Konferansa Jinan a Duyemîn a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê didome

Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Asiya Ebdullah tecrubeya rêveberiya xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand, der barê rola jinan a di şerê li dijî DAIŞ’ê û rêxistinên terorîst de got; "Yên ku bi DAIŞ’ê re şer kirin jin in, ên ku têkoşîn meşandin jin in."

CAROLÎNE BAZZÎ
Beyrûd- Duyemîn konferansa jinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê piştî navbereke nêzîkê heşt salan hat lidarxistin. Konferansa yekem di sala 2013’an de hatibû lidarxistin û niha ew cara duyemîn e ku li Beyrûdê, di nav du rojan de, tê lidarxistin.
Di rûniştina yekemîn de krîzên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û bandora wan a li ser jinan hatin nîqaşkirin. Rûniştina duyemîn vegotina serpêhatiyên têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bû. Serpêhatiya jinan di warê siyasî de, bi taybetî jî tecrubeya jinên Kurd li Tirkiyeyê û tecrubeya jinan di warê çandî de li Lubnanê jî hat gotûbêjkirin. Rastiya aborî ya jinan li Urdunê û têkoşîna jinan di karûbarên civakî de jî hat vegotin.
Çalakiyên roja yekem a konferansê ku dê di rojan bidome, 30 û 31’ê Tîrmehê, bi rûniştina bi navê "Stratejiyên kar", bi dawî bû dibe. Di destpêka danişînê de ku endama Tora Jinan a Lîbyayî ji bo piştgiriya aştiyê birêve dibe, bijîşk Rabîha El-Farsî di destpêkê de qala ezmûna têkoşîna jinan li Lîbyayê kir û got; "Me wek jinên Lîbyayî li hev kir ku doza me ya hevpar welat e. Pirsgirêka şîdeta zayendî êdî ne bingeh e, tevî cudahiyên di navbera me de me li ser xal û armancên yekgirtî li hev kir ku ew jî vegera welat e.”
Rabîha El-Farisê bal kişand ku êşa jinên li Lîbyayê her wiha jinên Sûriye, Filistîn, Tûnis, Yemenî û Kurd û tevahî jinên li welatên Ereb e jî dijîn. Tevî ku qanûndanerê Lîbyayî ji jinan re dadmend e jî pirsgirêk di hişmendî û mîrata çandî de bû. 
Tecrubeya jinên Tûnisê
Li aliyê din, Endama Rêxistina Koalîsyona Tûnisê ya ji bo Wekheviya di Mîratê de, bijîşk Salwa Qeyqa, vegeriya dîroka qedexekirina pirjiniyê li Tûnisê bi riya axaftina li ser tecrubeya jinên Tûnisî ya di warê dadrêsiyê de.
Teqez kir ku hemû destkeftiyên jinên Tûnisê vedigere têkoşînên kevnar ên ku wan di destpêka sedsalê de dest pê kirin û ev têkoşîn heya îro neqediyane û da zanîn ku bingeha her tiştî îrade ye û got: "Werin em xwe bi îradeya çekirina wekheviya di navbera jin û mêran de bi rêxistin bikin" û destnîşan kir ku destûra nû ya Tûnisê destnîşan dike ku hemwelatiyên jin û mêr li ber qanûnê wekhev in û teqez kir ku hemû destkeftiyên ku jinan bi dest xistine bi têkoşîna jinan pêk hatine.
