Kobanê pênaseya mayîndekirina destkeftî û yekitiya jinan e

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku bi felsefeya jiyana azad bi pêş ket, bi berxwedaniya Kobanê ya 134 rojan deng veda. Bi gefxwarina li ser Kobanê ya ku tevahî jinan û gelan anî cem hev, yekitiya jinan û gelan tê hedefgirtin.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Bajarê Kobanê yek ji kantonên Rojavayê Kurdistanê ye û di warê erdnîgariyê de li ber sînorên dewleta tirk e. Kobaniya ku ji biçûktirîn bajarên Kurdistanê ye, dikaribû bi pêldayîna şoreşa 19`ê Tîrmehê re û berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ`ê çarenûsa îngelê Kurd û giştî mirovahiyê bugherîne.

Ev nêzî 10 salan e ku navê bajarekî Kurd ango Kobanê di asta navdewletî de bûye cihê diyalog û nirxandinê. Dîrokeke Kobanê ya şênber û diyar heye, di nava aloziya Sûriyeyê de pêlên şoreşa demokrasiyê di 19`ê Tîrmeha 2012`an de li Kobanê dest pê kirin. Di demeke ku pergala Sûriyeyê ber bi hilweşandinê ve diçû, li Rojavayê Kurdistanê pergala Neteweya Demokratîk dihat bicihkirin. Her wiha di warê têkoşînê de jinan felsefeya "Jin, jiyan, azadî" dan jiyîn. Di sala 2014`an de çeteyên DAIŞ êrîşeke mezin li hemberî bajarê ku ji aliyê erdnîgarî ve biçûk û ji aliyê berxwedanî ve xurt, pêk anîn. Bi serkeftina Kobanê ya li hemberî DAIŞ’ê, şoreşa Rojava hat dîtin. Bi Kobanê re şoreş, berxwedan û sekna jinên Kurd hat naskirin. Ji ber vê Kobanê ji bo jinan, gelê Kurd û tevahî mirovahiyê xwedî wateyeke cuda ye.

Destkeftiyên ku bi berxwedana Kobanê û şoreşa 19`ê Tîrmehê re hatin bidestxistin, çend sal in bi xeteriya dewleta tirk re rû bi rû ne. Bi taybetî dewleta tirk di 20`ê Mijdarê de bi rengek eşkere planên xwe yên li hemberî Kobanê anîn ziman. Di roja îro de şoreşa jinan, yekitî û hevgirtina gelan a li Kobanê tê hedefgirtin. Gefa li ser Kobanê, êrîşa li ser destkeftiyên jinan û gelên azadîxwaz e.

Têkildarî vê mijarê, Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a kantona Kobanê Felek Yusif bersiv da pirsên me.

*Bajarê resen ê Kurdan Kobanê di warê hevgirtin, yekitî û pêşengiyê de xwedî dîrokeke şênber e. Di vî warî de Kobanê ji bo Kurdan, jinan û mirovahiyê tê çi wateyê?

Dema mirov navê Kobanê dibêje, di destpêkê de Kurdayetî, yekitî, têkoşîna li hemberî pişaftinê tê bîra mirov. Kobanê di warê erdnîgarî de bajarek biçûk ê Kurdistanê ye lê bi nav, gel, berxwedanî û xebatên ku di nava Kobanê de pêk hatin, bajar mohra xwe li dîroka Kurdistan û mirovahiyê da. Bajarê Kobanê weke gel bi temamî Kurd in, pêkhateya Ereb hene lê li gundewar û navçeyan in. Lê weke navend, tevahî Kurd in. Gelê wê xwedî çanda eşîrtiyê ye, ev yek jî tê zanîn û diyar e. Kobanê di aliyê welatparêzî û xwedîderketina li nasnameya Kurdewarî, de bi derbasbûna Rêber Apo di 1979`an de li Kobanê bihêztir bû. Mayîna Rêbertî ya li herêma me rûpeleke girîng bû di dîroka Kobanê de. Gel ji wê demê ve xebat û jiyana xwe li

