Kinêr Ebdula: Divê nivîskar li dijî dagirkeriyê derbikevin

Nivîskar Kinêr Ebdula dide diyarkirin ku li gora tê xwestin hikumeta Herêma Kurdistanê helwestê nişanî dagiekeriyê nade, ev dagirkeriye buye zengek metirsîdar ji bo herêma Kurdistanê.

Silêmanî - Li dijî dagirkerî û talankirina xaka Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve her roja diçe nerazîbûn ji hemû beşên civakê zêde dibe. Niviskar û rewşenbîrên weke wijdana civakî tên zanîn jî helwesta xwe nîşandan û li hemberî dagirkeriyê bêdeng neman. Nivîskar Kinêr Ebdula li ser êrîşên dagirkeriyê ji ajansa me re axivî.
Nivîskar Kinêr da zanîn ku dewleta Tirk axa wan weke axa xwe dibîne û got: “Dewleta Tirk xaka Kurdistanê weke xaka xwe bi nav dike û birîna daran ji weke mafê xwe dibîne û bi pilanên cur be cur bi aşkirayî herêma Kurdistanê dagir dike. Eve ji rewşek gelek metirsîdare li ser xak, gel û ezmuna hikumeta herêma Kurdistanê. Ji ber wê ya giring ewe ku hemû çînên civakî û di serî de jî ronakbîr û niviskarên weke wijdana civakî tên zanîn bi pênûsa xwe dextê bike û helwesta xwe bidin nîşandan. Bi yek dengî divê hemû partiyên hikumeta herêma Kurdistanê helwestek cidî nîşan bidin û hemû bi hev re bêjin ji dagirkeriyê re na.”
“Bûyîna xwedî yek helwestê îradeya gelê Kurdistanê nîşan dide”
Kinêr Ebdula di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser binpêkrina mafê mirovan ji aliyê dewleta Tirk ve û wiha dom kir: “Ezmûna nivîskaran li ser dagirkeriya delweta Tirk heye, divê di dema wê de helwestên nivîskaran hebe. Erdoxan vê dagirkeriyê li ber çavê hemû cîhanê bi aşkirayî dike, ger helwestên em hemû yekbin wê bandora xwe bike lê belê helwesta hikumeta Iraqê û hikumeta herêmê divê bi rêya desturê pêşî li vê dagirkeriyê bigre û bêje eve dagirkeriye, pêwîste hemû helwest yekbin, buyîna xwedî yek helwestê îradeya gelê Kurdistanê nîşan dide. Ev dagirkeriya dewleta Tirk dike bi aşkirayî li dijî mafê hemû mirovane, ji bo vê ya giring ewe ku netewên yekgirtî pêşî li vê bê mafiya tê kirin bigre. Divê destpêkê hikumeta herêma Kurdistanê helwesta xwe bi awayek cidî nişan bide.”