’ê de xwedî girîngiyeke taybet bû ku der barê wê de em dikaribû bi vê têkoşîna jinan li ser lingên xwe bimînin û ji hemû cîhanê re bidin diyarkirin. Me pêwîstî dît li kêleka hêza leşkerî ya jinan em aliyên civakî û siyasî jî xurt bikin û di kesayeta jinan de guhertinan bidin çêkirin. Destpêkê xebatên herî giran li bajarê Qamişlo dihatin kirin, bi demê re êdî jin di hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de di meclisê de hatin erkdarkirin û buroyên Meclisa Jinên Sûriyeyê li herêmên xwe vekirin. Her wiha li bajarên mezin ên Sûriyeyê endamên me yên Desteya Rêveber hene û li gorî derfetên xwe jinan birêxistin dikin. Meclisa me li Sûriyeyê bingeha xwe danî û niha jî li gelek dewletên herêmî û derve bi tevahî rêxistinên ku parastina doza jinan dikin hevkar e. Hebûna jinan di civak û rêveberiyê de şiklekî xweşik dide şaristaniya demokrasiyê her wiha hebûna wan di nivîsandina destûreke demokratîk de mafê wê di tevahî Sûriyeyê de mayinde dike. Ji ber zagonên ku di destûrên serwer de ji bo jinan hatibûn derxistin tu maf nedida wan. Siyaseteke dijber li dijî jinan dihat meşandin, ji bo wê erka me bû em rêxistinekê ava bikin ku destûreke demokratîk bi biryar û nêrîna jinan were nivîsandin. Ev destûr jî pêwîst e jinên hemû neteweyên ser axa Sûriyeyê dijîn cihê xwe tê de bigrin, ya me cudatir dike ji rêxistinên din ev rengê hemû neteweyan e. Doza me tevahî jinan yek e û em di wê baweriyê de ne ger hemû jin ji koletiyê bên rizgarkirin wê civaka me jî ji zîhniyeta serweriyê rizgar bibe û aloziya Sûriyeyê jî bê çareserkirin. Ji bo em xeyalên tevahî jinên Sûriyeyê û yên Rojhilata Navîn pêk bînin em zêdetir têkoşîna xwe xurt bikin. Em dixwazin beşdarbûna jinan di cihên biryarê de ne şiklî be xwedî gotin û pratîk be. Em jinên pêşeng ji vê pêvajoya hesas re hazir dikin, da bikaribin bi vîneke xurt jê re bibin bersiv.”
Xebatên ku Meclisa Jinên Sûriyeyê li tevahiya Sûriyeyê dane meşandin
Lîna bal kişand ser xebatên Meclisa Jinên Sûriyeyê yên li tevahî Sûriyeyê hatine meşandin û wiha domand: “Meclisa Jinên Sûriyeyê gelek xebatên hevdîtina bi jinan re dan meşandin, yekem xebat jî rûniştina bi Jinên Hiqûqnas re bû der barê de daxwazên jinan di cihgirtina destûrê Sûriyeyê de hatin girtin. Ev rûniştin jî bi beşdarbûna gelek jinan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kantona Kobanê hate çêkirin. Ya din jî me dozên jinan ên ku rastî tundiyê hatine bi hemû cureyên wê girt dest, der barê de komxebatek li ser rewşa jinan di nav mezhebên olî de hat lidarxistin û rewşa jin tê de ne hat nîqaşkirin. Ji bo şikandina hin urfên civakî yên tenê vîna jinan hedef digre gelek xebatên weke atolye, rûniştin û hevdîtin hatin çêkirin. Hin xebat carna bi rêxistinên jinan ên din re me didan meşandin û gelek caran meclisê bi tena xwe dikir. Her wiha em di gelek kongreyên têkildarî doza jinan li derveyî Sûriyeyê weke nûnerên Jinên Sûriyeyê beşdar bûn. Em niha di pêvajoya avakirina Sûriyeya nû ya pir reng de ne, ji bo wê hemû nêrînên jinan pir girîng û bi nirx in. Bi vê armancê em di gelek kongreyên çareserkirina aloziya Sûriyeyê de beşdar bûne û di wir de jî me daxwazên jinan anîn ziman. Her wiha di Komxebata Neteweyî ya Sûriyeyê ku ji aliyê partiyên siyasî ve li bajarê Şamê hatibû pêşxistin amade bûn. Em hewl didin hemû xebat û çalakiyên me li ser asta tevahî Sûriyeyê bên lidarxistin. Ger em gavan pêşve navêjin em ê nikaribin xeyalên van jinan pêk bînin. Hemû çalakiyên ku me dane meşandin, rastiya me pênase dikirin. Ji bo jinên koçber ên bajarê Serêkaniyê û Efrînê jî me xebat dan meşandin, di encamê de me dikaribû baweriya van jinan bi têkoşînê xurt bikin û hinekî barê koçberiyê li ser milên wan sivik bikin.”
Planên Meclisa Jinên Sûriyeyê yên ji bo dema pêş
Lîna Berkat Planên Meclisa Jinên Sûriyeyê yên dema pêş ji me re parve kir û wiha bi dawî kir: “Niha em amadekariyên komxebateke der barê dozên jinan ên ku di bin navê (şerefe) de hatin qetilkirin de, dikin. Em dixwazin bi rûspêyên eşîrên li herêmê re bicivin û van şaşîtiyên paşverû derbas bikin. Em dixwazin kûrahiya vê mijarê binasin û destê xwe deynin ser birîna jinan her wiha dîtina çareseriyên mayinde ji bo van pirsgirêkan. Di vê dema dawiyê de jî em dibînin ku rêjeya kuştin û xwekuştina jinan jî heya astekê derketiye holê, aliyên zagonî û hiqûqî tenê têrê nakin lê belê pêwîstî bi guhertina hişmendiyên şaş heye. Ger em di vê pêvajoyê de van pirsgirêkan çareser nekin em ê wekî civak pir li paş bimînin. Divê em van pirsgirêkan bînin ziman, ji ber rojane jin rastî kiryarên pir qirêj tên û alîgirên wan tune ne. Pêwîst e rewş û rastiyên em dijîn jin analîz bikin, di nav de xwe bibînin û bi rêbazên rast çareser bikin. Fikrên jinan dewlemend in û baweriyên wan jî pîroz in, ji bo wê em dikarin berê van fikran bidin aliyên erênî û civakeke hevgirtî ava bikin. Ji ber ku jin her aştiyê ji bo civaka xwe bi xwe re tîne.”
https://www.youtube.com/watch?v=pZvcO8uMbAo