Li Filistînê geşedanên gîştî û hewildanên jinan ên ji bo hilbijartinê

Piştî 15 salan, Filîstîn di ezmûna hilbijartinê re derbaz dibe. Li ser vê mijarê Endama Meclîsa Niştimanî ya Filîstînê Rîma Nezal dibêje: “Tevî geşedanên giştî û rolên jinan jî hina di qanûnana de guhertin pêk nehatin e.”

TEHRÎR BENÎ SAXIR
Remala – Xebatên jinên Filistînê ji bo hilbijartinan didomin û dixwazin di qada siyasetê de hîn zêdetir xebatên xwe bidin dîtin. Endama Meclîsa Niştimanî ya Felastînê  Rîma Nezal diyar kir ku dema mijar dibe mafên jinan xebatên meclîsa zagonan a dabaşkirî tê astengkirin û xîtabên fermî bi derxistina zagonan di gulana 2021’an de bê li darxistin. Beriya diyar kirina dema hilbijartinê û xwestina zagona parastina mafên malbatê, ji hêla ol ve biryar tên girtin. 
Li ser vê mijarê û geşedanên mafê jinan ên li Filîlstînê hatine pêşxistin Endama Meclîsa Niştimanî ya Felastînê Rîma Nezal bersîva pirsên ajansa me NUJINHA da.
Lêkolînên we çawa bandor li rastiya jinan kir?
Ji xwe ev pirs ya kadro û rêveberên Femînîst e, da ku şîroveyek berfireh bikin. Li belê piranî gotarên min a heftane li ser geşedanên ku li ser asta mafên jinan, rexne yan jî redkirina guherînek qanûnî û altirnatîfên wê, çiqas jê sûdwergirtine ye. Her wiha helwestên femînîst li hember dijberan û altirnatîfên demokratîk ji dewleta serdest kontirol bike û bi gîştî veguherîne bingeha tevgera femînîst.
Di aliyê min de jî, min dikarî bi riya nivîsên xwe bandorek li navendên biryargirtinê bikim û hewildanên tevgera Femînîst tên meşandin li ser asta zixtkirin û pêşketinan bi taybet di warê başdarbûna siyasî û pêkanîna qanûnên hilbijartinên Demokratîk, bi başdarbûna komên civakê yên hatine paşguh kirin bi taybet jin û ciwan, ji ber şopandina min ji jinan re di navendên biryargirtinê de li ser asta herêmî û navendî wek navendên fermî şaradarî û meclîsên gundan û partiyan re bi êş û ezmûnên wan re têkîldarim. Bandor ewe ku rastî û bernameyên ku têdighêjin belav bikim.
Min hewilda ku bibim dengê wan yê herî bilind, bi weşandin û analîzkirina ezmûnên wan ên di çarçoveyên Neteweyî û Civakî de. Bi taybet ezmûnên endamên jin û meclîsên herêmî, ji ber ku bi domdarî û şopandinê encamê hilbijartinan tên zanîn.
Nebûna Meclîsa Zagonan çawa bandor li rastiya jinên Filîstînî kir?
Feleçbûna civînên Encûmanên zagonan di 2007’an de di dema dabeşbûnê de, dikarî gelek xebat bike. Ango diyalogên nîqaşê bi aliyên cihreng re pêk bianiya bêy ku li awertiya rewşê binêre, dabaşbûn bandor li biryara tevlîbûna li hevkirinên Navneteweyî kir ku filîstîn di 2012’an de beşdar bûye. Bêyî ku alîkariy ji welatan li dora 100 peymanan pesend bike û bibin yek. Her wiha li ser rakirina hemû cureyên cudakariya li dijî jinan di meclîsê de bihata nîqaş kirin û erêkirin li ser beşdarbûn û rewa kirina wê bikira.
Her wiha dabeşbûn bandor li erêkirina zagonan ya filîstînê kiriye. Bi taybet tevgera Femînîst ku bi pêşnûme qanûna Rewşa Kesan û qanûna parastina malbatê bi alîkariya komeleyên sivîl ên têkîldarî zagonan. Wê bi erêkirina serokomarê wêderê bi saya derketina mekanîzmaya biryarek qanûnî de bê kirin.
 Helbet, xebatên Encûmena Zagonan ev 15 sale hatiye betal kirin. Nêzî 300 biryarên yasayî li gorî serweriya serokomar ji hêla xala 43 ya Zagona Bingehîn ya rewşên ewerte hatine derxistin. Lê mixabin ti biryarên ku têde mafên jinan hebe nehatiye girtin.
Jinên Filîstînê ji aktîfkirina Encûmena Zagonan çi hêvî dikin?
Hêviyên me ewe ku Encûmana Zagonan bi erkên xwe rabe û karûbarên xwe yên jêre hatine peywirdar kirin an baweriyê bi hikumetê bike yan red bike. Her wisa hemû civînên xwe bi rêk û pêk sazbike û guhdarî pirsgirêkên çavdêrî li ser kêmasiyan û xemsariyê da ku valahiyan çareser bike ango bi erkê xwe rabin.
Her wiha em hêvîdarin ku Encûmana Zagonan li ser qanûnên ku di derbarê jinan de nehatiye erêkirin. Divê civîn li ser zagonên navbera aliyên dijber de bê li darixistin,  ‘komîteya wekheviya Dadweriyê'  hêviya me ewe ku Meclîs bi nîqaşên erêkirina payman û lihevkirinên ku welat di rewşên awerte de û di bin serweriya serok Mehmud Abas de tevlî wan bibe.
