Li Kanadayê yekem car jinek xwecih wek Waliya Giştî hat hilbijartin

Li Kanadayê piştî 154 salan cara yekem, jinek xwecihî wekî Waliya Giştî hate peywirdarkirin. Mary Simona 73 salî ya xelkê Inuit ê ye diyarkir ku, pêwîste mirov bi rabirdûyê re li hev be û got: “Ez ê Kanadayek baştir ava bikim.”

Navenda Nûçeyan - Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ragihand ku wî Mary Simon wekî waliya giştî destnîşan kiriye. Rojnameya La Presse jî li ser Mary got: "Yekem waliya xwecih ya Kanadayê heye.” Queen Elizabetha ku fermî Serokwezîrê kanadayê ye,  dema di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku ewî pejirandina vê yekê kêfxweş bûye, Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau jî got, "Îro, piştî 154 salan, welatê me bendek dîrokî derbas dike."
"Pêwîste mirov bi rabirdûyê re li hev be
Mary Simon a 73 salî, dema ku sond xwar got, "Ji 154 sal berê dema Federasyona Kanada hate damezrandin heta niha ew ê yekem xwecîh be ku nûnertiya monarşiyê dike.” Mary Simon spasiya  yên cesaret dayînê û alîkariya wê kirine û got, “Ez wekî xwecihek, fam dikim ku li seranserê welêt ew qas êş û azar heye. Li gel wê jî pêwîste mirov bi rabrrdûyê re li hev be û ez ê hewil bidim, bi gelê Kanadayê re Kanadayek baştir avabikim.”
Werger: JINHA