‘Li herêma Kurdistanê jin di navendên biryardanê de nînin’

Siyasetmedar Gulîstan Seîd bal kişand ku li herema Kurdistanê jin di navendên biryardanê de nînin û got beşdariya jinan di navendên biryardanê de nîşaneya wekhevî û demokrasiyê ye.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Ev nêzî 33 sale hikumeta herêmê desthilatdare, lê belê heta niha li gora pêwîst jin di navendên biryardanê de nîne. Siyasetmedar Gulîstan Seîd a derbarê mijarê de axivî anî ziman ku beşdariya jinan di navendên biryardanê de ji wekhevî û demokrasiyê nebe nabe ye.

Siyasetmedar Gulîstan Seîd diyarkir ku beşdariya jinan di navendên biryardanê de dê bibe sedemê aramî û demokrasiyê û got, “Beşdariya jinan a di navendên biryardanê de li herêma Kurdistanê ne di asta pêwîst de ye. Di asta pêwîst de jinan pêwîra bilind negirtiye, yan jî di hemû partiyên siyasî de di navendên biryardanê de jin nayên dîtin. Beşdariya jinan di navendên biryardanê de û pêwirên bilind de wê bibe sedemê avabûna aramî û aştiyê. Ji derveyî wê jî xizmetkirina bi fikrê jinê û bi destxistina wekheviya zayendê, evane bi giştî bandorê ava dike. Lê belê li herêma Kurdistanê ev rêje di asta kêm de ye û tenê weke kota ji sedan 25’ê jinê jî di navendên biryardanê de cihê xwe nagrin.”

‘Pîvanê demokrasiyê beşdarbûna jinan e’

Gilîstan Seîd derbarê beşdarnebûna jinan di pêwîrên bilind û nevendên biryardanê de wiha got: “Bejdarnebûna jinan bû sedem ku rêvebirina hikumetê ne bi dest jinê be, ji ber vê jî kêmaniya ku  ava kiriye ew jî nebûna aştiyê ye. Weke çawa niha li herêma Kurdistan aştî nine, di nava hemû civakê de tundîtûjî serî hildaye. Aramiya siyasî cihê xwe nekiriye, hertim xelk di qeyrana siyasî, aborî û zagonî de ye. Beşdariya jinan di navendên biryardan û pêwîrên bilind de wê bibe sedemê anîna demokrasiyê, jin û mêr wê wekhev bikarin erkê xwe bicih bikin. Karkirina jinan di ew cihên ku kar têde kirin de belgeyeke ji bo jinan ku dikarin di hemû qadan de kar bikin û badora xwe li wê cihê bike. Ji ber wê ger rêjeya bejdariya jinan di navendên biryardanê de zêde nebin, wekheviya civakê û demokrasî çênabe.”

‘Hebûna jinan tê redkirin’

Gulîstan Seîd da zanîn ku çend sedemên beşdarnebûna jinan di navendên biryardanê de heye ew jî ji ber sîstema desthilat daye avakirin e. Gulîstan Seîd anî ziman ku zagonên ku partiyên siyasî xwe li ser avakirine, ne demokratîk e û nikarin beşdariya jinan zêde bikin. Gulîstan Seîd wiha domand: “Jin astengiyan ji desthilatê re çêdikin, li aliyek din xwe weke layîqî astên bilind nabînin ku hertim di navendê de pêwir bigrin, di demekê de ku jin dikarin xwedî biryar bin û rola wan hebe. Ew sistema ku desthilate aqlê mêrsalariye û xizmetê ji bo aqlê mêrsalariyê dike. Gelek giringî bi sepandina vî aqlî didin, ewqas kar ji bo aştî û demokrasiyê nakin. Ji derveyî ev tiştên ku me behs kirî. Sedemên din jî hene ku hebûna jinan red dikin, xwe radestî partiya siyasî û serkirdeyên partiyên siyasî dikin. Eve jî jinan naxin navendên biryardanê û naçin navendên biryardanê.”

‘Jin bi têkoşîna xwe dikarin demokrasiyê binîn’

Gulîstan Seîd destnîşan kir ku beşdar nekirina jinan qelsiyê ji bo her dû çengên demokrasî û yeksaniya civakê çêdike û got: “Yek ji hewlên ji bo başkirina rewşê, amadebûna jinan bi xwe ye û hewla jinan e. Ji ber tu alî û kesek pile û pêwîrekê nade jinan. Divê jin bi xwe hewl bidin û di dîrokê de jî îsbat kiriye ku bi hewla jin û jinan gihane armancê.”

Gilîstan Saîd bi bîrxist ku xwe perwerdekirina jinan di aliyê fikir, zanist, rewşenbîr û siyasetê de dibe alîkarî ji bo pêşketina jinan û destnîşan kir ku ger jin bi xwe hewl nedin, bê guman wê di partiyên siyasî de were marjînalkirin. Gulistan Seîd wiha got: “Her tim astengî û rêgirî heye, lê belê hewldana jinê wisan dike ku dikare guheîrnê di xweza û sîstemê de çêbike. Jinan bi xwe bi dikarin ji bo başkirina rewşê di navendên biryardanê de bibin xwedî rol. Ev jî bi têkoşînê çêdibe. Herçend partiyên siyasî hewla tinekirina herêmê bide, jin bi yekgirtina jinan dikare hêza xwe bikin yek û bejdarî navenên biryardanê bibin û rewşa herêmê ber bi baş bikin û aştî, aramî û demokrasiyê bînin herêmê.”