Lîlav Hisên: Fikrên Rêber Abdullah Ocalan dîwarên girtîgehan derbas kirine

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Lîlav Hisên teqez kir ku tecrîda girankirî ya li Îmraliyê êrîşek li dijî hêviya çareseriyê ya gelan e û kûrkirina aloziyê armanc dike.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Di 15`ê Sibata 1999`an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî de hat girtin. Ji wê demê û heta niha Rêber Ocalan di girtîgeha tekane ya girava Îmraliyê de di bin şert û mercên îşkenceyê de dijî. Dewleta tirk di 2011`an de Rêber Apo girt bin tecrîdê û êdî pêwendî bi malbat û parêzeran re qut bû. Têkildarî vê mijarê Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Lîlav Hisên axivî.

Lîlav Hisên da zanîn ku dewleta Tirk di şexsê Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan de nirxên gelan bin pê dike û wiha axaftina xwe domand: “Dewleta Tirk û hevkarên wê gihîştine wê baweriyê ku Rêber Ocalan kilîta çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê tevahî ye. Di 15 Sibata 1999’an de bi pêkanîna komploya li dijî Rêber Apo rê girtina li belavkirina felsefeya wî ya azad armanc dikir û îro jî ew komplo bi rengên cur be cur berdewam dike. Gelê Rojhilata Navîn fikir û felsefeya wî xelasbûna ji bindestî û koletiyê dîtin lê ev ye ne li gorî berjewendiyên hêzên hegemonîk e lewma îro tecrîdek giran li dijî Ocalan didin meşandin .”

Lîlav Hisên destnîşan kir ku cîhan tevahî Rêber Ocalan wekî rêberekî menewî û xelasbûna ji zilm û zordariya dibînin û got: “Felsefeya Ocalan ne tenê ji bo netewek e, hemû neteweyan di hundirê xwe de hembêz dike û diparêze. Fikir û felsefeya wê ya azad li tevahî cîhanê belav bûye û gel parastina hebûna xwe di felsefeya wî de dibîne. Dewleta Tirk û hevkarên wê bi riya tecrîda li dijî Rêber Apo dixwazin zextê li dijî gelê Kurd û hemû neteweyên azadîxwaz ên ku xeta berxwedanê hilbijartine pêk tînin ji bo ku rê li ber pêşketina gelan bigrin.”

“Felsefeya Ocalan Sûriyeyê ber bi Sûriyeya demokratîk a ne navendî ve dibe”

Lîlav Hisên diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi felsefeya xwe ya azad Sûriyeyê ber bi Sûriyeya demokratîk a ne navendî ve dibe û wiha anî ziman: “Pergala neteweya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bingeha fikra Rêber Abdullah Ocalan e. Her wiha hevgirtina gel û jiyana bi hev re bû sedema aramî û ewlehiya li herêmê. Gelek alî û dewlet hene ku hewl didin şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin, gel bixin rewşeke krîzê û nerêxistinbûyê. Dewleta Tirk a dagirker bi êrîş û gefên xwe yên li ser herêmê ewlehiya herêmê û gelê wê hedef digre. Destkeftiyên ku di şoreşê de hatin bidestxistin bi hevgirina gelê wê derê pêk hatin, êrîş û gefên dewleta Tirk hevgirtina gelan û rêxistinbûyîna wan hedef digre. Lê belê heke ev pergal bi ser ket û li tevahî Sûriyeyê belav bû, bêguman dê bi xwe re dawiya vê aloziyê bîne, Sûriyeyê ber bi Sûriyeya demokratîk a ne navendî ve bibe. Ji bo parastina nirxên gelan pêwîst e gel xwe li gorî şerê gelê şoreşgerî amade bike û li dijî dagirkerî û êrîşan bisekine."

“Serkeftina jinan a bi têkoşînê gihîştinê dijmin ditirsîne”

Lîlav Hisên bal kişand ser azadiya jinan û got: “Serkeftina ku jin gihîştinê, çi jinên Suryan an jî Ereb an jî pêkhateyeke din, hevgirtina nîştimanî pêk anî. Ev serkeftina me bi saya Rêber Ocalan pêk hat. Ji ber wê dewleta Tirk û dewletên din ji fikrên Ocalan ditirsin. Xeta azadiya jinan ji bo tevahî jinan da nîşan dan. Ji bo wê jî yên ku xwedî li azadiya Rêber y fizîkî û belavkirina felsefeya wî ya azadiyê derbikevin jin in. Em ê bi hevgirtina jinan qeyd û bendên zindana Îmraliyê bişkînin û Rêber Apo azad bikin.”

Lîlav Hisên bang li rêxistinên mirovî kir ku bi erk û wijdanê xwe rabin û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan azad bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mafê tu kesî tune ye mirovekî di nava çar dîwaran de ewqas sal bihêle, tecrîda li dijî rêberê me, mafên mirovahiyê binpê dike. Pêwîst e saziyên mafên mirovan bi karê xwe rabin ji sînorê axaftinê derkevin û biryarên xwe pêk bînin.”