Li Lubnanê Hilbijartina sendikaya Endazyaran hat kirin

Piştî ku şeş caran hilbijartinên Sendiqaya Endezyaran ya Lubnanê hatin paşxistin di dawiya hemû hewildanên endezyaran de hilbijartin pêkhat û endezyar bi serketin.

CAROLİNE BAZZİ
Beyrût - Li Lubnanê bi hemû zoriyan ji hilbijartinên Sendikaya Endezyaran hat li darxistin divê hilbijartinê de sendikaya serî hildide bi serket endazyarên ku di hilbijartinê de bi serketine ji ajansa mere axivîn
"Hilbijartinên Sendîqaya Endezyaran 6 carî hate paşxistin"
Di Derbarê şerê hilbijartinê yê Sendîkaya Endezyaran de, endezyara ku di hilbijartinan de bi  serketî Selam Bosî wiha behsa li darxistina hilbijartinê kir: “Em sal û nîvekê ji bo hilbijartin pêk were li Sendîkaya Endezyaran amade bûn, ev hilbijartin şeş caran hat paşxistin û em li bendê bûn ku cara heftemîn ji paş bixin ji ber her carê bi bihaneyên cûda dihat paşxistin. Bi her derengiyê re me daxuyanî didan û li pêşiya yekîtiyê me çalakiya runiştinê dabû destpêkirin û herî dawî me berê xwe da dadgeriyê heya ku rojek ji bo hilbijartinan diyar kirin. Sendîkaya Endezyaran sendîkaya herî dewlemend ya Lubnanê ye û şêst hezar endezyar tê de ne. Di dawiyê de heqê abonetiya endezyaran zêde kir.” Bernameya hilbijartinê ya Sendîkayê serî hildide 
Salam Bosî bernameya hilbijartinê ya lîsteya "Sendîka serî hil dide" red dike û balê dikişîne ser du beşan û dibêje: “Beşa yekem têkildarî endezyar û teqawidbûna wane, zêdekirina kategoriya ciwanan û hewildanên hêsankirina karê wan e. Beşa duyemîn jî ew girêdayî  karsazî, danîna  pîvanan û damezrandina pisporên nu ji bo qadan. Di dema Korona de li ser vê bernameyê em gelek xebitîn û li ser pejrandina vê pirojeyê jî emê xebatên xwe bi domînin. Di derbarê parastina mafên endezyar û parastina teserûfê de, Sendîqayê hemû teserûf xistin di bankan de. Pirojeyên ku ji bo endezyaran derfetên kar diafirînin verin avakirin. Di nav bernameyên me de sazkirina pirojeyên jîngehê, Projeyên têkildarî petrol û gaze, Projeyên elektirîk û çandiniyê jî hene. Her çendî hilbijartin hertim dihat paşxistin jî lê ew dîsa çûn ser sindoqan. 
"Hilbijartin dîrokî bûn û me ji 283 kursîyan 221 bi dest xist"
Selam Bosî wiha behsa listeya hilbijartinê kir: “Sê lîste ji bo komîsyona delegeyan ketin pêşbaziyê, ew jî Sandîka serî hildide, Destpêkê endizyar û ku bi awayekî berfirek ji aliyê ragihandinê ve hat şopandin û lîsteya Partiyên Hêzdar ji bo hilbijartinê 283 delege hat girtin, nêzî 7650 endizyarin. ku  
Navnîşana Sandîka serî hildide 232 delege hat hilbijartin û  221 delege bi serketin. Partiyên hêzdar kursiyên mayî bi dest xistin. Salam Bosî kêliya ragihandina encamên hilbijartinên yekîtiyê wekî şahiya hilbijartinê nîşan da.
Lîsteya Sandîka serî  hildide ji bo hilbijartinên Civata Sendîqayê di 18’ê Tîrmehê de, bi biryar û hewldanek mezin xwe amade dike da ku ew serkeftina bi destxistiye berdewam bike.  
“Di pêşerojê de em hewl didin ku hevsengiyê  pêk bînin”
Derbarê rola jinan de, Selam Bosî wiha dibêje: “Tu tevgera rizgariya neteweyî bêyî azadkirina jinan tuneye. Mînak dema ku em qale kotaya jinan dikin, ev kotaya dê ji bo berjewendiya çîna Olêgraşî be û ji ber vê yekê ewê çîna siyasî û desthildarî temsîl bike, ne gel. 
Em wek jin divê ku li rex çîna belengaz bisekinin. Ji ber vê yekê, divê em ji bo perwerdekirina van jinan bixebitin. Em ji bo gihiştina kotaya jinê kar nekin ji ber ku pirojeya kota wekî heqaretekê li ser jinan tê hesbandin. Ez wek jin dikarim xwe îsbat bikim. Em çîna navînin  her wiha bijîşk, parêzer û rojnemevan jî heman tişt, rêjeya vê çînê di civakê de çiqas e? Teqez em bi bandorin emê itîmada mezin di hilbijartinên parlamentoyê de li ser çîna belengaz çêbikin, pêwîstiya vê çînê bi hişyariyê ye. Ji xwe nabe ku em vê çînê di nav belengaziya ku tê jiyîn de hişyar bikin. Pêşî divê em ji wan re koperatîfên çandinî û pîşesaziyê damezrînin û ji wan re derfetên kar ava bikin.” 
"Serketina Sendîkaya Endezyaran hêviya me bi Lubnanê vegerand"
Endizyara ku di hilbijartinên Sendîkaya Endezyaran bi serketî  Meryem Nimûr di derbarê serketinê de wiha got: “Yekîtiyê kariye bi riya vê hişmendiyê, li ser partiyên xwedî serwerî û siyasetên neheq ên li ser gelê Lubanî bi serkeve. Me hemû cudahiyên xwe dan aliyekî û ji bo armanca ku em lê dinêrin tev bûn yek, heta ku hin endizyarên  partiyên deshildaranin jî lê cardin  Sandîka serî hil dide hilbijartin. Sandîkaya endizyaran sendîkaya herî mezin ya Lubnanê ye. Sendîka li dijî her tiştî rabû, di nav de jî  civaka baviksalar ku serdestî li  civakên me yên rojhilat kiriye. Serkeftina  Sendîkaya Endezyaran çirûska hêviyê vegerand.”