Rania El-Louh: Ger jin dûr bisekinin ne pêkan e li Filistînê rewşa siyasî baş bibe

Lêkolîner, akademîsyen û siyasetmedar Rania El-Louh dibêje ku mafê her kesê heye kesên bixwazin serweriyê ji wan re bikin hilbijêrin û dengê xwe bidin wan.

REFÎF ÎSLÎM

Xeza- Li Xezayê qada siyasî rastî gelek pirsgirêkan tê. Bi taybetî jî parçebûna Filistînê di navbera Şerîa Rojava û Xezayê de, vê rewşê zêdetir dike. Di demeke ku li Şerîa Rojava bi awayekî periyodîk hilbijartin tên lidarxistin, li Xezeyê tê qedexekirin. Ji bilî van tiştan, mêr cihên biryardanê kontrol dikin û jinên ku wek kevirê bingehîn ê pêşketin û vejîna civakan tên dîtin, tenê di astên cîbicîkirinê de cih digrin. Bêyî ku beşdarî diyarkirina hewcedariyên civakê bibin û çareseriya qeyranên wê bi pêş bixin.

“Mafê welatiyan heye bi azadî kesên serweriya wan bikin hilbijêrin”

Der barê hilbijartinan de, lêkolîner, akademîsyen û siyasetmedar Rania El-Louh dibêje ku hilbijartin mafê her kesê ye. Mafê hemû kesan heye ku bi azadî diyar bikin ka dê kî serweriya wan bike. Bi taybetî di şaredariyan de ku saziyên xizmetguzariyê yên bi pirsgirêk û binesaziya welatiyan ve mijûl in. Ji rê, av, elektrîk û kolanan bigre heta armanca xurtkirina berxwedana wan û dabînkirina jiyana minasib, bi riya pêşketinê pêk were.

Rania El-Louh bal kişand ku li Xezayê zêdetirî 15 sal in hemû şêweyên jiyana demokratîk hatine rawestandin, ji hilbijartinên meclisên şaredariyan an hilbijartinên sendîkayan bigire heta meclisên xwendekaran ku nîşaneyên herî hêsan ên demokrasiyê ne. Her wiha sedema rawestandina çerxa demokrasiyê bi nepejirandina pirdengiya siyasî û nepejirandina yên din an jî naskirina mafên welatiyan ve girêda ku di encamê de rewşa Filistînê bi giştî nabeş bûye, bi taybetî rewşa aborî.

“Li kenara Rojava pêşketinek baş di jiyana siyasî ya jinan de heye”

 Rania El-Louh dibîne ku di van demên dawî de hema hema pêşketinek baş di warê beşdarbûna jinan di jiyana siyasî ya kenara Rojava de heye. Ji ber ku wan her dem daxwaza kotayek ji jinan re dikir ku tê texmînkirin ji sedî 30 be da ku di dema hilbijartinên encumenên şaredariyê yên dawî de ji sedî 27 bi dest bixin û da zanîn ku jin li ser riya rast in lê ji ber nebûna jinan li Xezayê û negihîştandina rêjeya ji sedî 50 ji kursiyên jinên ku nîvê civaka Filistînê pêk tînin û bi erk û rola xwe radibin, têr nayê dîtin.

Rania El-Louh behsa wê yekê kir ku ger jin ji wan dûr bimînin ne pêkan e pêşketina rewşa siyasî ya Filistînê were dabînkirin û ev nirxandina nû bi giranî hewcedarê hebûna jinan di saziyên fermî û ne fermî û di partî û aliyên Filistînî de ye. Her wiha îşaret bi wê yekê kir ku yekbûna ku jinên Filistînî di jiyana siyasî de daxwaz dikin, ji nedîtî ve nehatiye û got: “Jinan xwe û serkeftina xwe di xebatên sazî û xizmetguzariyê de îsbat kirine û gelek destkeftî bi dest xistine ku heta niha jî şahidiya dilsoziya wan a kar e. Jin berevajî mêran, di dema hebûna wan di astên biryardanê de, di dozên desteserkirina darayî de nayên behskirin. Ji ber vê yekê ew di rêveberiya darayî ya ku pêşketina civakan kontrol dike de herî guncaw tên hesibandin.”

“Hebûna jinên Filistînê di nava partiyên siyasî de di asta pêwîst de nîn e”

Der barê hebûna jinên Filistînî di nav partiyên siyasî de Rania El-Louh wiha got: "Hebûna jinên Filistînî di nav partiyên siyasî de ne di asta pêwîst de ye. Wek mînak di Rêxistina Rizgariya Filistînê de tenê jinek, Henan Eşrawî heye û dema wê dev ji asta xwe berda, tu kes nehat cihê wê, cihê wê vala ma da ku zilamek were tê de cih bigre. Jixwe di wezaretan de jî wisa ye, jin ji 34 wesaretên eslî tenê 4 wezaretan digrin û ev rewş dewleta demokratîk a ku hikûmeta Filistînê diparêze nîşan nade.”

Li gorî ku Rania El-Louh diyar dike, civakên paşverû, sînordariyên li ser rola jinan, beşdarbûna wan di jiyana siyasî de û hebûna wan di astên biryardanê de, çi di saziyên hikûmetê de, çi di saziyên taybet de, ferz dikin. Ji ber vê yekê mêr bi girîngiya jinê bawer nakin. Malbatan û civakê ji bo guhertina rastiya heyî ya ku çend sal in li ser wan hatiye ferzkirin, baweriyek têra xwe nedane jinan û ev yek jî helwesteke cidî ji jinan hewce dike.

“Divê sazî di warê perwerdekirina civakê de xwedî hewldanên cidî bin”

Rania El-Louh da zanîn ku divê jin bi xwe û şiyana xwe ya xebatê û guhertinê bawer bin û xwe îqna bikin, ji ber ku maf tên girtin û nayên dayîn. Nemaze li ser rewşa siyasî ya Filistînê û bertekên wê li ser jinan û bang li saziyên jinan kir ku di warê perwerdekirina civakê de, bi taybetî ciwan û mêr helwestek cidî nîşan bidin.

Rania El-Louh di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê jin hay ji zagonên ku mafên wan dixin bin temînatê hebin û her dem daxwaza hebûna xwe di hemû saziyan de bikin û wiha bi dawî kir: “Berê ev rêje ji sedî 20 bû, piştre bû 30. Ji ber vê jî divê em têkoşîna xwe bigihîjînin nîvî. Pêwîst e xwe bigihîjînin jinên kêmderfet li deverên dûr li gundan û parêzgaran semîner û civînên hişyariyê li dar bixin. Ev yek jî dibe alîkar ku li gorî hewldanên berdewam guhertinan pêk bînin.