Li ser fermanê 9 sal bihûrî: Divê DAIŞ bê darizandin

Endama Têkiliyên Derve ya TAJÊ Suham Şengalî ya li ser fermana 74’an a di 3’ê Tebaxa 2014’an de axivî, bal kişand êrişên dewleta Tirk û polîtîkayên PDK’ê û banga darizandina DAIŞ’ê kir.

NÛJÎN ÊZIDÎ

Şengal – Li ser fermana 74’emîn a di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser civaka Êzidî pêk hat 9 sal derbas bû, birînên fermanê hê zindî ye. Civaka Êzidî ku bi pêşengiya jinan û bi rêxistinbûnê çeteyên DAIŞ’ê têk birin  û pergala xwe rêvebirinê avakirin, bi êrişên dewleta Tirk û polîtîkayên wî yên qirker re rû bi rû tên. Endama Têkiliyên Derve ya TAJÊ Suham Şengalî 9 salên li ser fermana 74’an, peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera dewleta Tirk, PDK û dewleta Iraqê ve li dijî civaka Êzidî hat îmzekirin nirxand. Suham Şengalî ya bal kişand biryara darizandina çeteyên DAIŞ’ê ya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û got, “Divê DAIŞ bê darizandin.”

‘Ferman plankirî bû’

Suham Şengalî di destpêka axaftina xwe de şehîdên fermanê bi bîr anî û diyar kir ku ferman plankirî bûye û wiha got: “Ferman sala xwe ya 9‘e mîn temam dike em dikevin sala 10’emîn. Di şexsê şehîdên fermanê de em hemû şehîdên Êzidxanê bi bîr tînin. Bêguman fermana ku bi serê civaka Êzidî ve hatiye, fermaneke plankirî bû. Jenosîda ku bi ser civaka Êzidî de hat, bi salan hatibû plankirin. Di fermanê de bi hezaran keç û jinên Êzidî ketin destên çeteyên DAIŞ’ê. Jenosîda herî giran a di sedsala 21’emîn de bû. Dema ku jenosîd çêbû, di deqeyek de mirovahiyê bihîst. Ji bo wê jî em dikarin bibêjin ku ferman planeke gelek berfireh bû, neteweyî bû û herêmî jî bû. Armanc ew bû ku civaka Êzidî ji kokê ve tune bikin.”

‘Plana ku DAIŞ’ê nikaribû bikira îro PDK dixwaze bike’

Suham Şengalî bal kişand ser armanca tunekirina civaka Êzidî û wiha got: “Ji dîrokê ve heta roja îro gelek hêzan xwestin koka civaka Êzidî tune bikin. 74 ferman hatin serê me ev jî nîşan dide ku ev civak di qirkirinê re hatiye derbaskirin. Bi deh hezaran mirov hatin qetilkirin. Keç û jin hatin revandin, ev hemû ne hesan in. Fermana herî dawî ya 2014’an li ber çavên cîhanê hat kirin. Êrîşên ku niha tên kirin ji fermana 2014’an ne cuda ne. Tişta ku DAIŞ’ê nikaribû bike îro PDK û dewleta tirk bi hev re tînin serê civaka Êzidî. Ji ber ku li gorî wan plan pêk nehat. Plan ew bû ku tiştek bi navê Êzidiyan nemîne. Berxwedana ku li vir hat kirin plana wan vala derxist.”

‘Plana 9’ê Cotmehê fermana 75’e mîn e’

Suham Şengalî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser peymana 9’ê Cotmehê û wiha got: “PDK’a ku li ser Şengalê li hev kiribû, Şengalê firot çeteyên DAIŞ’ê. Piştî fermanê planeke nû ya qirêj didomîne. Yek ji planên xeter ku civaka Êzidî weke fermaneke nû pênase kir, peymana 9’ê Cotmehê bû. Pêşmergeyên PDK’ê êrîşî Xanesorê kirin, li ser Şengalê lihevkirinên ji bo qirkirinê îmze kirin

‘Helwesta rast rêxistinbûn e’

Suham got ku jinên Êzidî di her warî de xwe birêxistin kirine û wiha diyar kir: “Jinên Êzidî yên ku piştî fermanê xwe di her milî de ava kirin, di milê rêxistinî, civakî, siyasî û leşkerî de jî xwe bi rêxistin kirin helwestek bû li hemberî fermanê. Rêgirtin û valaderxistina fermanê bû. Ji bo ku careke din nehêlin ev ferman bi serê Êzidiyan de were. Di nava vê rêxistinbûyînê de jî beşa dîplomasiyê hebû ku beşeke pir girîng bû.

