Li Lîbyayê ji bo bihêzkirina beşdariya siyasî ya jinan Projeya Qadre

Jinên Lîbyayî di jiyana siyasî de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, ji ber vê yekê projeya Qadre li bajarê Benxazî ji bo zêdekirina rola jinan û beşdarbûna wan a di belgekirina bingehên proseya hilbijartinê û siyasî li Lîbyayê hate destpêkirin.

HINDIYA AL-ASHEPY

Bîngazî – Jin li Lîbyayê di organên siyasî û meclîsên qanûnî de cih digirin, lê li gorî ked û hewildanên ku ew di vê mijarê de dane û li gor asta çandî bi ev yek rêjeyek kêm û ne têrker e. Heya niha hebûna jinan di jiyana siyasî de ji sedî 16 derbas nebûye. Ji ber vê yekê rêxistinên civaka sivîl dixebitin ku projeyên perwerdeyê, komxebat û semînerên ku armanca wan zêdekirina rola jinan û beşdarbûna wan di belgekirina bingehên proseya hilbijartinê û siyasî de bidin destpêkirin.

Rêxistina Meras a ji bo pêşxistina siyasî li Benxazî, bi armanca teşwîqkirina jinan a ji bo beşdarbûna di prosesa siyasî ya li Lîbyayê kar dike, bi organîzekirina çend atolyeyan bi armanca bilindkirina asta zanîn û hişyariya jinên Lîbyayî di warê aborî, siyasî û civakî de. Rêxistina Meras bi hevkariya hejmarek rêxistinên civaka sivîl li bajarên cuda yên Lîbyayê projeya Qadre bi armanca zêdekirina baweriya gel bi performansa jinan wekî hevparên biryarên siyasî dan destpêkirin.

Rêxistin bernameyên rahênanê yên girêdayî jinên Lîbyayî di çarçoveya projeya Qadre de, ku ji aliyê hejmarek rêxistinên navdewletî ve tê serperiştiya, di nav de Yekîtiya Ewropî, organîze dike. Nêzîkî 30 jin ji hemû bajarên Lîbyayê beşdarî perwerdehiya duyemîn bûn, bi atolyeya perwerdeyê ya ku bi sepana Zoom ve hatî destpêkirin, tê de gelek jin ji bajarên rojava, başûr û rojhilatê welat beşdar bûn.

Civaka sivîl û jin

Seroka rêxistina Meras Besma El-Werfelî diyar kir ku rêxistina Meras dê di heyama bê de di çarçoveya projeya Qadre de, atolyeyên têkildarî karê rêveberên navendên hilbijartinan û çavdêrên proseya hilbijartinan û çavdêrên medyayê li dar bixe, bi armanca perwerdekirina jinan li ser girîngiya xebata siyasî û girîngiya beşdarbûna jin di van pêvajoyan de û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Rola civaka sivîl bi hemû sazî û rêxistinên xwe ve di hişyarkirin û şopandina pêvajoyên hilbijartinê de û belavkirina hişmendiya pêwîst ji van pêvajoyan re girîng e. Rola saziyên civaka sivîl ên bi jinan re eleqedar dibin, perwerdekirina civakê û ronîkirina şiyanên namzetên jin ên di pêvajoya hilbijartinê de ye."

Nêrînên li ser Projeya Qadre

Yek ji çalakvanên siyasî li bajarê Benxazî Îlham El-Qetranî wiha got: "Projeya Qadre ji çalakiyên têkildarî jinan cuda ye, ji ber ku ew jinên Lîbyayî teşwîq dike ku bi awayekî aktîf beşdarî xebatên siyasî bibin. Projeyê şiyana beşdaran zêde kir ku li ser platformên medyayî yên cihêreng, çi herêmî û çi navneteweyî xuya bibin û mekanîzmaya mijûlbûna bi mijaran û ravekirina wan ji bo bernameyên xwe yên hilbijartinê, da ku baweriya welatiyan bi dest bixin û şiyana jinan a pêşengtî û wergirtina erkan nîşan bidin."

Endamê fakulteya hiqûqê li zanîngeha Benxazî û endamê Meclîsa Damezrîner a Pêşnûmeya Destûra Bingehîn Ibtîsam Behîh wiha anî ziman: "Jin di jiyana siyasî de bi gelek kêşeyên ewlekarî, siyasî û civakî re rû bi rû dimînin, bi dûbarekirina îmaja stereotipîkî ya jinan di civaka Lîbyayê de, ya ku rolek mezin di danîna jinan di çarçoveyek diyarkirî de lîst ku beşdariya wan a siyasî û şiyana wan a birêvebirina cihên serokatiyê û postên siyasî sînordar dike."

Li gorî Rêxistina Jinan a Neteweyên Yekbûyî, herêma Ereban herî kêm beşdariya jinan di jiyana siyasî de li cîhanê tomar kir, ew di beşdariya siyasî de di rêza cudahiya zayendî de, bi rêjeya tenê ji sedî 15.2 di rêza herî kêm de ye, herêm li paş navîniya cîhanî ya ji 22.1 jinên ku di parlementoyê de cih digirin paş de maye.