Lêkolînera siyasî: Şer jinan xistiye navenda qeyranê
Lêkolînera siyasî ya li Kirmaşanê bal kişand ser têkiliya şer û zextên li ser jinan û got ku şer jinan xistiye navenda qeyranê, jiyana wan ber bi metirsiyê ve biriye û got: “Ji bo bidawîkirina vê rewşê divê em bixebitin.”
SABA MECÎDÎ
Kirmaşan – Li gorî amarên ku ji aliyê saziyên navnetewî ve hatine weşandin û analîzên aborî, Îran bi salane bi milyar dolaran ji bo pêşxistin û parastina çekên xwe yên mûşekî xerc dike. Tê texmînkirin ku budçeya leşkerî ya Îranê di sala 2022’yan de zêdetirî 15 milyar dolar e ku beşeke girîng ji wê ji bo bernameya mûşekî tê terxankirin. Bingehên mûşekî li navçeyên stratejîk ên mîna Kirmaşanê lêçûnên giran li ser gelê Îranê ferz dikin. Di vê navberê de, qeyranên aborî yên navxweyî yên wekî enflasyon, bêkarî û kêmkirina bûtçeya civakî bandoreke giran li jiyana mirovan bi taybetî jinan kiriye.
Ji aliyê din ve, lêkolîn nîşan didin ku jin ne tenê di dema şer de rastî tundiya fizîkî tên, di heman demê de barê giran ên aborî û civakî jî hildigrin. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, jin û zarok ji sedî 80 penaberên şer pêk tînin û di şert û mercên şer de, di warê gihandina tenduristî, ewlehî û perwerdeyê de rastî pirsgirêkên giran tên.
Der barê êrişên vê dawiyê û berdewamiya şerê navbera Îran û Îsraîlê de û her wiha sîstema netew-devlet bandorek çawa li ser jin, ciwak û xwezayê dike me wek ajansa NûJINHA’yê hevpeyvînek bi çalakvan û lêkolînera siyasî û civakî li Kirmaşanê H.G. kir.
*Aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de veguheriye rûbirûbûneke rasterast û ev êdî ne şerê wekaletê ye, wêrankirina civak û hebûna jinê ye. Hûn rewşa niha ya şerê Îran û Îsraîlê çawa dinirxînin?
Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, bi giranî li ser hêza mûşekî û leşkerî, ne tenê tenê bi saziyên leşkerî û siyasî ve sînordar e. Bandorek mezin li ser jiyana xelkê asayî bi taybetî jinan dike. Di vê navberê de parêzgeha Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê weke yek ji navendên leşkerî yên girîng ên Îranê di stratejiyên leşkerî yên Îranê de roleke sereke dilîze û mûşekên ku ji vê deverê tên avêtin ji girîngtirîn çavkaniyên êrişên mûşekî yên Îranê li ser Îsraîlê ne.
Kirmaşan û êrişên mûşekî yên dawî
Baregeha leşkerî ku li Çiyayê Prav ê Kirmaşanê ye, bi fermî bi navekî taybet nehatiye ragihandin. Lê bi awayekî ne fermî û di raporên curbicur de weke yek ji baregehên stratejîk û jêrzemînî yên Îranê tê binavkirin. Di êrişa vê dawiyê de hejmareke zêde ya mûşekên ku bi ser Îsraîlê de hatin avêtin, ji vê baregehê hatin avêtin û bi derbaskirina esmanê bajêr, bû sedema tirs û xofekê di nav welatiyên vê metropolê de. Bingehên mûşekî yên heyî li parêzgeha Kirmaşanê, gelek pirsgirêkên jîngeh û civakî ji bo xelkê deverê peyda kirine. Van bankeyan bûne sedema têkçûna ekosîstema Zagrosê û curbecur qirêjiya jîngehê. Her wiha lêçûnên mezin ên ji bo pêşxistin û domandina van baregehan, derfetên civakî û aborî ji bo baştirkirina rewşa jinan û beşên din ên civakê ji holê rakirine.
