Li heremên dagirkirî jin bi gefan re rû bi rû ne: Em bêdeng namînin

Berdevka Rêxistina Kongra Star Rîhan Loqo polîtîkayên li dijî jinan li herêmên dagirkirî û biryarên nû yên ji aliyê çeteyên Feyleq El-Şam ve, di roja daxuyaniya wezareta karên derve yê Emerîkayê de hatine girtin nirxand.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo -  Bi salan e jin li herêmên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yê ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî ve hatine dagirkirin, di bin her cure kiryarên xirab de ne. Hebûna komên çete li van herêman, dibe sedem ku tu rêgez û pîvanên exlaqî nemînin û jin roj bi roj bi xeterên mezin re rû bi rû bimînin. Yek ji van kiryarên derexlaqî jî biryara komên çete yên Feyleq El- Şam e. Komên çete niha jî li Efrînê bi dengê serçeteyek banga pirzewaciyê dikin.

Ji Feyleq El-Şam biryarek bi 'gef' ji bo jinan!

Berî çend rojan li Efrînê ji aliyê komên çete yên Feyleq El-Şam ve, biryara pirzewaciyê hat girtin. Dengê serçeteyekî ku gihîştiye me, bangewazî li hemû çeyetan dike ku çeteyên zewicî bin, bila careke din bizewicin û ev bi hinceta ku rêjeya jinên hevjînê wan jiyana xwe ji dest dane li wan herêman zêde bûye. Her wiha daxwaz ji jinan dike ku ew jî hevjînên xwe bidin zewicandin. Di heman wextê de gefan li jinên ku vê biryarê red dikin dixwe û dibêje; 'jina ku biryarê qebûl neke, bila hevjînê wê tenê me agahdar bike, da ku em dewriyekê ji jinan bişînin, wê dîl bigrin û bixin girtîgehê heta ku hevjînê wê 4 jinan li ser wê bizewice.' Ew serçete zewaca 4 jinan wekî cezayê jina ku vê biryarê red dike, pênase dike.

Berdevka Kongra Star a Rojava Rîhan Loqo vê mijarê û aliyên ku cesaretê didin van çeteyan ku polîtîkayên wiha li ser jinan bimeşînin, nirxand.

'Dagirkirina Efrînê û polîtîkayên li dijî jinan bersivek ji şoreşa jinan a dîrokî re bû'

Rîhan Loqo ya bal kişand ser dagirkirina Efrînê, got ku dewleta tirk xwest bi vê dagirkeriyê êrişî şoreşa jinan a dîrokî ya di sedsala 21'ê de û bi hezaran jin beşdar bûnê bike û wiha domand: "Her ku jin li ser asta herêmî, Kurdistanî û cîhanî rêxistina xwe xurt dikin, asta zanista xwe kûrtir dikin û ber bi yekitiyê ve diçin, êrîşên dijwar li ser hebûn, nasname û erdîngariya wan zêde dibin. Efrîn mînaka herî berbiçav e. Jinên ku heta niha li herêmên xwe têkoşînê ji bo hebûna xwe dikin, bi gelek sûcan pêşberî çavên dinyayê rû bi rû tên ji tundî, qetilkirin, destdirêjî û hemû cureyên tundiyê. Bi darê zorê keçên ciwan bi çeteyan re tên zewicandin. Li şûna perwerdeya zimanê dayikê bibînin, zarok li ser fikir û bîrdoziya DAIŞ'ê û dewleta tirk tên perwerdekirin."

'Daxuyaniya wezareta karên derve ya Emerîkayê hevkariya bi Tirkiyeyê re nîşan dide'

Rîhan Loqo bal kişand ser daxuyaniya berdevkê wezareta karên derve yê Emerîkayê Matthew Miller ku di 2'ê Tebaxê de dabû û ev tişt anî ziman: "Di daxuyaniyê de dagirkirina Efrînê rewa tê dîtin û spasiya dewleta tirk a dagirker ku ew bi xwe çêkerên çeteyên DAIŞ’ê û hemû komên çete ye, dike. Daxuyaniyek wisa, teqeziyê li ser hevkariya hemû hêzên hegemon di dagirkirina Efrînê û polîtîkayên ku niha li wir rû didin e dike û di serî de jî Emerîka. Di heman wextê de ew jî xwedî rol û hevkarê qetilkirina jinan li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ne. Bi taybetî spasîkirina dewleta tirk li ser hewandina koçberên Sûriyeyê, ev bi xwe cesaretê dide dewleta tirk ku hîn bêtir di binpêkirinên xwe de bê hesab tevbigere. Her wiha nedîtina guhertina demografiyê li Efrînê û nenaskirina wê wekî sûcekî der heqê gelê wê yê resen de, ku dikevin rêza sûcên şer ev bi xwe cihê gumana e."

Di roja daxuyaniyê de, Feyleq El-Şam derheqê jinan de biryar digre!

Rîhan Loqo da zanîn ku daxuyaniya berdevkê wezareta karên derve yê Emerîkayê cesaret daye çeteyên Feyleq El-Şam û wiha biryarên di wê rojê de hatine girtin bilêv kir: "Biryareke wisa girtin ku her çeteyek dikare bi çar jinan re bizewice. Ev rewşa bê aramî û bê ewlehiya li wan herêman zêdetir dike, metirsiya li ser azadî û jiyana jinan hîn bêtir kûrtir dike. Bi vê biryarê gelek riyan li pêşberî jinan digrin û tenê riya pirzewaciyê vekirî dihêlin. Tundiya ku tu hevok nikare wê vebêje, li wan herêman tê kirin. Biryareke wiha qirkirinek li ser nasnameya jinan e. Nedîtina van sûcan ji aliyê NY, saziyên parastina mafên zarokan û rêxistinên mafên mirovan, bi xwe sûcek e."

'Serî netewînin, em bêdeng namînin'

Rîhan Loqo careke din wekî rêxistin û tevgerên jin helwesta xwe bi bîr xistin û wiha pêl da gotinên xwe: "Em ziraviyên polîtîkayên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî baş fêm dikin lê em ê tu carî bêdeng nemînin û qirkirineke wiha nepejirînin. Wê biryarên li herêmên dagirkirî tên girtin, bandorê li jinên herêmên me yên rizgarkirî nekin û tirsê nedin avakirin. Jinên îro pêşengiya şoreşê dikin, wê dawî li dagirkeriya tirk û çeteyên wan jî bînin. Divê jin li hemberî çeteyan û hişmendiya desthilatdar û baviksalarî serî netewînin. Em ê hîn bêtir asta têkoşîn û hevgirtinê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistan, Rojhilata Navîn û giştî cîhanê bilindtir bikin."

‘Siyaseta dewleta tirk a dijberî jinan eşkere bikin’

Rîhan Loqo bangawazî li jinan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Jinên ku ji bo azadî û mirovahiyê dixebitin û dilê wan lê dide, berê xwe bidin qadên parastina mafê mirovan û li hemberî kiryar û binpêkirinên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê û hevkarên wan, helwest nîşan bidin. Pêwîst e siyaset û êrîşên wan ji tevahî cîhanê re der heqê jin, zarok, xweza û erdnîgariya ku herêma me Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî roj bi roj bi qirkirinê re rû bi rû dimînin de, eşkere bikin. Em hemû jî xwe berpirsiyarên parastina jinên herêmên dagirkirî bibînin."