“Li dijî êrişan bersiva jinên Til Rifetê berxwedan û têkoşîn e”

Koordînasyona Kongreya Star a bajarokê Til Rifet ê kantona Şehbayê Nazliyê Nûrî Ozo bersiva jinên Til Rifet ji êrîşên dagirkeriya Tirk re ragihand û got: “ Li dijî êrişan bersiva jinên Til Rifetê berxwedan û têkoşîn e.”

HESNA MIHEMED

Şehba - Dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ji êrîşên xwe li ser kantonên Efrîn û Şehbayê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têr nebûn, ji ber vê yekê bi riya êrîşên xwe jinên kedkar ên ku di nava zeviyan de kar dikin, kirin armanca xwe. Di dîroka 26’ê Tîrmehê de dewleta tirk zêdetirî 900 obîsan gundewarên navçeyên Şera û Şêrewa yên kantona Efrîn û navçeyên kantona Şehbayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt. Di encama van êrîşan de 6 jinên ku di nava zeviyan de li gundê Şêx Îsa yê girêdayî bajaroka Til Rifet kar dikirin bûn hedefa êrîşên dagirkeriyê û birîndar bûn. Di dîroka 1’ê Tebaxê de jina ciwan a bi navê Fehîma Reşo ya 17 salî ji ber birîna wê xeter bû jiyana xwe ji dest da. Her wiha di 4’ê Tirmehê de jî di encama êrişên dewleta tirk de 6 jê zarok 9 kes birîndar bû.

Koordînasyona Kongreya Star a bajaroka Til Rifetê yê kantona Şehbayê Nazliyê Nûrî Ozo der barê êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser bajaroka Til Rifetê û hedefgirtina jinan, ji ajansa me re axivî.

“Jinên pêşeng û leheng dikin hedef

Nazliyê Ozo di destpêka gotinên xwe de bi lêv kir ku dijmin bi awayekî rojane bi top û tivingan li herêmên ku tê de sivîl bi cih bûne êrîş dike û jinan dike armanca xwe û got: “Rojane dijmin êrîşê koçber û sivîlan dike. Di êrîşan de her dem jinên pêşeng û leheng dibin hedef û ji aliyê dijmin ve şehîd dibin. Li pêşiya çavên hemû dinyayê jinên pêşeng Sosin Bîrhat, Jiyan Tolhildan û bi dehan mîna wan bûn armanca dewleta tirk a dagirker û ew şehîd bûn, mixabin tu kes jî li hemberî van kiryaran nabe xwedî helwest. Herî dawî jinên ku di nav zeviyan de kar dikirin ji bo debara xwe bikin ji êrîşên dagirkeriya Tirk xilas nebûn û para xwe ji van êrîşan girtin. Şeş jin di van êrîşan de hatin hedefgirtin û yek ji wan jinan jiyana xwe ji dest da, yên din jî birîndar in. Li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin tên hedefgirtin.”

“Bi êrîşan dixwazin îradeya civakê bişkînin”

Nazliyê Ozo destnîşan kir ku gel ji bo debara xwe bike di nav erd û zeviyan de ye lê dîsa para xwe ji êrîşan digre û wiha berdewamî da gotinên xwe: “Ji ber şert û mercên koçberiyê yên zehmet gelek kes hene di nav erd û zeviyan de kar dikin da ku bikaribin debara malbatên xwe bikin. Divê çareseriyek siyasî ji van êrîşan re bê dîtin û êdî gel bê parastin. Dewleta tirk ji ber ku nikaribû bi riya êrîşan metirsiyek bixe nava civakê lewre jinan dike hedef û dixwaze îrade, vîn û berxwedana gel biçewisîne.”

“Bersiva jinan her dem berxwedan û têkoşîn e”

Nazliyê diyar kir ku helwest û peyama gelê Til Rifetê ji êrîşan re her ew ê berxwedan û tekoşîn be û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bersiva gelê Til Rifetê bi taybetî bersiva jinan ji êrîşên dewleta tirk a dagirker re her dem wê ew be ku tu carî ji êrîşan natirsin û wê xeta berxwedana xwe li dijî êrîşan bidomînin heta ku bigihîjin armanca xwe ya jiyana azad. Em ê her dem li ser piyan bin û li dijî êrîşan di xeta berxwedanê de bimeşin.”