‘Siyaseteke rast di berjewendiya her kesê de ye’

Suham Şengalî bal kişand ser siyaseta ku dimeşînin û diyar kir ku siyaseteke di berjewendiyên Êzidiyan de dimeşînin û got: “Ji dema ku komîteya dîplomasiyê hatiye avakirin ve heta îro kar û xebat di çarçoveya êşên jinên Êzidî kişandine de hatine diyarkirin. Her wiha jenosîda ku bi serê civaka Êzidî de hat, bi her kesê bide qebûlkirin û doza mafên jinên Êzidî kirine. Armanc her dem ew bû ku siyaseteke rast û di berjewendiyên jinên Êzidî de bê meşandin. Wekî dîplomasî di nava sala derbasbûyî de me hevdîtinên herêmî û navneteweyî de meşandin. Di çarçova xebatên bi jinan re lihevkirinên hevbeş tên kirin û di  asta Iraqê de hewldanên avakirina yekitiyeke jinan tê kirin.”

‘Jin hatin hedefgirtin pêwîst e jenosîd bê naskirin’

Suham wiha berdewam kir: “Armanca me ew e ku em vê êrîşê wekî jenosîd bidin naskirin. Ji ber ku qirkirinek bi ser jinan de hat kirin. Herî zêde jinan êş kişand û bedelên giran dan. Heta îro bi hezaran jinên Êzidî hene ku rewşa wan ne diyar e. Di her salvegera fermanê de nameyek tê şandin ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ ve ji cihên peywendîdar ên navneteweyî re. Di heman demê de ji welatên Rojhilata Navîn re jî tê şandin. Di nava nameyê de bi berfirehî rewşa jinên Êzidî, jinên tên rizgarkirin û trajediya ku jiyane hemû bi berfirehî tên nivîsandin û şandin. Sala derbas bûyî me konferansek di asta Iraqê de û beşdarbûnên ji derve jî hebûn li Bexdayê li ser fermanê bû rewşa jinên Êzidî bû. Di wir de biryarên hevbeş hatin girtin. Di warê hiquqî û siyasî de biryara xebata hevbeş hat dayîn.”

‘Pêwîst e DAIŞ û hevkarên wê bên darizandin’

Suham da zanîn ku darizandina DAIŞ’ê îdolojîk e û pêwîst e hevkarên wê jî bên darizandin û wiha got: “Di encama têkoşîneke berfireh de pir dewletan jenosîd nas kirin lê wekî gaveke pratîkî ku çeteyên DAIŞ’ê bên darizandin nebû. Li hinek dewletan DAÎŞ’î yek bi yek hatin darizandin. Lê wekî şexsî bû. Darizandina DAIŞ’ê darizandineke îdolojîk e. DAIŞ kî ye xwe dispêre kîjan hêzê. Di warê lojîstîk, perwerdeyê kê destek dida DAIŞ’ê ku ewqas bihêz bû? Kî bi DAIŞ’ê re bû destek û pê re li hev kir û ferman anîn serê Êzidiyan? Ev hêz hemû pêwîst e bên darizandin. Mînak PDK’ê rasterast civaka Êzidî firot DAIŞ’ê, ev jî pêwîst e werin darizandin.”

‘Li himberî Êzidiyan kiryarên dermirovî hatin kirin’

Suham bal kişand ser hestiyên ku ji goran derxistine û firotina jinan û wiha got: “Gelo çend jinên Êzidî di destên DAIŞ’ê de mane û çarenûsa wan ne diyar e. Di heman demê de çiqas gorên komî hene ku heta niha nehatine vekirin. Ev mijar pir bi êş in. Di asteke pir mezin de bêwijdanî li hemberî civaka Êzidî heye ku herî dawî gorekî komî piştî 9 salan nû xwedî lê derketin, ew hestî birin û bi mehan li gel xwe hiştin. dema ku anîn jî gotin hûn ê hestiyan bikirin û doza kefen û tabût û alan li malbatên wan kirin. Tişta ku li Şengalê hat jiyîn li tu deverê nehatiye dîtin.”

‘Dûrketina jinên rizgarbûyî xetere ye’

Suham diyar kir ku hebûna kesên ku rizgar bûne di Şengalê de pir girîng e û pêşî hatina sîxuran digre û wiha got: “Keç û jinên ku rizgar bûne ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûne hemû QSD,YPJ’ û YPG’ê ew rizgar kirine. Kesên ku rizgar dibin û diçin başûrê Kurdistanê yan jî derveyî welat, şahidiya fermanê kêm dibe. Bi planekê hevbeş xwestin ku malbatên sunî yên destên wan di fermanê de hebû dîsa vegerînin Şengalê. Lê di wir de me dît ji keçên ku ketibûn destên çeteyên DAIŞ’ê û rizgar bûbû, yekî DAIŞ’î di nav wan suniyan de nas kir lê heta niha hukmê wî çi bû, çi lê kirin ne diyar e.”

‘Pêwîst e DAIŞ bê darizandin’

Suham Şengalî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser biryara darizandina çeteyên DAIŞ’ê û wiha got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ew ê çeteyên DAIŞ’ê bidarizînin. Em jî piştgiriya xwe diyar dikin û bang li hemû hêzên navneteweyî û hêzên ku li dijî terorê ne dikin ku piştgiriya vê biryarê bidin û dadgehek navneteweyî daynin. Ji ber ku 10 hezar çeteyên DAIŞ’ê xetere ne li ser Rojavayê Kurdistan, Şengal û hemû cîhanê.”