Kurtenavê nû yê HEDEP’ê bû ‘Partiya DEM’

Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Ayşegul Dogan diyar kir ku kurtenavê nû yê partiya xwe weke Partiya DEM guherandin û wiha got: “Navê me yê nû ruhê demeke nû, kêliya destpêkeke nû û bicihanîna gotineke nû îfade dike.”

Enqere – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ayşegul Ayşegul Dogan, li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî biryarên nû yên partiyê daxuyanî da.

Ayşegul Dogan, anî ziman ku ji ber sedemên mecbûrî navê partiya xwe guhertin, navê partiyê yê dirêj weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) kurtenavê wê jî weke HEDEP diyarkiribûn. Ayşegul Dogan da zanîn ku di pêvajoya pişt re jî Dadgeha Bilind îtîrazî kurtenavê wan kiriye û wiha got: “Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind îtîrazî kurtenavê partiya me yê HEDEP’ê kir û di 18’ê mijdarê de teblîxî me kir ku em hin xalên rêziknamaya xwe biguherînin. Esas hewce nake ku sedemê bi bîr bixin lê ji bo ku di dîrokê de cihê xwe bigire hewcehî bi dubareyê heye. Navê HEDEP’ê dişibe HADEP’ê û heta dibe ku were tevlihevkirin. Lê HADEP ji zû ve hatiye girtin. An ku partiyeke wiha nîne.”

Pêngaveke nû ya bêhiqûqiyê

Ayşegul Dogan, bi bîr xist ku têkildarî girtina HADEP’ê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara binpêkirinê daye û di vê mijarê de Tirkiye mehkûm kiriye û got: “Esas sedemê wê bi awayekî zelal li holê ye. Di demeke em ber bi hilbijartinê ve diçin de ji bo ku me bi darazê re rû bi rû bihêlin wisa kirin. Pêngaveke nû ya bêhiqûqiyê.” 

‘Em li dijî kompasan bê vebijêrk nînin’ 

Ayşegul Dogan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê tişteke wiha heye. Em li dijî kompasan bê vebijêrk nînin. Di nava 30 salan de em neçar man bi dehan partiyên nû ava bikin û her carê em bi ser ketin. Em bi ser ketin ku di dilê gelan de cihekî bi dest bixin. Me karî şopeke li ser dîroka xwe ya têkoşînê bihêlin. Em di dîrokê de di pêşengiya têkoşîna demokrasî, azadî, edalet û aştiyê ya Tirkiyeyê de bi ser ketin. Ji ber vê yekê em bê vebijêrk nînin. Vebijêrkên me neqediyan û wê neqedin lê tevî vê dizanin jî xwestin me bi darazê re rû bi rû bihêlin û mijûl bikin. Dîsa wê nikarin serbikevin. Tevî ku ew van rêyan hilbijêrin em jî dê bi nav û wateyên nû têkoşîna xwe bênavber bidomînin.”

‘Bi tîpan re mijûl dibin’  

Ayşegul Dogan, bi lêv kir ku di rêziknameya xwe de tenê guhertinên ku Dadgeha Bilind daxwaz kirine guhertine û wiha domand: “Me di rêziknameya xwe de tu guhertinên din nekirin. Bi kurte navê niha dê bibe Partiya DEM. Heke bi berfirehiya wê bibêjim Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan. Puxte û hêvênê partiya me gel in. Ji roja hatiye avakirin ve wiha ye. Xuyaye ji ber nehatiye fêmkirin bi tîpan re mijûl dibin. Hêvênê me gel in ne tîp in. Dîsa puxte û hêvênê partiya me têkoşîna azadî, wekhevî, demokrasî û wekheviyê ye.” 

‘Navê me yê nû ruhê demeke nû’

Ayşegul Dogan, da zanîn ku kurtenavê partiya wan dê bibe Partiya DEM û wiha pê de çû: “Em ji kevneşopiyeke berxwedanê ya kûr, bi kurtenavê ji kêliya têkoşînê an ku bi Partiya DEM’ê bi we re ne. Navê me yê nû ruhê demeke nû, kêliya destpêkeke nû û bicihanîna gotineke nû îfade dike. Em ê bi Partiya DEM’ê her dem hebûna xwe bidin hîskirin. Tevî komployên darazê û her cure zor û zehmetiyan em ê bi saya sekin, biryardarî û yekitiya xwe têkoşîna xwe xurttir bikin.”

‘Kêm roj man’  

Ayşegul Dogan, destnîşan kir ku ji bo qeyûman bişînin kêm roj mane û wiha berdewam kir: “Ji bo em qeyûman bişînin kêm roj man. Me eleqeya ji bo serlêdana bernamzetiyê li ber çavan girt û serlêdan li her derê heta 20’ê kanûnê dirêj kirin. Me ev jî bi giştînameyê ji hemû rêxistinên xwe yên navend û navçeyan re şand. Em weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) herkesên ku dixwazin Tirkiye qezenc bike, vedixwînin ku bi têkoşîna bikelecan, biryardar, birûmet û biwêrek bi me re bin. Ji ber wê yekê haydê jin û ciwan… Ewilî hûn ji bo serlêdanên bernamzetiyê ji bo bi hev re serbikevin û nîşanî qeyûman bidin ku vîna gelan çi ye em biçin rêxistinên me yên navend û navçeyan û heta 20’ê mijdarê serlêdanên xwe bikin.”