Li Lubnanê namzeda serokomariyê: May Rihanî

Aktivîsta jin û mafên mirovan May Rihanî, ragihand ku ji bo jinan di warê mafên wan de bi hêz bike û cihên di mekanîzmayên biryardanê de zêdetir bike bûye namzeda serokomariyê.

CAROLINE BAZZI

Beyrûd - May Rihanî, di sala 1945’an de li Lubnanê hatiye dinyayê. Ji bo perwerdeya zarokên keç û bihêzkirina jinan roleke girîng lîst. Li welatên ku hejmara wan ji 40 zêdetir e xebitî û çû serdana zêdetirî 70 welatan. Di qada pêşxistina navneteweyî de li sê saziyên DYA’yê bû alîkara serokan. Di navbera salên 2008-2010’an de serokatiya Hewldana Perwerdeyê ya Zarokên Keçik a Neteweyên Yekbûyî (UNGEI) kir. May Rihanî, nivîskareke Lubnanî ye, helbestên wê yên bi Erebî û Înglîzî hene. may Rihanî di heman demê de aktivîsta mafên jinan e û ji bo perwerdeya zarokên keç dixebite. Xebatên wê yên edebî hene û gelek pirtûkên wê ji derveyê zimanê Erebî û Înglîzî hatin wergerkirin.

May Rihanî pispora pêşxistina navneteweyî ye, van rojan ji bo welatê xwe dixebite. May Rihanî bernameyek bi sernavê “jinûve damezirandin û rizgariya xwe” amade kiriye û niha jî namzediya xwe îlan kir.

“Ji ber nebûna jinan şaşewaz mam”

May Rihanî diyar kir ku rûniştina ji bo Serokomariya Lubnanê di 29’ê Îlonê de pêk hatiye û got; “Di vê rûniştinê de tu parlamenterek May Rihanî û yeka din hilnebijart. Ji ber ku navê tu namzedek jin ji aliyê jin û mêrên parlamenter ve nehat gotin pir şaşewaz mam. Vê rewşê gelek jinên ku bi salan bû xwedî perwerde û tecrubeyan bûn bi bandor kir.” May Rihanî diyar kir ku nêzî meh û nîv e namzediya xwe ji bo hilbijartinên serokomariyê daniye, ji bo diyalogê bi siyasetmedar û blokên parlamentoyê re hevdîtin hatiye kirin.

Ya esasî mafên jinan e

May Rihanî bal kişand ku dema ji bo serokomariyê were hilbijartin dê mafen jinan esas bigre û got: “Ez hêvîdar im lijneya wezîran û parlamento ji bo mafên jinan bi min re hevkarî bikin. Mafên jinan qebûl bikin, di navbera jin û mêr de wekheviyê saz bikin û destûr bidin ku rolên xwe bilîzin.” May Rihanî bal kişand ser girîngiya şopandina şîdeta nava malê û wiha domand: “Divê şîdeta nava malê bi dawî bibe û mafên jinan ji wan re were dayîn. Welatek ku dixwaze bi pêş ve biçe divê şîdeta nava malê nepejirîne û mêran ji şîdetê berpirsyar bibîne.”

May Rihanî got ku ew serokomar neyê hilbijartin jî dê ji bo Lubnan û gelê Lubnanê xebatên xwe bidomîne, diyar kir ku xebata xwe dê hinek jî ji bo Lubnanê û hinek jî ji bo penaberan bike.

Kêmasiyen di perwerdeyê de

May Rihanî di serî de Efganistan, li gelek welatên din hewl dide çanda xwendinê di navbera zarokên keçik de çêbike û got: “Bi taybetî di asta xwendina navîn de em ê ji bo zarokên keçik îstatîstîkên Kubnanê lêkolîn analîz bikin lewre ez difikirim ku di dibistana seretayî de valahî heye. Zêdetir di qedemeya hîndekariya asta navîn de û li hinek herêmên dûr di lîseyê de valahî hene. Divê em destûr nedin ev kêmasî bidomin û zêdetir bibin.”

Cerebeya Efganistanê

May Rihanî têkildarî desteka ji bo perwerdeya zarokên keç li Efganistanê de jî wiha got: “Ez çûm Efganistanê. Di mijara vekirina dibistanan ji bo zarokên keçik de min bi tevgera Talîbanê re li hev kir. Destpêkê Talîbanê min red kir. Min ji wan re got ku ger destûr bidin perwerdeya zarokên keçik dê saziyên Neteweyên Yekbûyî, saziyên fonê yên navneteweyî, fonê bidin. Min got ku dê ev sazî ji bo vekirina dibistanan û gihîştandina mamosteyan bibin alîkar. Talîbanê bi hêsanî nepejirand. Jixwe ji ber wê ez çûm Efganistanê ji bo Talîbanê îkna bikim. Ev yek di sala 1993’yan de bû. Ji bo wan îkna bikim bi saet û rojan xebitîm lê min her dem bersivên ku mirov ji wan bawer nake û bê mantiq bûn digirt. Dîsa jî min hewl da wan îkna bikim. Mînak ji ber ku nedixwestin keç li kolanan rastî lawan werin xwestin zarokên keç ne li dibistanan li malan tenê ji aliyê mamosteyên jin ve werin perwerdekirin. Van şertên wan, ji bo ku li gundan û li malan zarokên keç werin perwerdekirin me qebûl kir.”

“Hêviya xwe winda nekin”

May Rihanî li ser partiyên ku ji bo namzediyê wê teşwîq kirine û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Parlamenterên serbixwe, yên ji guherînê hez dikin û heta hinekên partîzan cesaret dan min. Baweriya wan bi têkiliyên min ên welatên Ereb û yên din hebûn. Ez hêvîdar im ku Lubnanî, hêviya xwe ya li Lubnanê winda nekin û bizanibin ku hemû welatên li cîhanê di pêvajoyên zehmet de derbas bûne. Em ê bi hev re van zoriyan jî derbas bikin.”