Li Ranyayê dagirkeriya dewleta tirk a li Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin

Jinên li Ranyayê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û diyar kirin ku dewleta tirk bi riya sîxuran derfet dibîne ku di nava bajaran de kesên welatparêz qetil bike loma divê hikumeta Iraqê û herêma Kurdistanê dengê xwe derbixin û bertek nîşanî êrîşan bidin.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn- Êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê berdewam dikin û li herêmên geştiyar weke gundê Perexê yê girêdayî Zaxoyê komkujî pêk anî. Her wiha bi riya sîxuran jî li bajaran wesayîdên sivîlan li Çemçemal û Kelarê hedef girtin, qetilkirina penaberê ji Bakurê Kurdistanê Zekî Çelebî li Silêmaniyê, Şukrî Serhed û Mamoste Şemal li Kifrî ji van bûn. Kesên çalakvan, siyasetmedar, rojnameger û penaberên Bakurê Kurdistanê ku xwedî dengê azad in û ji bo azadiyê têdikoşin, dibin hedefa êrîşên dewleta tirk, li hemberî vê jî rêveberiya herêma Kurdistanê û hikumeta Iraqê bêdeng in.

Jinên Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên xwe yên cur be cur nerazîbûnên xwe yên li dijî êrîşên dewleta tirk tînin ziman û metirsiya dagirkirina xaka herêma Kurdistanê radixin ber çavan.

Endama Tevgera Azadî ya Komeleya Kurdistanê Sara Kerîm da diyarkirin ku dewleta tirk li ser herêma Kurdistanê metirsiyê çêdike û wiha got: “Niha li ser herêma Kurdistanê metirsiyek mezin heye divê li hemberî dagirkeriyê em xwedî helwest bin. Dewleta tirk bi riya dagirkeriyê dixwaze destkeftiyên başûrê Kurdistanê desteser bike, dibêjin qey Başûr bêxwedî ye lê belê ne bêxwedî ye em gel xwedî vê axê ne. Dewleta tirk dixwaze êrîş bike û bi firehiya 50 kîlometre hatiye nava xaka Başûrê Kurdistanê. Divê xelkê herêma Kurdistanê li hemberî van êrîşan hişyar be û li dijî êrîşên dagirkeriyê bibin xwedî helwest.”

“Plana dewleta tirk dagirkirina Başûr e”

Endama Tevgera Azadiya Komeleya Kurdistanê li Raperîn Awaz Îsmaîl bi bîr xist ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ne nû ne û ev gelek sal in berdewam dikin û wiha got: “Plana dewleta tirk ew e ku hemû Başûrê Kurdistanê heta digihîje wîlayeta Mûsil dagir bike, bi hinceta hebûna PKK’ê êrîş dike, ji ber dixwaze nasnameya Kurdî tune bike û dixwaze destkeftiyên gelê Kurd û nasnameya Kurdî ji holê rake. Em weke gelê Başûrê Kurdistanê divê hîn zêdetir em xwedî helwest bin, ji ber êrîş gihîştiye asteke wisa ku hemû sînor derbas kiriye. Heta çekê qedexekirî bi kar tîne, xelkên sivîl dikin hedef û qetil dikin. Ji ber wê divê em weke gelê Başûr bêdeng nebin û vê rastiyê têbigihîjin armanca dewleta tirk ne PKK ye armanc dagirkirina hemû Kurdistanê ye.”