Li Cezayîrê pirsgirêka temsîliyeta jinan: Ji civaka sivîl ber bi qada biryargirtinê
Jinên Cezayîrê tevî hebûna di civaka sivîl de, di qada siyasî û rêveberiyê de kêm tên temsîlkirin. Bi nêzbûna hilbijartinên 28’ê Mijdara 2026’an re, nîqaşên li ser vê hebûna di nava siyasetê de careke din dest pê kirin.
RABÎA XERÎS
Cezayîr — Jinên Cezayîrî di warên cûrbecûr de, bi taybetî di zanist, hêza kar û civaka sivîl de, berbiçav in. Lê belê ev hebûn di biryarên siyasî û mekanîzmayên rêveberiya herêmî de bi heman rengî nehatiye nîşandan. Her çendî jinan xwe di civaka sivîl û di qadê de bi awayekî xurt bi cih kirine jî temsîla wan di saziyên hilbijartî de, bi taybetî di pozîsyonên rêveberiyê de, ne bi qasî bendewariyan e.
Her ku hilbijartinên herêmî yên ji bo 28’ê Mijdara 2026’an hatine plankirin nêzîk dibin, mijara bihêzkirina siyasî ya jinan careke din derdikeve pêş. Nîqaş ne tenê li ser hebûna hejmarî ya jinan a di lîsteyên hilbijartinê de ye, di heman demê de li ser hebûna wan a çalak e. Ev hebûn çawa dikare ji temsîliyeta tenê hejmarî veguhere bandoreke rastîn û meqamên berpirsiyariyê.
Pêşengiya jinan di civaka sivîl de û valahiya li qada siyasî
Seroka Komeleya "Rahaf" û çalakvana siyasî Fatma Meşkur, têkildarî miijarê gelek pirsan deke û dipirsa gelo çima ev valahî berdewam dike û çi faktor rê li ber zêdebûna jêhatîbûna jinan digrin ku nikarin di saziyên siyasî de bibin xwedî rol û rist.
Fatma Meşkur di destpêka axaftina xwe de wiha dibêje: "Jinên Cezayîrî îsbat kirine ku ew dikarin di hemî warên girîng de bi awayê xurt hebin. Qada siyasî jî ji vê dînamîzmê bêpar nemaye lê belê rewşa heyî bêguman ne di asta ku tê xwestin de ye.” Meşkur destnîşan dike ku eleqeya zêde ya ku jinan ji bo namzediya di hilbijartinên parlamento û herêmî de nîşan dane, veneguheriye gaveke kalîteyî di navendên biryardayînê de."
Fatma Meşkur ferqa girîng a di navbera hebûna jinan di civaka sivîl û temsîliyeta wan a sînordar di partiyên siyasî û siyaseta saziyan de destnîşan dike û wiha didomîne: "Cihek zindî ji bo pêşxistina rêberên jin, parvekirina ezmûnan û perwerdeya di serokatî û parêzvaniyê de pêk tîne û Foruma Cusur, platformek girîng û bi bandor ji bo komeleyên jinên Cezayîrê, wekî mînak e.” Her wiha destnîşan dike ku jin dikaribûne hebûna xwe bi awayê xurt hem di vê qadê de, hem di qadên giştî û medyayê de ava bikin.
Perwerde tirsa îdarî û berpirsiyariyên yasayî
Fatma Meşkur, bal kişand ser gelek faktoran ku rê li ber jinan digrin bigihîjin armanca xwe ya gihîştina meqamên berpirsiyariyê û gotinên xwe wiha domand: “Ya sereke di nav van de nebûna perwerdeya pispor a warê û teorîk e ku piştgiriyê bide jinan hem beriya xebatê hem jî di dema peywira wan de. Nebûna perwerdeyê rasterast dibe sedema tirs û fikaran di navbera jinan de, ji bo rêvebirina şaredariyan. Ji ber ku rêveberiyên herêmî veguheriye qadeke têkoşînê ya tevlihev û pir hesas ku hewceyê ezmûnek berfireh a qad û hiqûqî ye."
Fatma Meşkur diyar dike ku ev fikar bi berpirsiyariyên yasayî û cezayî yên bi serokatiya meclîsa gel a şaredariyê ve girêdayî ne. Tevliheviya pergala rêveberiya herêmî, rêziknameyên berfireh ên yasayî û îdarî, çavdêriya hişk ji aliyê rayedarên çavdêr ve û pêwîstiya çareserkirina rasterast a pêdiviyên rojane yên welatiyan hemû vê barê zêde dikin.
Li gorî wê, nebûna rêberî û piştgiriya tam ji partiyên siyasî yan hikûmetê, vî barê girantir dike. Ev rewş tirsa ji xeletiya îdarî û lêpirsîna qanûnî vediguherîne faktoreke ku dibe sedema paşvekişandina hinek jinan ji armancên xwe yên serokatiyê. Meşkur tekez dike ku pirsgirêk ne kêmbûna jêhatîbûna jinan e, nebûna pergalek e ku wan ji bo bikaranîna jêhatîbûnê di bikaranîna hêz û berpirsiyariyê de amade dike.