 Têgihinên beşdariya jinan di hemû aliyên demokratîk de cewherê mozeyîka civakî vebêje. Cudabûna ku mêran dixin xendeqekê  û jin dixin ya din de jî ji holê bên rakirin. Divê bizanibin ku jin cewhera çandî ya civakê ye û girêdanên wê yên bîrdozî û rewşenbîrî ne. Ramana ku jin nikarin bê hilbijartin were betalkirin û rastiya nasnameya hişmendiyê di civakê de nêrîn û nirxên piralîbûnê bidin nîşan kirin.
 Zagon an serastkirina qanûnê çîqas di derbarê  jinê de ne?
Bê guman, hewcedariyek lezgîn bi zagonên ku di derbarê jinê de bên derxistin heye. Di nav de zagona Rewşa Kesan, zagona cezayê û zagona parastina Malbatê ji tundiyê, pêdiviya bi zagonên mafên jinan heye weke zagona Ewlehiya civakî, kar û h.w.d.
Her wiha pêwîstiya me tenê bi zagona jinê nine, divê zagonên ji Filîstînê re bên tomarkirin;  mînak qanûna rewşa kesan li Bankerîa Rojava (difa xerbî) ya Urdinî ye ku di sal 1976’an de hatiye derxistin. Li Kantona Xezayê jî zagona Misrê di sala 1954’an de hatiye ragihandin. Her wiha qanûnên cezayê li Difa Rojava zagona Urdinî tê meşandin, ya Misrî sala1936’an li Xezayê tê pêkanîn. Her wiha li Qudsê zagonên Urdinî, Îsraîlî, û Birêtanî tên sepandin.
 Hemî qanûn hatin guhertin û pêş ketin û rastiya gîştî jî hate pêşxistin, rolên jin hatin guhertin. Lê mixabin hîn jî qanûn van geşedanên ku di jiyanê de hatiye pêk anîn bawer nakin. Ger zagon kevin bimînin helbet wê kesên tevger bikin û seraskirinê bixwazin jî hebin.
Sedemê kêmbûna jinan di Navendên biryargirtinê de çi ne?
 Çanda cudabunê dibe asteng ji bo gihiştina qadên biryargirtinê. Çanda keneperest xebatên taybet ji jinê re dihêle û ya gîştî û biryargirtinê jî ji mêr re vediqetîne. Wek mêr di qadên siyasî, abori û biryargirtina gîştî dike, ger hesabxwestin ji mafên wê bê kirin xebatên wê di nav bera mal perwerde û tenduristiyê de sînordar dike.
 Her wiha tevî deskeftiyên ku jinê ji aliyên xwendinên bilin ve  bi desxistiye. Hîna jî ew zihniyeta ku dabeşkirin xebatê li gorî astan digirin dest.
 Li aliyê din jî, nebûna vîna siyasî di biryargirtinan de, her wisa dewlet bandorek dûrî  rastiyê derdixe holê. Bi peymana Sîdaw û ya mafên mirovan li hev dike lê di piratîkê de pêk nayê. Ev peyameke ku hêviyê ji hêzên kevneperest û îdiyolojiya wan re erê dike ye.
Kesên ku di civakê de li hemberî tevgera femînîst bi êrîşkirina navendên biryargirtinê û saziyên jinan û çalakvanên mafên mirovan bê navber bi alîkariyê Eşîr, êlan û rêxistinên olî civîn û xwepêşandanan li qadan dikin. Ev yek jî bo paşxistina hikumetê bi erêkirina zagonên parastina malbat û mafên jina pêk bîne.
Di hilbijartinên zagonanên herêmî de hebûna Koteyan bes e? 
Li bendê mayîna pergala koteyan ku armancên gihêştina jinan di qada biryargirtinê de bersivak herî bi wateye. Pergala kota bêyî guhertina civakî û mekanîzmayên ku hebûna  xwe veguherîn kêliyên guncaw û beşdarbûna dadweriyê bibe ne pêkane ye.
Pergal kot ne fanûsa Alai AL-Dîne, bi taybet bi zihniyeta mêr, eşîr û malbatî ku biryara serweriya biryargirtinê bi destên mêran deye. Kota bandora xwe winda kiriye beriya di piratîkê de pêk were.
Pergala kota  bi tenê nikare beşdarbûna jinan di biryargirtin û pêkanîna wekheviyê di qada siyasî de pêk bîne. Nêrînên dijberî qanûnên siyasî ya ku peyama civakî li ser bingeha zagona îradaya siyasî daye diyarkirin û qebûlkirinek ji hêla zagona navneteweyî û berpirsiyariya xwe daye nîşan kirin. 
Bêyî polîtîk û rêbazan wê pêşveçûn di cihê xwe de bimîne. Da ku guhertinek civakî li hemberî jinê were kirin. Ya girîng helwesta jinê ji kesayet û baweriya xwe bi hêza xwe re û çareseriyeke kesiyatî di mijara barên giran bi tenê rakin û ji bo hevsengiyek di navbera rolan de di rêveberên gîştî  û taybet de bên vedîtin.
Hejaye bi bîr xistinê ye ku Rîma Nezal di heman demê de Endama Serkotiya Gîştî ya Yekîtiya Gîştî ya Jinên Filîstînî û Seroka Komeleya Najda ya Pêşxistina Jinan û Hevrêzkarê Hevbendiya Niştimanî ya Jinan e ji bo cîbicîkirina Biryara 1325 an ne.