ser bingeha bîrdoziya azadî û rizgariyê birêxistin kir. Weke tê zanîn çirûska yekemîn a şoreşa Rojava ji Kobanê de dest pê kir. Her wiha şikandina êrîşên DAIŞ’ê ku bi kiryarên xwe tirseke mezin li cem hemû hêzên navdewletî ava kiribû, li Kobanê pêk hat. Berxwedaniya li hemberî DAIŞ’ê, yekbûna hêzên Kurd û pêşengiya jinan a di vê berxwedanî û şoreşê de bi Kobanê re dest pê kir. Ev xalên me anîn ziman, bûn sedem ku Kobanê navekî xwe yê sembolîk di nava dîrokê de qezenc bike. Her wiha di warê cîhanî de rojek taybet ji bo Kobanê hat veqetandin ku her sal di 1`ê Mijdarê de Roja Kobanê ya Cîhanî tê pêşwazîkirin. Ji ber vê mirov dikare bibêje, planên ku li ser Rojavayê Kurdistanê hatibûn çêkirin li Kobanê têk çûn. Her wiha peykera Jina Azad a li Kobanê nîşaneya qehremanî û têkoşîna jinên Kurd e. Heta vê kêliyê jî navê Kobanê ji bo Kurdan û tevahî gelan xwedî wate û hesteke cuda ye. Ji lewre gelê Kobanê bi çand, helwest, ziman û sekna xwe tê naskirin.

*Şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê bi felsefeya "Jin,  Jiyan, Azadî" li Kobanê bi pêş ket. Ji ber vê Kobanê ji bo jinan çi pêşkêş kir û girîngiyeke wê ya çawa heye?

Me di nava axaftina xwe de bi lêv kir ku Kobanê xwedî çandeke eşîrtiyê ye. Ji ber vê hinek taybetmendiyên vê çandê yên neyînî hene. Vê yekê bandora xwe li rewşa jinan kir, rast e hinek jinên navdar ku bi sekna xwe tên naskirin hene lê bi giştî jinên Kobanê bi sînorê malê re rû bi rû bûn. Ev rewş bi hatina Rêber Apo re heta niha hinek hat guhertin, civak û jinên Kobanê li derdora bîrdoziya Rêber Apo kom bûn. Ev felsefe ji bo me roja derketina ber bi ronîbûn û zanebûnê ve ye. Em ji 1979`an ve heta vê rojê xwe li ser bingeha vê bîrdoziyê birêxistin û perwerde dikin. Me bi felsefeya "Jin, jiyan, azadî" şoreşa 19`ê Tîrmehê pêk anî û bi riya wê re bi sedan destkeftî bi dest xistin. Pergal, sazî, akademî û rêxistinên me yên taybet hene. Heta di asta hevseroketiyê de em di cîhanê de bûn model. Ev rewş di asta navdewletî de meraqê çêkir, ji ber vê piştî şerê Kobanê bi dehan şandeyên jinan serdana bajarê me kirin. Çawa ku navê Kobanê bû cîhanî, jinên Kurd jî di heman astê de hatin dîtin û têkoşîna wan hat pejirandin.

Bêguman di dîroka mirovahiyê de bi hezaran jinên ku bi têkoşîna xwe dîrok guhertin û di gelek qadên jiyanê de bûn pêşeng hene. Weke Clara Zetkin, xwîşkên Mîrabal, Rosa Luksemburg û hwd. Lê ez dixwazim bi taybetî vê xalê bînim ziman, têkoşîn û serhildanên jinan ên di demên berê de di welatekî de asê diman. Ji bo vê bi şoreşa Rojava re xeta têkoşîna jinan a li hemberî hişmendiya mêr-dewletê bû cîhanî. Bi berxwedana Kobanê û şoreşa 19`ê Tîrmehê re êdî jinên cîhanê pêşengî, têkoşîn, berxwedanî û serhildanan nas kirin.

Di roja îro de têkoşîn û berxwedana jinan gerdûnî bûye û em gihîştine wê astê ku êdî kongreyên jinên cîhanê tên lidarxistin. Ev yek jî dîsa vedigere bîrdoziya Rêber Apo ku wî di analîza kesayeta jinan de ev proje û felsefe bi pêş xist. Çawa ku mirovahî û dîrok bi şikandina jinan re ji rê derket, sererastkirina vê yekê jî dê bi jinan pêkan be.

*Kobanê di di dîrokê de xwedî risteke girîng bû ji bo çarenûsa Kurdan her wiha rol û misyoneke bi wate di şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de lîst. Îro bi gefxwarina li Kobanê çi tê hedefgirtin?

