Li ser jinên Tûnisî tundiya siyasî

Bi zêdebûna tundiya siyasî re metirsiyek li ser jinên Tûnisî çêbûye. Herî zêde tundûtûjiya siyasî ya navbera partî, kesayet û komên parlamenteran de heya asta lêdan, kuştin û tehdîda tecawîzê zêde bûye.

ZIHUR AL-MEŞRIQÎ
Tûnis - Bi taybetî dengê dijber li dijî van şêwazên tundiyê li ser endamên parlamentoyê yên jin derket. Ev deng ji hêla Yekitiya El-Karamê ve bû sedema nakokiyên di navbera aliyan. Komeleya jinên demokratîk der barê Sêf El-Dîn Mexlûf ku êrîşî endama parlamentoyê Abîr Muse kiribû de gilî kir ku bi riya zagonê were darizandin.
Li ser vê bûyerê Abîrê daxuyaniyek da û wiha axivî: “Mixabin şerm e îro li welatekî ku tundî bi taybetî li ser jinan bûye siyaseta dewletê, projeyek ji bo têkiliyên siyaseta hikûmetê li ser bê kirin heye ku ev yek jî rê li pêşiya belavbûna tundiyê vedike." 
“Ez yek ji wan jinên rastî tundiyê hatî me”
Tê ragihandin ku tundiya li ser siyasetmedarên jin li Tûnisê hîn jî tê nîqaşkirin. Siyasetmedar û nûnera serokatiyê ya berê Dr. Leyla El-Humamî ji ajansa me re ev xal diyar kirin: "Ez yek ji wan jinan im ku rastî tundiya siyasî ya herî dijwar hatime. Ji reşkirina navê min di rojname, televîzon û ragihandinê bigre, heta dorpêçkirin û kuştina bavê min û şewitandina malê min ev tundî hemû dîtin."
Leyla El-Humamî ezmûna xwe ya herî dijwar bi êşek mezin bi van gotinan anî ziman: "Bi gotinên tund gefan li min xwarin. Digotin wê min bikujin û bi laşê min bilîzin. Komeke siyasî bi tecawiza cinsî û komî ez tirsandim. Mixabin lêpirsînên der barê dozên li wan hatin vekirin de jî bê ancam man û doz li firqeya çaran li Awniyê paytexta Tûnisê ma."
“Em jinên siyasetmendar di nava parlementoyê de ne ji bo susê ne”
Siyasetmedara Tûnisê rexne û gazin li çîna siyasî dike û dibêje: "Gel jinan wekî siyasetmedar red nake, berovajî vê yekê ew dibînin ku xwedî rol in û hêvî dikin ku jinek wekî li Ewropayê di asta seroketiyê de bibînin. Pirsgirêk ji ber zîhniyeta siyasermedarên ku jinan tenê ji bo xemilandina parlamento û wezaretan bibînin çêdibe." 
Li gorî nêrîna Leyla El-Humamî jixwe çînên siyasî redkirina rola jinan dixin stûyê civakê ango tenê ji bo xapandina bi pêkanîna demokrasî û azadiya derew an dê wek zilam tev bigere an jî cih negire."
Leyla baweriya xwe bi bedewiya jinên Tûnisê tîne û wiha didomîne: "Jinên Tûnisê yên herî bedew in di hizir, zewq û şêwazên xwe de, zana ne û ji pêşketinê re vekirîne. Di nîqaş û sekna xwe de xwedî zanabûnek zîrek in, jin ji bo mêr malbat û civakê xwedî têkoşîn e lê hîn ev yek bi cih nebûye loma jî ji ber tundiya çîna siyasî ya li dijî pêşketinê têdikoşin.
“Xwe parastin xeta me ya sor e”
Cîgira parlamentera berê û rewşenbîra Tûnisê Fatime El-Msidî bang kir ku lêpirsîn were vekirin û hesab ji endamên Tekitiya El-Karmê were kirin da ku li gorî benda destûrê ya ku tundiya li dijî jinan daye diyarkirin bên cezakirin. Bi taybetî li ser peyama Muhemed El-Aqas ku di rûniştinek parlamantoyê de ragihandiye dewleta wan ev derî vekiriye. Jin li hevjînê xwe îxanetê dike û xwendekara derwkar e, keça bêexlaq û karkera xirab e. Em jî dibêjim ku em Kovara Rewşa Kesan diparêzin, weke xetek sor diyar dikin ku em jî nirxên ku Xwedayê dilovan dane me diparêzin û dibêjin parastin xeta me ya sor e. Ew erzan in û Îslamiyet nirxa herî bi rûmet e. Pirsgirêkên zarok û malbatan ji ber nazanîn û nêrîna wan a li jinan û malbatê ye.
Fatima diyar kir ku daxuyaniya Al-Aqas rê li pêşiya tundûtûjiyê vedike û heqaretê li jinan û mafên wan dike ev jî li dijî destûrê ye lê parlametoyê tu biryar der heqê wî de nedaye. Siyastmedara Tûnisê diyar kir ku nebûna ceza ji hêla rayaderan ve deriyên tundiyê vedike û bi vê yekê êrîşê nûneran tê kirin û wiha got: "Em piştgiriya jinên ku rastî tundiyê tên û yên zirar dîtine dikin. Nemaze em bang dikin ku têkoşîna xwe ya li dijî yên ku projeyên jinan ên siyasî red û reş dikin zêde bikin." 
Siyasetmedara tunisî wiha domand: "Armanca wan ji vê tundiyê hilweşandina Kovara Rewşa Kesan û hewldanên wekheviya jin û mêr a dewletê ragihandiye ye. Em bangî hemû rêxistin, komele û partiyan dikin ku helwestên xwe li hemberî tundiyê diyar bikin." 
Fatima axafina xwe wiha bi dawî kir: "Wekî nûnerên parlamentoyê gelek destkeftiyên me hene. Têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinan hê didome lê pêkanîn hîn jî wek xwe ne lewre divê em yekitiyek ku vê mijarê wekî cewher bi şerê navbera nûjenî û berteka navbera dewlet û sivîl û dewlet û Îxwanan de ye xurt bikin.
Li aliyê din rojnamevan û spîkera radyoya Şems FM a herêmî Wîsal Al-Kisrawî tundiya li dijî jinan bi zîhniyeta zilamê serdest ve girêda û diyar kir ku jin li hemberî wê bê moral namînin û wiha diyar kir: "Tiştê herî xirab ew e ku zagonsazî di çareserkirinê de bêçare ye, bi taybetî kesên van tundiyan rewa dikin pirsgirêkê kûrtir dikin." 
Rojnamevana Tûnisî Sewsen El-Zxwanî jî bal kişand ser nakokiya ku di hundirê meclisê de rû daye û got: "Nakokiya ku di meclisê de çêbûye, nîşan dide ku gelê Tûnisê dest ji daxwaza mafên xwe berde. Xizmeta deshilatiyê di bin siya aloziya aborî û pandemiya Corone de dimîne.”
Rojnamevan Sewsen El-Zxwanî gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Tundî, weke diyardeyek civakî ya herî xedar e. Dibe ku veguheze çandeke dijwar. Ev jî pir bi xeter e. Ji lewre ji bilî qanûnê hewceye civak jî bi avakirin çandeke li dijî tundiyê berpirsiyariya xwe bi cîh bîne. "