 Tecrubeya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Asiya Ebdullah tecrubeya rêveberiya xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand, der barê rola jinan a di şerê li dijî DAIŞ’ê û rêxistinên terorîst de got; "Yên ku bi DAIŞ’ê re şer kirin jin in, ên ku têkoşîn meşandin jin in. Di têkoşînê de gelek şehîd û birîndarên ku xwe ji bo rûmeta xwe feda kirine hene. Li ser bingeha vê têkoşînê, tevahî jin xwedî yek armancê ne û ji bo avakirina pergala demokratîk a ji bo azadiya jinan, di eniyek de têdikoşin. Rêveberiya Xweser a heyî pergala jinan e û ev ezmûneke demokratîk e. Ev pergala demokratîk bi têkoşîna jinan hat afirandin. Ji sedî 40 ji hêza kar jin in. Rêjeya jinan di perwerdeyê û qadên tendirustiyê de ji sedî 70 ye. Ev hemû bi saya têkoşîna jinan e. Yek ji van destkeftiyan ew e ku zagon bi destên jinan û vîna wan hatine nivîsandin. Ev qanûn hatiye bicihkirin û niha em dixebitin ku vê qanûnê li ser hemû axa Sûriyeyê bi cih bikin.
“Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jîn jî didome”
Asya Ebdullah hin ji van qanûnan jimart û got; "Yekem ji van qanûnan qedexekirina pirjiniyê ye ye. Qedexekirina zewaca temenê biçûk û wekheviya di nava malbatê de ye. Her wiha gelek akademî ji bo pêşxistina siyasî û çandî ya jinan û pêşxistina kesayeta jinan di her astê de hatin vekirin. Heftê mal ji bo jinan ji bo parastina jinên ku rastî şîdetê hatine hatin avakirin ew jî ji bo ku jin li kêleka jinan di hemû şert û mercan de bisekinin gelek girîng in. Di serdema koronayê de, ji ber ku em di bin dorpêçê de bûn, me qeyranek aborî derbas kir û heta ev  malên ku ji bo jinan hatine çêkirin jî ji rewşa aborî bi bandor bûne, ji ber vê yekê em dixebitin ku ji bo jinan pergaleke aborî ava bikin, pirsgirêkên wan ên aborî çareser bikin. Wek pergala xebitandina di projeyên piçûk de, dîtina çare û kar ji bo jinan. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn xilas nebûye û em hê jî rastî hin astengiyan tên.” 
 Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Asiya Ebdullah bal kişand ku jin li dijî DAIŞ’ê û li dijî zîhniyeta mêr têdikoşin û îro jin dibin hedefa çeteyên tirk û wê hin dane der barê hejmara jinên ku hatine kuştin û yên ku ji aliyê çeteyan ve hatine revandin de parve kir.
Têkoşîna Filistînê
Sûad Ebid El-Rehmen li ser rola jinên Filistînê di karê têkoşîna jin de axivî û Mûna Kurd a ku rastiya gelê Filistînê radixe ber çavan û serhildaneke gelêrî pêş xist bi bîr anî. Her wiha wê behsa dîroka têkoşîna jinên Filistînê kir. 
Misir
Endama komîteya  Bawermendan a Weqfa Jina Nû, Nêvîn Obeyd, hin mijarên ku jinan eleqedar dike vegot. Wekî doza Ehmed Husam ê ku destdirêjî li ser hejmarek hevkarên xwe yên zanîngehê kir û doza wî veguherî dozeke raya giştî.
Her wiha doza "El-Vêrmonet" ku ew jî bûyerke tecawizê ya herî sosret e ku 6 xortan destdirêjî keçeke di otêla El-Vêrmonet li Misrê piştî bidawîbûna şahiyê di sala 2014’an de kirin, ew doz jî veguherî doza raya giştî 
Li aliyê din Nevîn Obeyd li ser dozên keçikên El-Tîk Tok axivî ku ew li ser binpêkirina nirxên malbatên Misrê radibin û bal kişand ser girîngiya bikaranîna medyaya civakî ji bo guheztina mijarên şîdeta li ser jinan, bi riya nîşandana piştgirî û parêzvaniya pirsgirêkên jinan. Diyar kir ku bêyê guheztinê di hundirê malbate de tu guhertin çênabe.