Şikandina DAIŞ’ê bi pêşengiya şervanên YPJ`ê û tevlibûna bi hezaran ciwanên Kurd pêk hat. Bi gotineke tenê ji Rêber Apo her kes weke lehiyek herikî Kobanê û tevli berxwedanê bû. Vê yekê plan û projeyên Erdogan her wiha gotina wî ya navdar ku digotin “Kobanê ket û wê bikeve” vala derxist. Şikandina DAIŞ’ê ji Kobanê dest pê kir û di warê erdnîgarî de li Baxozê bi dawî bû. Ji 2015`an ve heta niha gef, êrîş û bombebarana dewleta tirk a li ser Kobanê ranewestiya ye, ev yek jî diyar dike ku ew dixwaze tola şikandina DAIŞ’ê ji bajarê Kobanê bistîne. Komkujiya di 25`ê Hezîrana 2015`an de, hedefgirtina bi dehan jinên pêşeng, bombebarankirina welatiyan û bi dehan kiryarên din, ji bo têkbirina DAIŞ`ê ne. Kobanê ji bo AKP`ê û tevahî hêzên ku destên wan di komployê de hebûn, bû wesîleya serkeftina gelê Kurd û guhertina nexşeya siyasî. Berxwedana Kobanê ji bo xeyalên Osmanî, planên hêzên dagirker û hegemon ên ku hêvî dikirin wê bi ketina Kobanê, Tevgera Azadiya Kurdistanê û şoreşa Rojava ji holê rabe, bû bersiv.

Wan hêzan xwestin di erdnîgariya Kurdistanê de dewleteke îslamî ji aliyê dewleta tirk ve were avakirin. Bi serkeftina Kobanê re ev xeyal vala derketin û li şûna wê projeya Neteweya Demokratîk, Rêveberiya Xweser, yekitî û hevgirtina gelan, pêşengiya jinan û hwd. hatin avakirin. Pergal û şêwazê jiyanê yê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin, li hemberî berjewendiyên hêzên hegemon e. Ji ber vê li hemberî gefên dewleta tirk bêdengî heye, berjewendiyên van hêzan di vê xalê de li hev dikin. Heger projeya Neteweya Demokratîk ji holê rakin, wê bikarbin hebûna xwe mayînde bikin. Kobanê jî bûye girêk di qirika van hêzan de.

*Her kes bi bendewarî û berjewendiyên cuda li benda 2023`an e. Ji ber vê hemû hêz li gorî vê yekê ketine nava liv û tevgerê. Weke jin û gelê Kurd, ango weke dilxwazên azadî, demokrasî û wekheviyê, hûn bi pêvajoyeke çawa re rû bi rû ne?

Çend roj mane ku em derbasî 2023`an bibin. Tê zanîn, wê di sala nû de, Rojhilata Navîn û cîhan tev bi pêvajoyeke nû re rû bi rû bimînin. Ji ber vê em dikarin vê yekê bibêjin, çawa ku Kobanê bû xaleke bingehîn û sereke di guhertina planên hêzên komploger de, parastina Kobanê û destkeftiyên wê jî tê wateya parastina pêşeroja gelê Kurd û Kurdistanê. Bi wateyeke din mirov dikare bibêje tunebûna Kobanê, tunebûna gelê Kurd e. Mayîndekirina mîrateya berxwedaniya Kobanê, tê wateya berdewamiya hebûna gel, jin û gelên li herêmê. Jixwe berxwedaniya li Kobanê pêk hat, ji bo tevahî mirovahiyê bû. Li Kobanê xeteriya DAIŞ`ê ya li ser cîhanê hat têkbirin. Ji lewre di van rojên dijwar de erka mirovahiyê û her çar perçeyên Kurdistanê ew e ku xwedî li hebûna Kobanê derkevin. Wekî tê  zanîn li Bakurê Kurdistanê kê piştgirî dabû Kobanê hat girtin. Ji lewre divê em weke gelê Kurd û bi pêşengiya jinan, hevgirtin û yekitiya xwe xurt bikin, asta berxwedaniyê bilind bikin. Pêvajoyeke girîng e  ya hebûn û tunebûnê ye. Lê em dibêjin ku em ê vê qonaxê bikin a hebûnê ku gelê Kobanê û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên dewleta tirk ên dawî, helwesta xwe ya dawî nîşan dan.