“Li Efrînê her çiqas nav were guhertin jî îdeolojî heman e”

Hevseroka Meclîsa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya Efrînê Şîraz Hemo şer û pevçûnên li herêmên dagirkirî ya di bin kontrola çeteyên bi pare de nirxand û diyar kir ku her çendî nav hatine guhertin jî lê belê heman îdeolojî ye û binpêkirin nehatine guhertin.

RAPARÎN BAKIR

Şehba – Herêma El Bab ya girêdayî Rojhilatê Helebê ku di bin kontrola leşkerên bi pare yên Eniya Şam û di navbera Liwaya Hamza de pevçûn derket. Ev pevçûn bi bejdarbûna komên din mezintir bû. Heyet Tehrîr El-Şam beşdarî pevçûnan bû. Di vê çarçoveyê de Heyet Tehrir El Şam (HTŞ) navenda herêma Efrînê û Cindirêsê xist bin kontrola xwe. Her wiha pevçûnên di navbera Heyet Tehrir El Şam û komên din de berdewam dike. Nakokiyên ku li herêmên di bin kontrola Tirkiyê û hêzên din Sûrye de ne nû ne.

Hevseroka Meclîsa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya Efrînê Şîraz Hemo geşepêdanên vê dawiyê yên li herêmên di bin kontrola hêzên din de û bandora wê ya li ser jinê nirxand.

“Di şexsê jinan de wê civak bibe hedef”

Şîraz Hemo diyar kir ku bi ketina Heyet Tehrîr El Şam ya Efrinê re wê rewşa jinan hin xirabtir bibe û wiha got: “Bi hatina Heyet Tehrîr El Şamê re wê rewşa jinan hîn xirabtir bibe. Binpêkirin û pêkanînên di şexsê jinan de  hemû civakê dikin hedef wê neyê guhertin. Da zanîn destê îstîxbara Tirk di nav van pevçûnan de heye.”

“Nav cûda ye lê Îdeolojî yeke”

Şîraz Hemo der barê nêzikbûna rejîma Sûriye û Tirkiye de wiha got: “Hemahengiyên koordînasyona ewlehiyê ya  di navbera dagirkeriya Tirk û Sûriye de di salên qeyarana Sûriye de jî ne sekinîn. Ji ber wê yekê em dikarin binêrin bi hatina Heyet Tehir El Şam ya Efrinê re wê çi bi qewime.”  

Şîraz Hemo wiha domand: “Nav cûda ye lê belê hemû ew çeteyên ku li herêmên dagirkerî îdeolojiya wan heman e. Em ê tu guhertinan nebînin. Heyet Tehrir El Şam zextê li azadiya fikrî dike û di torên dîjîtal de darizandina çalakvanan û wê hemwelatî porên xwe çawa jê bikin û heta ew tiştên ku li ber xwe dike, gelek dişibe pêkanînê DAÎŞ’ê û mudaxeleya hurguliyên herî biçûk yê jiyanê dikin.”