Kêmbûna beşdariya dengdêran û zehmetiyên pêşerojê
Fatma Meşkur dibêje ku astengî tenê bi perwerde û ezmûnê ve sînordar nîn in û destnîşan dike ku bêxemiya li hemberî hilbijartinan û kêmbûna beşdariya siyasî bi qasî faktorên din bandorker in. Her wiha dibêje ku kêmbûna beşdariya di hilbijartinan de bandorek duqat a neyînî li ser jêhatîbûnên jinan dike.
Encamên hilbijartinên dawî kêmbûna beşdariya dengdêran nîşan didin ku ev valahiyek mezin di bawerî û eleqeya bi pêvajoya hilbijartin û siyasî de nîşan dide. Di hilbijartinên herêmî yên 2021’ê de, rêjeya beşdariyê ji bo encumenên şaredariyan bi qasî ji %36,58 û ji bo encumenên parêzgehan jî %34,76 bû. Di hilbijartinên parlamentoyê yên heman salê de, rêjeya beşdariyê li seranserê welat ji %30,20 bû.
Ev meyla daketinê di hilbijartinên parlamentoyê yên piştre de jî berdewam kir û beşdariya dengdêran di Tîrmeha 2026’an de ji sedî 21.24 derbas nebû.
Ev kêmbûn tê vê wateyê ku jin di hawirdoreke normal a hilbijartinê de nakevin pêşbirka siyasî. Jin bi du dijwariyan re rû bi rû ne. Ya yekem, razîkirina dengdêran ji bo çûyîna ser sindoqan û dûre jî razîkirina wan ji bo dengdana namzedek jin. Ji ber vê yekê, beşdariya kêm a dengdêran astengiyeke din diafirîne ji bo ronîkirina jêhatîbûnên jinan û pêşveçûna wan a ji bo meqamên berpirsiyariyê.
Hilbijartinên 28’ê mijdarê û rola medyayê di têkoşîna siyasî de
Di vê çarçoveyê de, hilbijartinên pêşerojê ne tenê beşek ji salnameya hilbijartinê ya birêkûpêk in. Ceribandinek rastîn a kapasîteya çîna siyasî, civaka sivîl û tevgera jinan temsîl dikin da ku baweriyê bi beşdariya siyasî vegerînin û namzedên jin ên ku dikarin karûbarên giştî bi bandor û jêhatî birêve bibin, pêşkêş bikin.
Fatma Meşkur vê pêvajoyê wekî "ceribandineke rastîn" bi nav dike. Li gorî wê, pirsgirêk ne tenê komkirina dengan an misogerkirina cihgirtina jinan di lîsteyên hilbijartinê de ye; li ser civaka sivîl û tevgera jinan e ku bikaribin namzedên jin pêşkêş bikin ku ji hêla zanistî û pratîkî ve bi têra xwe hatine amadekirin û dikarin xwe wekî alternatîfek pêbawer ji bo hikûmeta heyî saz bikin.
Li gorî Meşkur, ji bo vê pêdivî bi derbaskirina tevliheviyên yasayî û îdarî heye her weha "fobiya hikûmeta herêmî" ya ji ezmûnên berê derdikeve holê heye. Riya vê yekê ne bi teşwîqkirina jinan ji bo namzediyê bêyî dabînkirina amûrên pêwîst e lê bi veberhênana li perwerde, pisporî û mekanîzmayên piştgiriyê ye.
Fatma Meşkur kêmbûna piştgiriya medyayê wekî yek ji faktorên sereke yên ku hêza hebûna siyasî ya jinan sînordar dike dibîne. Meşkur rexne li ber nebûna nirxandina mînakên bi bandor ên jinan di siyasetê de dike û dibêje ku xuyankirina ezmûnên serkeftî ji bo teşwîqkirina nifşeke nû ji bo tevlîbûna xebata siyasî û ji bo guhertina klîşeyên li ser kapasîteya jinan a berpirsiyariyê û girtina biryaran pir girîng e
Fatma Meşkur bawer dike ku meseleya hêzdarkirina jinan êdî ne tenê li ser zêdekirina hejmara jinan di lîsteyên hilbijartinê û meclîsên hilbijartî de ye; divê veguhere bandoreke rastîn û meqamên serokatiyê.
Her ku hilbijartinên 28’ê Mijdarê nêzîk dibin, pirsgirêka bingehîn ji bo çîna siyasî û tevgera civaka sivîl ew e ku namzedên jin ên jêhatî pêşkêş bikin ku dikarin bi bandor di rêveberiyên herêmî de rêveberiyê bikin. Gelo ev hilbijartin dê di şikandina çerxa bêxemiya hilbijartinê û temsîliyeta qels de bi ser bikeve, yan hebûna jinan dê di qada civaka sivîl de ji mekanîzmayên biryardayînê bêhtir û xurttir bimîne?