Jinên Swîsreyî ji bo rûniştina duyemîn a ji sedî 100 a jinan amade ne

Li Civata Federal a Swîsreyê, piştî sala 1991’an, cara duyemîn dê rûniştina ji sedî 100 a jinan pêk were. Armanca rûniştina duyemîn ji sedî 100 jinan a di bin pêşengiya rêxistina jinan a Alliance F, ku di sala 2021’an de, were li dar xistin pîrozkirina 50’emîn salvegera mafên dengdana jinan e.

Navenda Nûçeyan -  Rûniştina Jinan a 2021’an a di meha Cotmehê de li Qesra Federal dê were li dar xistin. Di Qesra Federal de 200 endaman Konseya Neteweyî û 46 endamên Konseya Eyaletan  heye. Alliance F ragihand ku ji ber zêdebûna serlêdanan ji bo namzetan, dîroka serlêdanên namzetê hatiye dirêj kirin. Ji bo danişîna Jinan, a di bin pêşengiya rêxistina jinan a banê Alliance F de zêdetirî 1400 jin ji bo bernamzetiyê xwe amade kirine, ji ber ku serlêdanên bernamzetan ji bendawariyê zêdetir bû, niha ji berdewam dike. Tê ragihandin ku ji bo diyarkirina navên ku beşdarî rûniştinê bibin ji sibê şûnde du hefte dê hilbijartinên vekirî werin kirin. Di heman demê de tê diyar kirin ku ji bo namzetan pîvanek taybet tune ye.
Çima rûniştina duyemîn di 2021’an de ye?
Jinên Swîsreyî di heman demê de plan dikin ku runiştina ji sedî 100 jinan a yekem ku di 1991’an de, pêk hat bi lidarxistina rûniştina duyemîn, di sala 2021’an, di salvegera 50’emîn mafên dengdana jinan de pêk binin. Di rûniştinê de ji her deverên Swîsreyê dê 246 jin cih bigrin û dê pirs û gavên bilez ên ji bo gihiştina wekheviyê bi pirsên parlamentoyê yên komîsyonek taybet a ku tenê ji bo vê armancê hatî damezrandin gotûbêj bike. Konseya navneteweyî û Konseya Eyaletan.
Rêjeya jinan di Konseya Navnetewî de di asta ji sedî 42 de ye
Di rewşa heyî de rêjeya jinan di Konseya Niştimanî de di asta ji sedî 42 de ye. Ev ast di tu serdeman de qet negihîştiye vê astê. Lêbelê, daxwazên jinan wek xwe dimînin. Di rûniştinê de jin dê diyar bikin ka dê çi bikin. Di vê çarçoveyê de, perspektîf û nêzikatiya jinan di gelek waran de wekî dîjitalîzasyon, çandinî û aborî dê ji hêla jinan ve were diyar kirin.
Alliance F di derbarê serlêdanên wekî namzetên hilbijartinan de daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî berlav kir û wiha dibejê: “Jinên ji çar aliyên Swîsreyê ji bo rûniştina jinan a 2021 ku dê li Qesra Federal di 29 û 30 Cotmehê de were li dar xistin mehek wan heye ku xwe qeyt bikin. Piştî muhleta qeydkirinê ya Îniya çûyî, encam zehf bi cesaret bû. Zêdetirî 1400 namzetên jin û dora 12,000 hilbijêr qeyt bûn. Hilbijartin dê di nîvê meha Gulanê de dest pê bike. Ji ber zêdebûna serlêdanan, ji bo serlêdanên namzetê dîrok hate dirêj kirin."
Alliance F  çi ye?
Alliance F xwe wekî "dengê jinan di siyaseta Swîsreyê de" bi nav dike. Ew berjewendiyan temsîl dike da ku wekheviya jin û mêr pêk were. Ew rêxistinek sîwanê jinan e ku ji siyasetê bigire heya civak û cîhana karsaziyê gelek rêxistinên jinan tê de ye. Alliance F ji zêdeyî 100 rêxistinên jinan pêk tê ku 120 sal berê hatin cem hev û rêxistinek sîwan ava kirin. Di nav endamên wê de jin û mêr ku hemî endamên partiyên cûda yên siyasî cîh digrin.
Werger: JINHA