Armanca konferansê tesbîtkirina rastiya bûyerên li herêmê ye
Têkildarî duyemîn konferansa jinan a li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, Seroka Komeleya Jîn Buşra Elî ji ajansa me re wiha got: “Du sal berê em komeleyên jinan wekî komîteyek amadekar civiyan û me girîngiya dîrokî ya yekemîn konferansa jinan, biryarên girtî û xeletiyên ku bûn sedema têkçûna aktîfkirina koordînasyonê di konferansê de nîqaş kirin. Gelo ji bo girîngiya wê em dikarin çi bikin ku konferans aktîf bibe, em gihîştin encameke ku divê em konferansa duyemîn li dar bixin û bûyerên ku herêmê di van heşt salên derbasbûyî de li hemû astan, bi taybetî jî di warê jinan de hatine jiyîn, ji nû ve bixwînin. Zêdebarî guherînên ku li herêmê qewimîn, mîna DAIŞ, komên terorîst û şerên ku civak, zarok û jin wêran kirin û hîn jî wêran dikin û malbatan belav dikin
Armanca konferansa duyemîn ew e ku xwendinek rast a van bûyeran were diyarkirin û jixwe ev xala rûniştina yekem a konferansê bû. Em neçar in ku bi awayek rast bixwînin da ku em nexşeyek riya rast xêz bikin û nêrînek rewşenbîrî ya saxlem hebe. 
"Hemwelatîbûn pirsgirêka bingehîn a jinan e"
Rojnamevana Sûdanî ya ku bi pirsgirêkên jinan re eleqedar dibe Madîha Ebdullah, got; "Pirsgirêkên jinan yek in û ez bawer dikim ku doza bingehîn doza hemwelatîbûna jinan e. Du astên hemwelatîbûnê hene, astek gelemperî di asta zagonên ku wekheviyê peyda dikin û li gorî peymanên navneteweyî ne lê di asta serlêdan û rewşa kesane de cudahiyek mezin heye û ew yek ji krîzên rastîn e ji hemû jinên herêma Ereban. Ez difikirim ku ev ji ber pirsgirêka çandê ye, ji ber ku hemû şoreşên pêk hatin, girîngiya pêwîst nedan dîmenê çandî û ev ji bo jinên Sûdanî derbas dibe. 
Wê bal kişand ku ji sedî şêst ên li Sûdanê beşdarî tevgerê bûne jin in û ew bi tundî li dijî pergala siyasî disekinin û got; "Têkoşîna jinan ne bi şoreşê dest pê kir lê berevajî wan pergala îslama siyasî têk bir. Ji destpêka desthilatdariyê ango ji salên nodî yên sedsala borî ve û ew di encama berxwedana xwe de rastî şîdet û koçkirinê hatin.
Destkeftiyên jinên Urdunê hebûna wan a li bazara kar nîşan neda
Mamosteyê zanîngehê Îman El-Hisên qala destkeftiyên jinên Urdunê di astên curbecur de kir ku ji ber têkoşîna dirêj a jinên Urdunî ji bilî vîna siyasî hatin bidestxistin û dibêje" Em nikarin jiyana siyasî ji jiyana aborî veqetînin.Me li parlamento û şaredariyan kotaya jinan stend û ji bo zêdekirina hejmara kursiyên jinan di parlementoyê de xebat heye. Jin di şaredariyan de destkeftiyên mezin bi dest dixin û beşdarbûna wan ji kotayê derbas bûye.” 
Wê diyar kir ku rêjeya xwendina jinan pir e û cudahiya zayendî tune ye, heta di hin zanîngehan de jî rêjeya jinan ji mêran zêdetir e. Mixabin, ev di rastiya aborî de nayê xuya kirin, ji ber ku rêjeya jinên karmend yên qeydkirî ji %14 derbas nake.
Li ser girîngî û dema lidarxistina konferansê, got; "Gava ku em wekî jin bi hev re dicivin girîng e ku em ezmûnan biguhezînin, bernameyan parve bikin û bi hev re bixebitin, ji ber ku em hemû bi heman dijwariyan re rû bi rû ne, ne tenê li cîhana Ereb lê li tevahiya cîhanê. Em bi hev re, piştevaniya jinan li her derê dikin, ji ber ku ger jin ranebin û mafên xwe negrin dê civakek zindî çênebe.”