“Li dijî komkujiya Helincê me têkoşîn û berxwedana xwe bilind kir”

Berdevka Kongreya Star a Rojava Remziya Mihmed têkildarî komkujiya Helincê û her sê jinên pêşeng de nirxandin kir û da zanîn ku li dijî êrîş û hedefgirtina jinan em têkoşîna xwe xurt dikin û planên dijmin vala derdixin.

 

ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo – Dewleta tirk ji bo îradeya jinan bişkîne, her tim êrîşî rêxistinên jinan dike û jinên pêşeng dike hedef. Di 23’ê Hezîrana 2020’an de dewleta tirk bi rengekî hovane êrîşî gundê Helincê yê Kantona Kobanê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encamê de Endama koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, Endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê Berdevka Kongreya Star Remziya Mihmed der barê hedefgirtina jinan û komkujiya Helincê de nirxandin kir. 
Planên hedefgirtina rêxistinên jinan
Remziya planên hedefgirtina rêxistinên jinan nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Hedefgirtina jinên têkoşer di nava salên dawî de pir zêde bûye, ji ber di şoreşa me ya li Rojava - Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de, jin roleke pir girîng lîstin û gavên pir pîroz avêtin. Her wiha yên ku serkêşî û pêşengiya şoreşê kirin, jin bûn. Jin ji tevahî pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî nava kar û xebatê bûn û êdî rêxistinên xwe dan avakirin. Dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên DAIŞ’ê bi êrîşên li ser herêmên me dixwestin dest deynin ser destkeftiyên me û îradeya civaka me bişkînin, ev yek jî destpêkê di riya hedefgirtina jinan de xwestin bikin. Armanca van kiryaran ew e ku rêxistinên jinan lawaz bikin û çavên jinan li vîna azadiyê bigrin.” 
Li dijî komkujiyên der heqê jinan de têkoşîna jinan bû bersiv
Remziya bal kişand ser komkujiya gundê Helincê yê Kantona Kobanê û wiha domand: “Gelek pêşeng û siyasetmedarên me ji aliyê dewleta tirk ve hatin hedefgirtin û di encamê de jiyana xwe ji dest dan. Komkujiya Helincê û hedefgirtina Endamên Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayike Emîne Weysî bi zanebûn bû. Ev komkujî berî niha plana wê hatibû kirin, xwestin bi vê yekê kombûna jinan belav bikin. Li dijî vê komkujiyê hejmarên mezin ji jinan beşdarî nava Rêxistina Kongreya Star bûn û sozdariya xwe bi doza têkoşînê re mayinde kirin.”
Zehra Berkel ji bo azadî û doza jinan di nava xebatê de bû
Remziya kar û xebatên Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel bi bîr xist û wiha bi dawî kir: ”Zehra jineke di nava hemû qadên jiyanê û xebatan de cihê xwe girtibû. Gelek kar û xebatên civakî li Herêma Firatê daye meşandin û mora keda xwe lê daye. Zehra her tim di nava gel de û li qadan bû, ji bo ku jin bigihîjin azadî û doza xwe dixebitî. Hedefgirtina jinên pêşeng ne bi Hevrîn Xelef dest pê kir û ne bi Zehra Berkel bi dawî bû, beriya wan bi dehan jin ji aliyê dewleta tirk ve hatine hedefgirtin. Kiryarên dewleta tirk li her çar parçeyên Kurdistanê li ser jinan tên meşandin û berdewam dike. Beriya çend rojan jî xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz hat qetilkirin, em vê yekê bi tundî şermezar dikin. Tu carî bi êrîşan nikarin îradeya me bişkînin, bi pêşengî û hevgirtina jinan em ê hemû planên dijmin vala derbixin.”