Rewşa niha ya şerê Îran û Îsraîlê
Ev şer rûbirûbûneke leşkerî û bîrdozî ye û encamên wê yên giran li ser jiyana jinan heye. Di vê krîzê de jin ne tenê rastî şîdeta fizîkî û zayendî tên, barê şer ê derûnî û aborî jî girantir li ser milên wan e. Divê ev şert û merc ji aliyê jinan ve bi awayekî rexneyî bên nirxandin.
Şer û şîdeta leşkerî di pergalên baviksalarî de amûrên kontrol û tepisandinê ne. Di pêvajoyên biryardayînê de paşguhkirina jinan û bandorên wêranker ên şer li ser jiyana wan dike, nîşana polîtîkayên baviksalarî ye ku di hikûmetên neteweyî yan jî netewe-dewletan de hene. Di rewşa heyî de jin bi taybetî li Îranê di rêza herî pêş a van bandorên tuneker de cih digrin. Analîzên tevgera jinan tekez dikin ku divê şerên bi vî rengî ne tenê weke rûbirûbûna leşkerî lê weke encama pêkhateyên bêdad û baviksalarî bên nirxandin. Li gorî van analîzan, vegera li jiyana jinparêz û ekolojîk riyek e ji bo afirandina aştiyeke mayînde û kêmkirina tundiyê.
*Birdoziyên desthilatdar ên van her du netew-dewletan bandoreke çawa li derketina şerên bi vî rengî yên wêranker dike?
Îdeolojiyên desthilatdar ên li Îran û Îsraîlê jinan ji pêvajoyên biryargirtinê dûr dixe û polîtîkayên wan tenê dibin sedema zêdebûna tundî û şer. Hikûmet bi balkişandina ser pêşketina mîlîtarîzmê, pêşengiyên civakî û aborî paşguh dikin û ev yek rasterast bandoreke neyînî li jiyana jinan dike. Ji bo derketina ji krîzên kronîk ên li Rojhilata Navîn divê em balê bikşînin ser analîza Abdullah Ocalan a li ser wekheviya zayendî û jiyana jinê ya ku girîngiyê dide aştî û edaletê.
* Bi giştî di şeva êrişê de welatiyên Kirmaşanê çi jiyan?
Belê, di dema çalakiyên berfireh ên leşkerî û avêtina mûşekan ji baregehên Kirmaşanê de, ez û gelek jinên vê herêmê rasterast ketin ber tirs û nîgeraniya êrişên leşkerî. Mala me li taxeke li qûntara çiyayên Prav û Teqwasan e û bi rastî jî nêzî baregehên mûşekan e. Bi avêtina roketan a berdewam malên me bi tundî hejiyan û diyar bû camên mala cîranên me şikestin. Me xwe ne ewle hîs kir û bi gelek cîranan re, em bi lez daketin kolanan û matmayî man. Ev tenê beşek ji qeyranê ye. Em bi hovîtiya şer re jiyane û ji bo bidawîkirina vê rewşê divê em bixebitin.
*Li hemberê vî şerî tevgera jinan li Îranê pewîst e çi bike?
Jin li Îranê ji bo bi destxistina mafên mirovan û wekheviya zayendî rastî gelek pirsgirêkan tên. Lê belê ji aliyê jinên têkoşer ve xebatên berfireh hatin kirin. Gelek ji wan tevî gelek qedexeyan jî li dijî şer û tundiyê dengê xwe bilind dikin. Xwepêşandanên jinan li Îranê ne tenê ji bo mafên xwe yên takekesî ne her wiha weke tevgereke civakî ya ji bo aştî û edaletê ye. Lê bi vî awayî jî bi zextên berfireh re rû bi rû dimînin.
Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê rûbirûbûneke leşkerî ye, di heman demê de amûrek bihêzkirina sîstemên baviksalarî û zordar e. Analîzên tevgera jinan nîşanî me didin ku şer jinan xistiye navenda krîzê û wan mexdûrtir kiriye û şer dikare hincetên zêdetir zext û zordariya li ser jinan bike. Tevî hemû dijwariyan jî jinên Îranî ji bo bidestxistina mafên xwe û bidestxistina aştî û wekheviyê hewl didin. Çûyîna ber bi avahiyên civakî yên jinparêz û ekolojîk ve dikare weke çareseriyek ji bo bidawîkirina tundî û şer bê pêşkêşkirin.